Ji polîsan derp û gef: Em ê hesaba vê rojê ji we bipirsin

  • rojane
  • 14:42 27 Mijdar 2020
  • |
img

AMED - Polîsan di serdegirtina malan a Amedê de îşkence li endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Umît Akbiyik û bi van gotinan ‘hûn dizanin îro çi roj e, hesaba vê rojê ji we bipirsin? Ji niha û şunde li xwe baldar bin, em ê dîsa hev bibînin’ gef lê xwarin.

 
Operasyonên binçavkirin û girtinê yên li dijî siyasetmedar û sazî û rêxistinên sivîl bênavber didomin. Îro serê sibehê li gelek bajaran polîsan bi ser malan de girt û bi dehan kes binçav kirin. Li Amedê polisan bi ser mala Endamê Lîjneya Rêveberiya Şaxa Odeya Avahîsazan a Amedê Azîz Yagmûr a li taxa Hûzûrevlerî ya navçeya Peyasê de girt û ew binçav kirin. Polisan deriyê mala Yagmûr şikand û wisa ketin hundir. Di hundir de polisan 5 kesên li malê li erde dirêj kirin û çeke xistin serê wan û bi qûndaxa çekê li wan dan. Her wiha polîsan pêl pişta Çeko Mîmkara û birayên Azîz Yagmûr, Mehmet û Fûrkan Yagmûr kirin û li wan dan. Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Umît Akbiyik derbarê îşkenceya li wan hat kirin û gefên li wan hatin xwarin de axivî.
 
‘JI NIHA Û ŞUNDE LI XWE BALDAR BIN’
 
Akbiyik, diyar kir ku di saetên serê sibehê de polîsan bi şikandina derî bi ser mala ku lê mevan bûne de girtine û wiha got: “Bi ketina hûndir re berê çekan dan me û gotin, ‘xwe li erde dirêj bikin’. Dûre ji me re xeber gotin û heqaret li me kirin. Carcaran bi pêhînan li me dixistin û pêl pişta me dikirin. Piştî ku nasnameyên me girtin em birin odeyekê, li wir jî em li erdê dirêjkirin û heqaret li me kirin û bi qontaxa çekê li pişta me û lingên me dixistin.  Digotin ‘bisekinin em dizanin em ê çi li we bikin, em dizanin hûn kî ne, hûn dizanin îro çi roj e, em ê hesabê vê rojê ji we bipirsin? Ji niha û şunde li xwe baldar bin, em ê dîsa hev bibînin’. Bi van gotina gef li me xwarin.”
 
2  SAETAN LI ERDÊ HIŞTIN
 
Akbiyik,  da zanîn ku piştî lêgerîna 2 saetan polîsan Azîz Yagmûr binçav kirine û wiha axivî: “Mal ser û bin kirin, dest danîn ser telefon û hin pirtûkên kurdî û tirkî yên ku li pirtûkxaneyan jî tên firotin. Saetek û 2 saet em li erdê hiştin. Di wê demê de gelek caran bi qontaxa çekê û pêhna li me dixistin û heqaret dikirin. Nehiştin em serê xwe jî rakin. Piştî du saetan hevalê me binçavkirin û ji mal derketin.”
 
JI BER DERPKIRINE SERÎ LI THÎV’Ê DAN
 
Di berdewamê de Akbiyik, destnîşan kir ku ji ber polîsan ew derpkirine serî li nexweşxaneyê dane û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo ku em rapora derbê bigirin çûn nexweşxaneyê, rapor nivîsandin lê gotin, ‘herîn ewil li qereqolê îfade bidin pişt re werin raporê bigirin’. Em nizanin wê raporeke çawa bidin me. Dê were guhertin neyê guhertin em nizanin. Ji ber ku li nexweşxaneyê bi me re zêde eleqedar nebûn em çûn me serî li nunertiya Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (THÎV) ya Amedê da. Wan jî em sewqî nexweşxaneyê kirin ku rapora derbê bigirin. Em ê derbarê polisên ku me derb kirin jî serî li ÎHD’ê bidin.”
 
‘BERSIVA ME BERXWEDAN E’
 
Akbiyik, bi lêv kir ku di rojên dawî de zextên li ser ciwanan û civakê derketine asta herî jor û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi serdegirtina malan, gefan û îşkencekirinê tu encam nayê girtin. Bi van rêbazan dixwazin ciwanan biqutifînin, ji têkoşîna wan a rewa qût bikin. Ji xwe di vê pêvajoyê de gelek hevalên me hatin şopandin, revandin, tacîzkirin, gef lê wan hat xwarin. Bersiva me ya li hemberî van pêkanînan berxwedan e, sekna me diyar e. Em di têkoşîna siyasî de israr dikin.”
 

