Nivîskar bûyerên komkujiya Pilimûriye kir pirtûk

  • rojane
  • 09:05 29 Mijdar 2020
  • |
img
DERSIM – Nivîskar Riza Dalkiliç, bûyerên di dema Komkujiya Dersimê de li Pilimûriyeyê qewimîne di pirtûka xwe ya "1938'de Pulumur" de kom kirin. 
 
Nivîskar Riza Dalkiliç (63) di pirtûka xwe ya bi navê "1938'de Pulumur" de tiştên di dema Komkujiya Dersimê de qewimîne kom kirine. Piştî kalê wî tiştên di dema komkujiyê de jê re vegotine û kalê wî bixwe bûye şahidê wê demê, Dalkiliç jî daye dû tiştên wê demê qewimîne û taliyê ew di pirtûka navbirî de kom kirine. 
 
‘MELÛMATÊN DERBARÊ QEWIMÎNÊN LI PILIMÛRIYEYÊ DE KÊM IN' 
 
Dalkiliç, anî ziman ku derbarê Komkujiya Dersimê de heya niha gelek pirtûk hatine çapkirin, lê belê derbarê qewimînên li Pilimûriyeyê de kêm pirtûk hene û got: "Bîrbiriyeke wekî ku di sala 1938'an de li Pilimûriyeyê tiştek neqewimîbe heye. Lê belê gava min ji mezinan bihîst, min fêm kir ku ev nerast e. Nexasim li navenda navçeyê devereke heye ku 16 porspiyên hatine gulebarankirin û li vê derê hatine veşartin. Gava şaredariyê xwest vê derê bike park, hestiyên wan derketin holê. Li wê derê dawet çêdibin, govend tên gerandin, lîstik tên lîstin û araq tê vexwarin. Ev yek kir ku bi ser vê yekê de biçim. Piştî vê fikra 'Li Pilimuriyeyê çi qewimî?' li min peyda bû." 
 
‘PANAROMAYA PILIMÛRIYEYÊ' 
 
Dalkiliç, anî ziman ku piştî ku biryar daye dê pirtûkê derxîne bi gelek zor û zehmetiyan re rû bi rû maye. 
 
Dalkiliç got: "Ji sedî 80'yê gundan hatibûn valakirin. Ev mirov koçî Erzingan, Stenbol, Bûrsa û Îzmîrê kiribûn. Lewma derbarê gundan de peydakirina hin agahiyan zehmet bû." 
 
Dalkiliç, bilêv kir ku lê belê cardin jî navê kesên hatine kuştin û deverên bi awyakî komî lê hatine veşartin bi dest xistiye û got: "Li deverekê 5 kes hatine kuştin. Min navê wan yeko yeko peyda kirin. Min derbarê vê komkujiyê de hin agahî ji şahidan hinekê jî ji zarokên wan bihîst û guhdar kir. Taybetmendiyên xweser ên vê herêmê hene. Min deverên wan ên baweriyî tespît kirin û yeko yeko wêneyên wan girtin. Hema bibêje li her gund û mezrikê ziyaret hene. Min derbarê van cîwaran de hin malûmat peyda kirin. Min navê gund û mezrikan ên berê jî nivîsand. Dikarim bibêjim ku min panaromayeke biçûk a Pilimûriyeyê derxist holê." 
 
‘ÊŞA HEMÛYAN EYNÊ YE' 
 
Dalkiliç got: "Komkujiyeke pir mezin, tarvamatîk qewimî. Gava min ji şahidan guhdar dikir, car carinan digiriyam. Nexasim jî gava jinan dest pê dikir digotin 'Xwedê wan rojan neyne serê tu kesî, neyne serê dijmin jî.' Ev gotin bixwe jî nîşan dide ku bê êş û azara wê demê çi qas giran bûye. Êşa hemûyan eynê ye." 
 
Her wiha Dalkiliç, destnîşan kir ku dê di çapa duyem de vê yekê hîn bi dorfirehtir vebêje û got: "Hin mezrik hene, heya niha kesî behsa wan nekiriye. Tên dibêjin gorên wan hene. Ez ê bi vî awayî kêmasiyên heyî temam bikim. Di çapa duyem de ez li ser pergala eşirtiyê ya li Pilimûriyeyê jî hûr dibim. Tiştên qewimîne divê mayinde bin." 
 
RIZA DALKILIÇ KÎ YE? 
 
