'Armanc astengkirina xebatên HDP'ê ye'

  • rojane
  • 09:03 29 Mijdar 2020
  • |
img
AMED - Wekîlê Hevserokatiya HDP'a Amedê Îrfan Soner, anî ziman ku armanca malbatên ku li ber avahiya partiya dane sekinandin, ji dîtina zarokên xwe wêdetir, armanca wan şovkirin û astengkirina xebatên partiyê ye û got: "Heger armanc dîtina zarokên wan be, nexwe em bi hev re biçin Enqereyê." 
 
Malbatên ku bi îdiaya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) zarokên wan birine serê çiyê, 460 roj in li ber avahiya partiyê ya amadê tên sekinandin. Ev kesên ku îqtidar ji bo krîmînalîzekirina HDP'ê û astengkirina xebatên partiyê anîne ber avahiya partiyê ya bajêr, her sibeh polîs diçin wan ji malê tînin û êvarî jî wan didin malê. Ev kes, bi devkî û fizîkî êrîşî kesên tên partiyê. Ev kes bi şertê li ber avahiya HDP'ê bisekinin ÎŞKÛR'ê  xizmên wan xistine kar. Wekîlê Hevserokatiya HDP'ê ya Amedê Îrfan Soner, anî ziman ku heya niha van kesan gelek caran êrîş pêk anîne û êrîşên hatine kirin hemûyan qeyd kirine. 
 
ARMNACA WAN NE ZAROKÊN WAN IN! 
 
Soner, anî ziman ku piştî qeyûm tayinî şaredariyan hatin kirin bi pênc rojan ciwanekî ku malbata wî bi zorê xwestibû bizewicîne ji mal reviyaye û gava ji mal reviyaye malbata wî hatiye ber avahiya HDP'ê ya bajêr û piştî vê îqtidarê kampanyayeke din a êrîşê daye destpêkirin. Soner got: "Paşê zarok derket holê û daxuyanî da. Piştî vê malbat ji ber avahiya HDP'ê çû. Lê belê îqtidarê ev yek kir firsend û xebatek da destpêkirin. Rayedarên dewletê di daxuyaniya xwe de gotibûn 'Pêwendiya me bi pênc hezar malbatî re heye û em ê wan bînin vê derê." 
 
Soner, diyar kir ku nêzî 15 malbat li ber avahiya partiya wan tên sekinandin û polîs û esker jî li cem wan in û di konê ku vedane de dimînin û xebatên paratiya wan asteng dikin. 
 
‘XWE NEDAN BER PÊŞNIYRA ME' 
 
Soner, diyar kir ku ji bo malbat bigihên zarokên xwe tevî partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl xwestine heyetekê ava bikin, lê belê malbatan xwe nedaye ber vê pêşniyara wan. Soner, destnîşan kir ku cihê çareyê meclîs e û got: "Em cardin bang dikin. Hûn bixwazin biçin li kîjan deriyî bixwin, werin em tevî parlementerên me herin li wî deriyî bixin û ji bo zarokên we bên dîtin em alîkariya we bikin. Heger armanc ne şov, dîtina zarokan be werin em bi hev re herin Enqereyê. Sal û nîveke hûn li vê derê ne, hûn heqaretê li mirovan dikin. Ka bibêjin we çi bi ser çi xist?" 
 
‘EV AWAYEKÎ ÊRÎŞÊ YE' 
 
Soner, destnîşan kir ku êrîşên li ser partiya wan tenê ne êrîşên van malbatên li ber avahiya partiya wan in. Soner, bilêv kir ku îqtidar bi awayekî dijwar êrîşan tîne ser partiya wan û got: "Tekane reqîbê îqtidarê HDP ye. Îqtidar ji xeynî HDP'ê reqîban nabîne. Me berê jî anîbû ziman; me şîfreya îqtidarê ji hev derxistiye û me maskeya wê daxistiye. Ji ber ku me rûyê wan ê rast nîşanî gel daye, bi ser me de tên. Rêveber û hevserokên me hedef tên girtin. Di salekê de li Amedê zêdetirî 20 operasyonan li dar xistin." 
 
Soner, anî ziman ku malbatên li ber avahiya partiyê her roj êrîşî partiyiyan dikin û got, heya niha ji êrîşên hatine kirin 30 êrîşên dijwar qeyd kirine û dîmenên wan girtine. 
 