Sernavên din

30/11/2020
11:06 Danişîna endama Komeleya Jinan a Rosa Esmer hat taloqkirin
11:06 Dozgeriyê binçavkirina 18 kesan 4 rojên din dirêj kir
10:18 Xwebûn bi hêjmara 50'emîn derket
10:04 Li Cûdî qedexeya beriya operasyonê
09:42 Li Colemêrgê erd hejiya
09:11 Rastiya GAP’ê: Dewlemend dewlementir xîzan jî xîzantir bû
09:08 Tenê dîwarên Medreseya Feqiyê Teyran mane
09:06 Durûtiya DMME’yê: Darvekirinê cihê xwe ji tecrîdê re hiştiye
09:06 Rojeva ciwanan tecrîd e: Heke ‘reform’ tê xwestin navnîşan Îmralî ye
09:05 Lîstikvanê ‘Keypa12500’: Mijara bingehîn a lîstikê talana Kurdistanê ye
09:04 Hevserokê KNK'ê Qeremûs: Em bihêvî ne ku wê encamek erênî derkeve holê
09:00 ROJEVA 30'YÊ MIJDARA 2020'AN
29/11/2020
20:45 5 kes li Mêrdînê hatin berdan
20:33 185 kesan ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dan
18:57 Li Siwêregê şerê çekdarî: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
18:48 Li Rihayê 2 kes hatin binçavkirin
18:40 Li Îzmîrê 16 kes hatin berdan
16:33 Gardiyanan li Kandirayê bi ser hucreyên çalakgerên jin de girtin
16:01 Taşdemîr: Berxwedasna kurdan AKP kir nava krîzek kûr
15:17 Uçar a testa wê pozitif derket hat berdan
14:49 Li Şirnexê berteka li dijî binçavkirinan
14:19 Sancar: Pirsgirêk bi înkarê çareser nabe
13:50 Qûrsên zaravayên Soranî, Hewramî û Kelhurî yên kurdî dest pê dikin
12:47 Girtiyê nexweş Çakmak ê daket 35 kîloyî rakirin nexweşxanê
10:18 Kurd û masa bazarê ya Sûriyeyê
09:57 Li Xerpetê erd hejiya
09:44 Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Ustercî: Dibe ku hemû girtî bi vîrûsê bikevin
09:25 'Dadgeh, walî û qeymeqam milîtaniya qeyûm dikin'
09:23 'Her tişt biha bûye, lê em hîn bi fiyetê 10 sal berê difiroşin'
09:18 Dayikan bang li Barzanî kir: Dê zirar bigihê her kesî
09:13 Paylan: Peymana Qetarê bi feraseta 'milk ê padîşah e' hatiye kirin
09:11 Saleke cenaze nedane malbatê
09:08 Tenduristkarên bi şewbê dikevin piştî 10 rojan cardin dixebitin
09:05 Nivîskar bûyerên komkujiya Pilimûriye kir pirtûk
09:03 'Armanc astengkirina xebatên HDP'ê ye'
09:01 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2020'AN
28/11/2020
22:44 îro 182 kes ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
20:49 Ciwanên hatibûn binçav kirin hatin berdan
16:15 Ji bo Coşkûnê ji ber îşkenceya polîsan jiyana xwe ji dest da çalakî
16:05 Parêzer Guner hat berdan
16:05 Li Cizîrê 2 ciwan hatin binçavkirin
15:19 Xwestin girtiya nexweş Rûken Yildiz were berdan
15:16 Erebistana Siûdî êdî bi awayekî fermî berhemên Tirkiyeyê boyqot dike
14:55 Cenazeyê mamosteyê Ocalan hat veşartin
14:44 ÎHD'ê pirsa bersûcên Ayşenûr Şimşek kir
14:31 Çaglar Demîrel dest bi greva birçîbûnê kir
14:14 'Çi dikin bila bikin em ê bi ser bikevin’
13:55 Nobeta li Şengalê di roja 3'emîn de ye
13:47 Hevjîna Aydogan ê hat windakirin: Ez dixwazim tenê gorek wî hebe
13:47 Sancar: Tu niyetek dewletê û hikumetê nîne ku kuştina Elçî ronî bike
13:22 Meclîsa Ciwanên HDP'ê: Me serî netewand em natewînin