Di sala 1957'an de li gundê Aynixê yê Pilimûriyeya Dersimê hatiye dinê. Dibistana Mamosteyê ya Dersimê kuta kiriye. Di sala 1979'an de Enstîtiya Perwerdehiyê ya Dersimê kuta kiriye. Di heman salê de dest bi mamostetiyê kiriye. Di nav xebatên Egît-Sen û Egîtîm Senê de cih girtiye. Piştî teqawid bûye di Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê de rêvebertî kiriye û paşê Cîgiriya serokatiya Giştî ya komeleyê kiriye. Her wiha ji bo şaxeke komeleyê li Dersimê ava bibe xebitiye. Heya niha gelek gotar nivîsandine û lêkolîn kirine. "1938'de Pulumur" pirtûka wî ya ewil e. 
 
MA / Ayşe Surme
 

Sernavên din

30/11/2020
11:06 Danişîna endama Komeleya Jinan a Rosa Esmer hat taloqkirin
11:06 Dozgeriyê binçavkirina 18 kesan 4 rojên din dirêj kir
10:18 Xwebûn bi hêjmara 50'emîn derket
10:04 Li Cûdî qedexeya beriya operasyonê
09:42 Li Colemêrgê erd hejiya
09:11 Rastiya GAP’ê: Dewlemend dewlementir xîzan jî xîzantir bû
09:08 Tenê dîwarên Medreseya Feqiyê Teyran mane
09:06 Durûtiya DMME’yê: Darvekirinê cihê xwe ji tecrîdê re hiştiye
09:06 Rojeva ciwanan tecrîd e: Heke ‘reform’ tê xwestin navnîşan Îmralî ye
09:05 Lîstikvanê ‘Keypa12500’: Mijara bingehîn a lîstikê talana Kurdistanê ye
09:04 Hevserokê KNK'ê Qeremûs: Em bihêvî ne ku wê encamek erênî derkeve holê
09:00 ROJEVA 30'YÊ MIJDARA 2020'AN
29/11/2020
20:45 5 kes li Mêrdînê hatin berdan
20:33 185 kesan ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dan
18:57 Li Siwêregê şerê çekdarî: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
18:48 Li Rihayê 2 kes hatin binçavkirin
18:40 Li Îzmîrê 16 kes hatin berdan
16:33 Gardiyanan li Kandirayê bi ser hucreyên çalakgerên jin de girtin
16:01 Taşdemîr: Berxwedasna kurdan AKP kir nava krîzek kûr
15:17 Uçar a testa wê pozitif derket hat berdan
14:49 Li Şirnexê berteka li dijî binçavkirinan
14:19 Sancar: Pirsgirêk bi înkarê çareser nabe
13:50 Qûrsên zaravayên Soranî, Hewramî û Kelhurî yên kurdî dest pê dikin
12:47 Girtiyê nexweş Çakmak ê daket 35 kîloyî rakirin nexweşxanê
10:18 Kurd û masa bazarê ya Sûriyeyê
09:57 Li Xerpetê erd hejiya
09:44 Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Ustercî: Dibe ku hemû girtî bi vîrûsê bikevin
09:25 'Dadgeh, walî û qeymeqam milîtaniya qeyûm dikin'
09:23 'Her tişt biha bûye, lê em hîn bi fiyetê 10 sal berê difiroşin'
09:18 Dayikan bang li Barzanî kir: Dê zirar bigihê her kesî
09:13 Paylan: Peymana Qetarê bi feraseta 'milk ê padîşah e' hatiye kirin
09:11 Saleke cenaze nedane malbatê
09:08 Tenduristkarên bi şewbê dikevin piştî 10 rojan cardin dixebitin
09:05 Nivîskar bûyerên komkujiya Pilimûriye kir pirtûk
09:03 'Armanc astengkirina xebatên HDP'ê ye'
09:01 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2020'AN
28/11/2020
22:44 îro 182 kes ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
20:49 Ciwanên hatibûn binçav kirin hatin berdan
16:15 Ji bo Coşkûnê ji ber îşkenceya polîsan jiyana xwe ji dest da çalakî
16:05 Parêzer Guner hat berdan
16:05 Li Cizîrê 2 ciwan hatin binçavkirin
15:19 Xwestin girtiya nexweş Rûken Yildiz were berdan
15:16 Erebistana Siûdî êdî bi awayekî fermî berhemên Tirkiyeyê boyqot dike
14:55 Cenazeyê mamosteyê Ocalan hat veşartin
14:44 ÎHD'ê pirsa bersûcên Ayşenûr Şimşek kir
14:31 Çaglar Demîrel dest bi greva birçîbûnê kir
