RIHA – Hat zanîn ku li Girtîgeha Curnê Reş a Jimara 1’an a Tîpa T du girtî bi koronayê ketin. Malbata girtî Hogir Batû bi fikar e.
Hat zanîn ku li Girtîgeha Curnê Reş a Jimara 1’an a Tîpa T girtiyê bi navê Hogir Batû ê ji doza Nisêbînê 84 sal ceza lê hatiye birîn û Haci Şukru yê paşnavê wî nehat zanîn bi vîrûsa koronayê ketine. Batû bi telefonê li malbata xwe geriyaye û ji wan re ragihandiye ku testa wî pozîtîf derketiye û wan di odeyek cuda de xistine karantînayê.
Dayika Batû, Zahîde Batû diyar kir ku ew ji rewşê bi fikar in û xwest tedawiya kurê wê li şûna hepsê bila li nexweşxaneyê were kirin.