‘RÊYA DIŞOPÎNIN NE TU RÊ YE' 
 
Soner bang li malbatan kir û got: "Heger dilê wan û çareseriyê hebe, kîjan saziyê dixwazin em herin wir û bi hev re çareser bikin. Lê belê bes bila xebatên me asteng nekin, ji lewra rêya dişopînin ne tu rê ye. Em ji raya giştî re dibêjin; Ji bo çareserkirina van malbatan werin em li meclîsê heyetekê çêbikin û çi hewce be em bikin." 
 
MA / Ergîn Çaglar - Cengîz Ozbasar 

Sernavên din

30/11/2020
11:06 Danişîna endama Komeleya Jinan a Rosa Esmer hat taloqkirin
11:06 Dozgeriyê binçavkirina 18 kesan 4 rojên din dirêj kir
10:18 Xwebûn bi hêjmara 50'emîn derket
10:04 Li Cûdî qedexeya beriya operasyonê
09:42 Li Colemêrgê erd hejiya
09:11 Rastiya GAP’ê: Dewlemend dewlementir xîzan jî xîzantir bû
09:08 Tenê dîwarên Medreseya Feqiyê Teyran mane
09:06 Durûtiya DMME’yê: Darvekirinê cihê xwe ji tecrîdê re hiştiye
09:06 Rojeva ciwanan tecrîd e: Heke ‘reform’ tê xwestin navnîşan Îmralî ye
09:05 Lîstikvanê ‘Keypa12500’: Mijara bingehîn a lîstikê talana Kurdistanê ye
09:04 Hevserokê KNK'ê Qeremûs: Em bihêvî ne ku wê encamek erênî derkeve holê
09:00 ROJEVA 30'YÊ MIJDARA 2020'AN
29/11/2020
20:45 5 kes li Mêrdînê hatin berdan
20:33 185 kesan ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dan
18:57 Li Siwêregê şerê çekdarî: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
18:48 Li Rihayê 2 kes hatin binçavkirin
18:40 Li Îzmîrê 16 kes hatin berdan
16:33 Gardiyanan li Kandirayê bi ser hucreyên çalakgerên jin de girtin
16:01 Taşdemîr: Berxwedasna kurdan AKP kir nava krîzek kûr
15:17 Uçar a testa wê pozitif derket hat berdan
14:49 Li Şirnexê berteka li dijî binçavkirinan
14:19 Sancar: Pirsgirêk bi înkarê çareser nabe
13:50 Qûrsên zaravayên Soranî, Hewramî û Kelhurî yên kurdî dest pê dikin
12:47 Girtiyê nexweş Çakmak ê daket 35 kîloyî rakirin nexweşxanê
10:18 Kurd û masa bazarê ya Sûriyeyê
09:57 Li Xerpetê erd hejiya
09:44 Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Ustercî: Dibe ku hemû girtî bi vîrûsê bikevin
09:25 'Dadgeh, walî û qeymeqam milîtaniya qeyûm dikin'
09:23 'Her tişt biha bûye, lê em hîn bi fiyetê 10 sal berê difiroşin'
09:18 Dayikan bang li Barzanî kir: Dê zirar bigihê her kesî
09:13 Paylan: Peymana Qetarê bi feraseta 'milk ê padîşah e' hatiye kirin
09:11 Saleke cenaze nedane malbatê
09:08 Tenduristkarên bi şewbê dikevin piştî 10 rojan cardin dixebitin
09:05 Nivîskar bûyerên komkujiya Pilimûriye kir pirtûk
09:03 'Armanc astengkirina xebatên HDP'ê ye'
09:01 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2020'AN
28/11/2020
22:44 îro 182 kes ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
20:49 Ciwanên hatibûn binçav kirin hatin berdan
16:15 Ji bo Coşkûnê ji ber îşkenceya polîsan jiyana xwe ji dest da çalakî
16:05 Parêzer Guner hat berdan
16:05 Li Cizîrê 2 ciwan hatin binçavkirin
15:19 Xwestin girtiya nexweş Rûken Yildiz were berdan
15:16 Erebistana Siûdî êdî bi awayekî fermî berhemên Tirkiyeyê boyqot dike
14:55 Cenazeyê mamosteyê Ocalan hat veşartin
14:44 ÎHD'ê pirsa bersûcên Ayşenûr Şimşek kir
14:31 Çaglar Demîrel dest bi greva birçîbûnê kir
14:14 'Çi dikin bila bikin em ê bi ser bikevin’
13:55 Nobeta li Şengalê di roja 3'emîn de ye