14:14 'Çi dikin bila bikin em ê bi ser bikevin’
13:55 Nobeta li Şengalê di roja 3'emîn de ye
13:47 Hevjîna Aydogan ê hat windakirin: Ez dixwazim tenê gorek wî hebe
13:47 Sancar: Tu niyetek dewletê û hikumetê nîne ku kuştina Elçî ronî bike
13:22 Meclîsa Ciwanên HDP'ê: Me serî netewand em natewînin
12:53 Di ser komkujiya Roboskê re 107 meh borîn
Rêya aştî û edaletê di Roboskê re derbas dibe
12:49 MED TUHAD-FED'ê: Bi polîtîkayên çetewarî wê nikaribin encam bigirin
12:44 Tahîr Elçî tê bibîranîn: Em li kujerên bi zirxa bêcezakirinê tên parastin digerin
12:28 Jina ku di derketina edliyê de hatibû birîndarkirin jiyana xwe ji dest da
12:27 Rewşa girtî Ramazan Dûrmaz giran e
12:05 TÎHV'ê binpêkirina mafên Akademîsyenên Aştiyê kirin rapor
12:02 Piştî gotina 'reformê' ya Erdogan, 415 kes hatin binçavkirin
11:34 Îdîanameyên 4 jinên li Nisêbînê hatibûn girtin hatin amadekirin
11:23 ‘Tahîr Elçî parêzvanê mexdûran bû’
11:19 Z.N. ya 2 ewlekaran tecawizî wê kirin, 4 meh şûnde şandin mêvanxaneyê
10:53 Li Amedê serdegirtina malan
10:37 Kardeş Turkuler ji bo bîranîna Tahîr Elçî strana ‘Hewar’ parve kir
10:29 Beştaş: MHP aşkere îlan kir ku pişta xwe dide mafyayê
10:28 Li Dîlokê 13 siyasetmedar hatin berdan
10:27 Hevşaredara Hezoyê Avci hat binçavkirin
10:16 Li Bûrsayê sê parêzer hatin berdan
10:07 ‘Li Dersimê dixwazin nasnameya elewîtiyê tune bikin’
09:05 Welatiyên di ser 65 salan re: Ên şewbê belav dikin ne em in
09:04 Meşkên ji axlemûr û bîşengê
09:03 Parêzerê girtiyê nexweş Tûran: Li ber mirinê ye
09:03 ‘Dixwazin girtiyên Rojavahiyî du caran ceza bikin'
09:03 Polîsan sîxurtî lê ferz kir, dozger got 'çima te qebûl nekiriye?'
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2020'AN
27/11/2020
23:09 Li Efrînê zarokek û kalekî 70 salî hatin kuştin
20:39 Li Tirkiyeyê îro 177 kes ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
20:02 KNK û Şandeya Şengalê: Dê tu peymanên ku êzidî ne di nav de bin neyên qebûlkirin
19:32 Esnafên Stenbolê daketin qadan: Em ê li ber xwe bidin
16:16 Rêxistinên parêzeran: Em destûr nadin parastinê tune bikin
16:09 Orhan: Hişmendiya DAIŞ'ê wê nekare me teslîm bigire
16:08 Mirovê qeyûm ê herî girîng hat girtin
14:58 Li Êlihê 15 kes hatin binçavkirin
14:42 Ji polîsan derp û gef: Em ê hesaba vê rojê ji we bipirsin
14:32 4 meh in nikare cenazeyê kurê xwe bigire
14:25 Berdevka HDP’ê Gunay: Reforma rasteqîn çûyîna pergala we ya xerabûyî ye
14:06 Kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin bi parêzeran re hevdîtin kirin
13:56 Rojnamegerên bertek nîşanî girtinan dan: Pêdivî bi piştevaniyê heye
13:34 Malbat ji bo biçin Îmraliyê carek din serlêdan kirin
13:30 Mor Çati 30 salî ye
13:07 Li Eyn Îsayê mayinek teqiya: 2 zarok mirin
13:00 Girtiyên hatibûn derpkirin di greva birçîbûnê de ne
12:57 Şaredarê Şîşliyê: Binçavkirina cîgirê xwe ji nêz ve dişopînim
12:40 Rojnameya Welat dest bi weşanê kir
12:35 Li Meletiyê erd hejiya
11:42 Li gelek bajaran operasyon: Bi dehan kes hatin binçavkirin
10:50 Jinan bertek nîşanî budçeyê dan: Em ne alîkariyê, azadiya aboriyê dixwazin
10:17 Nûçegihanê me Karataş xistin hucreyê
09:24 Li Qoserê kesek hat binçavkirin
09:20 Polîsan nûçegîhanê me Hakan Yalçin binçav kirin
09:19 Romana ‘Rêwiyê Demên Windayî’ derket