12:53 Di ser komkujiya Roboskê re 107 meh borîn
Rêya aştî û edaletê di Roboskê re derbas dibe
12:49 MED TUHAD-FED'ê: Bi polîtîkayên çetewarî wê nikaribin encam bigirin
12:44 Tahîr Elçî tê bibîranîn: Em li kujerên bi zirxa bêcezakirinê tên parastin digerin
12:28 Jina ku di derketina edliyê de hatibû birîndarkirin jiyana xwe ji dest da
12:27 Rewşa girtî Ramazan Dûrmaz giran e
12:05 TÎHV'ê binpêkirina mafên Akademîsyenên Aştiyê kirin rapor
12:02 Piştî gotina 'reformê' ya Erdogan, 415 kes hatin binçavkirin
11:34 Îdîanameyên 4 jinên li Nisêbînê hatibûn girtin hatin amadekirin
11:23 ‘Tahîr Elçî parêzvanê mexdûran bû’
11:19 Z.N. ya 2 ewlekaran tecawizî wê kirin, 4 meh şûnde şandin mêvanxaneyê
10:53 Li Amedê serdegirtina malan
10:37 Kardeş Turkuler ji bo bîranîna Tahîr Elçî strana ‘Hewar’ parve kir
10:29 Beştaş: MHP aşkere îlan kir ku pişta xwe dide mafyayê
10:28 Li Dîlokê 13 siyasetmedar hatin berdan
10:27 Hevşaredara Hezoyê Avci hat binçavkirin
10:16 Li Bûrsayê sê parêzer hatin berdan
10:07 ‘Li Dersimê dixwazin nasnameya elewîtiyê tune bikin’
09:05 Welatiyên di ser 65 salan re: Ên şewbê belav dikin ne em in
09:04 Meşkên ji axlemûr û bîşengê
09:03 Parêzerê girtiyê nexweş Tûran: Li ber mirinê ye
09:03 ‘Dixwazin girtiyên Rojavahiyî du caran ceza bikin'
09:03 Polîsan sîxurtî lê ferz kir, dozger got 'çima te qebûl nekiriye?'
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2020'AN
27/11/2020
23:09 Li Efrînê zarokek û kalekî 70 salî hatin kuştin
20:39 Li Tirkiyeyê îro 177 kes ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
20:02 KNK û Şandeya Şengalê: Dê tu peymanên ku êzidî ne di nav de bin neyên qebûlkirin
19:32 Esnafên Stenbolê daketin qadan: Em ê li ber xwe bidin
16:16 Rêxistinên parêzeran: Em destûr nadin parastinê tune bikin
16:09 Orhan: Hişmendiya DAIŞ'ê wê nekare me teslîm bigire
16:08 Mirovê qeyûm ê herî girîng hat girtin
14:58 Li Êlihê 15 kes hatin binçavkirin
14:42 Ji polîsan derp û gef: Em ê hesaba vê rojê ji we bipirsin
14:32 4 meh in nikare cenazeyê kurê xwe bigire
14:25 Berdevka HDP’ê Gunay: Reforma rasteqîn çûyîna pergala we ya xerabûyî ye
14:06 Kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin bi parêzeran re hevdîtin kirin
13:56 Rojnamegerên bertek nîşanî girtinan dan: Pêdivî bi piştevaniyê heye
13:34 Malbat ji bo biçin Îmraliyê carek din serlêdan kirin
13:30 Mor Çati 30 salî ye
13:07 Li Eyn Îsayê mayinek teqiya: 2 zarok mirin
13:00 Girtiyên hatibûn derpkirin di greva birçîbûnê de ne
12:57 Şaredarê Şîşliyê: Binçavkirina cîgirê xwe ji nêz ve dişopînim
12:40 Rojnameya Welat dest bi weşanê kir
12:35 Li Meletiyê erd hejiya
11:42 Li gelek bajaran operasyon: Bi dehan kes hatin binçavkirin
10:50 Jinan bertek nîşanî budçeyê dan: Em ne alîkariyê, azadiya aboriyê dixwazin
10:17 Nûçegihanê me Karataş xistin hucreyê
09:24 Li Qoserê kesek hat binçavkirin
09:20 Polîsan nûçegîhanê me Hakan Yalçin binçav kirin
09:19 Romana ‘Rêwiyê Demên Windayî’ derket