AMED – Danişîna doza rojnamevan Kîbriye Evren a bi îdiaya “endama rêxistinê ye” û “propaganda rêxistinê kiriye” tê darizandin hat taloqkirin.
Danişîna 11’emîn a doza rojnamevan Kîbriye Evren ku bi îdiaya “endama rêxistinê ye” û “propaganda rêxistinê kiriye” tê darizandin li Dadgeha Cezayê Giran a 11’emîn a Amedê hat lidarxistin. Rojnamevan Evren û parêzerên xwe Pîrozxan Karalî û Resûl Tamûr beşdarî danişînê bûn.
Dadgehê biryar da ku mînaka doznameya derbarê Evren a li Dadgeha Cezayê Giran a 2’yemîn a Mêrsînê û lêpirsînên cuda li Anatlya û Agiriyê derbarê wê de tên birêvebirin werin xwestin.
Şandeya dadgehê bi armanca kêmasiyên dosyeyê werin temamkirin danişînê taloqî 9’ê adara 2021’an kir.