13:47 Hevjîna Aydogan ê hat windakirin: Ez dixwazim tenê gorek wî hebe
13:47 Sancar: Tu niyetek dewletê û hikumetê nîne ku kuştina Elçî ronî bike
13:22 Meclîsa Ciwanên HDP'ê: Me serî netewand em natewînin
12:53 Di ser komkujiya Roboskê re 107 meh borîn
Rêya aştî û edaletê di Roboskê re derbas dibe
12:49 MED TUHAD-FED'ê: Bi polîtîkayên çetewarî wê nikaribin encam bigirin
12:44 Tahîr Elçî tê bibîranîn: Em li kujerên bi zirxa bêcezakirinê tên parastin digerin
12:28 Jina ku di derketina edliyê de hatibû birîndarkirin jiyana xwe ji dest da
12:27 Rewşa girtî Ramazan Dûrmaz giran e
12:05 TÎHV'ê binpêkirina mafên Akademîsyenên Aştiyê kirin rapor
12:02 Piştî gotina 'reformê' ya Erdogan, 415 kes hatin binçavkirin
11:34 Îdîanameyên 4 jinên li Nisêbînê hatibûn girtin hatin amadekirin
11:23 ‘Tahîr Elçî parêzvanê mexdûran bû’
11:19 Z.N. ya 2 ewlekaran tecawizî wê kirin, 4 meh şûnde şandin mêvanxaneyê
10:53 Li Amedê serdegirtina malan
10:37 Kardeş Turkuler ji bo bîranîna Tahîr Elçî strana ‘Hewar’ parve kir
10:29 Beştaş: MHP aşkere îlan kir ku pişta xwe dide mafyayê
10:28 Li Dîlokê 13 siyasetmedar hatin berdan
10:27 Hevşaredara Hezoyê Avci hat binçavkirin
10:16 Li Bûrsayê sê parêzer hatin berdan
10:07 ‘Li Dersimê dixwazin nasnameya elewîtiyê tune bikin’
09:05 Welatiyên di ser 65 salan re: Ên şewbê belav dikin ne em in
09:04 Meşkên ji axlemûr û bîşengê
09:03 Parêzerê girtiyê nexweş Tûran: Li ber mirinê ye
09:03 ‘Dixwazin girtiyên Rojavahiyî du caran ceza bikin'
09:03 Polîsan sîxurtî lê ferz kir, dozger got 'çima te qebûl nekiriye?'
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2020'AN
27/11/2020
23:09 Li Efrînê zarokek û kalekî 70 salî hatin kuştin
20:39 Li Tirkiyeyê îro 177 kes ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
20:02 KNK û Şandeya Şengalê: Dê tu peymanên ku êzidî ne di nav de bin neyên qebûlkirin
19:32 Esnafên Stenbolê daketin qadan: Em ê li ber xwe bidin
16:16 Rêxistinên parêzeran: Em destûr nadin parastinê tune bikin
16:09 Orhan: Hişmendiya DAIŞ'ê wê nekare me teslîm bigire
16:08 Mirovê qeyûm ê herî girîng hat girtin
14:58 Li Êlihê 15 kes hatin binçavkirin
14:42 Ji polîsan derp û gef: Em ê hesaba vê rojê ji we bipirsin
14:32 4 meh in nikare cenazeyê kurê xwe bigire
14:25 Berdevka HDP’ê Gunay: Reforma rasteqîn çûyîna pergala we ya xerabûyî ye
14:06 Kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin bi parêzeran re hevdîtin kirin
13:56 Rojnamegerên bertek nîşanî girtinan dan: Pêdivî bi piştevaniyê heye
13:34 Malbat ji bo biçin Îmraliyê carek din serlêdan kirin
13:30 Mor Çati 30 salî ye
13:07 Li Eyn Îsayê mayinek teqiya: 2 zarok mirin
13:00 Girtiyên hatibûn derpkirin di greva birçîbûnê de ne
12:57 Şaredarê Şîşliyê: Binçavkirina cîgirê xwe ji nêz ve dişopînim
12:40 Rojnameya Welat dest bi weşanê kir
12:35 Li Meletiyê erd hejiya
11:42 Li gelek bajaran operasyon: Bi dehan kes hatin binçavkirin
10:50 Jinan bertek nîşanî budçeyê dan: Em ne alîkariyê, azadiya aboriyê dixwazin
10:17 Nûçegihanê me Karataş xistin hucreyê
09:24 Li Qoserê kesek hat binçavkirin
09:20 Polîsan nûçegîhanê me Hakan Yalçin binçav kirin
09:19 Romana ‘Rêwiyê Demên Windayî’ derket