'Dadgeh, walî û qeymeqam milîtaniya qeyûm dikin'

  • rojane
  • 09:25 29 Mijdar 2020
  • |
img
ŞIRNEX - Hevşaredarên Cizîrê yên ku qeyûm tayinî şûna hatine kirin Berîvan Kutlu û Mehmet Zirig derbarê polîtîkayên ku qeyûm li navçeyê dide meşandin de gotin: "Hewl didin ku komployeke qirkirina siyasî ya li dijî HDP'ê organîze bikin û vê yekê bi rêya dadgehê qanûnî bikin. Ji polîsan bigirin heta ku qeymeqam, îstîxbarat û walitiyê hemû sazî û dezgehên dewletê li gorî daxwaza qeyûm tevdigerin."
 
Di 31'ê Adarê de, di hilbijartinên herêmî de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 65 şaredarî bi dest xistibûn. Di nav van şaredariyên de 3'ê jê bajarên mezin bi giştî 48 şaredariyên HDP'ê bi biryara Wezaretê Karên Hundir ve yek bi yek hatin desteserkirin. Di heman demê de piştî hilbijartinê, 6  hevşaredar bi hinceta bi Biryarnameya Hikmê Qanûnê (KHK) hatine îxrackirin, mazbatayên wan hatibûn betalkirin. Yek ji şaredariyên ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin jî Şaredariya Cizîrê ya Şirnexê ye. 
 
Têkîldarî geşedanên herî dawî û polîtîkayên ku qeyûm li navçeyê dide meşandin hevşaredarên HDP'ê yên Cizîrê Berîvan Kutlu û Mehmet Zirig yên qeyûm tayinî şûna wan hatine kirin, axivîn. 
 
TUNDÎ ZÊDE BÛ 
 
Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kûtlû, anî ziman ku piştî ku qeyûm hat tayinkirin li herêmê tundiya li dijî jinan gihişt asta herî bilind û wiha axivî: "Di serdema duyemîn de dema ku dîsa şaredarî ket destê me, me bi stratejiya plana bi salane dest bi xebatên xwe kir. Ji ber ku di nava jiyanê de di her hêlê de kesê ku herî zêde tê astengkirin jin e. Bingeha jiyana civakî jî jin e. Ji ber wê jî me xwest li gorî polîtîkaya HDP'ê ya şaredariyan tevbigerin û vê li bajaran bidin rûniştandin. Di qada jinê de kar û xebatê ku me dixwest pêk binin, ji aliyê gel ve dibûn cihê bertekên erênî û ev bûn xebatên me yên sereke. Lê mixabin em tenê 6 mehan li ser kar man. Ji bo avakirina navenda piştevaniyê ya jinê me xebatên xwe amadekiribûn. Her wiha xebatên me yên cûr bi cûr hebûn. Lê mixabin her tişt di nivî de ma û nehiştin ku em pêk bînin. Di qada perwerdehiya jinê de, tendûristiya jinê û her wiha li dijî tundiya li ser jinê xebatên me hebûn. Lê niha  yek ji van di nav xebatên qeyûm de cih nagire. Berevajî vê jin di civakê de tune tê hesibandin. Di şexsê jinan de qirkirinek li civakê tê ferzkirin. Heta niha di qada jinê de qeyûm yek xebatek jî nekiriye. Jixwe li gel desteserkirina şaredariyê hemû kar û xebatên jinan hatin sekinandin û deskeftiyên jinan jî hedef hatin girtin. Mala jinan kirin qursa Qur'anê. Lê wekî civaka kurd em dibêjin ku me misilmanî bi AKP'ê nas nekiriye û jixwe em civakeke bawermend in. Di van qursên Qur'anê de zarokan îstîsmar dikin. Me mînakên bi vî rengî dîtin. Tişteke ku bidin civaka me tune ye. Mînak di şaredariyê de 600 karker hebûn. Ji van tenê 60 jin bûn. Lê ev tişt dijberî nêrîn û bîrdoziya me bû. Me ev hejmar kir wekhev." 
 
'QADÊN HEYÎ JÎ LI JINAN TENG DIKIN' 
 
Kûtlû, di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku dibe ku ew ne li şaredariyê bin, lê ew di her kêliyên jiyanê de bi gelê xwe re ne û wiha got: "Bi polîtîkayên qirêj ew ê nikaribinn bi ser bikevin. Li Cizîrê dixwazin bi rêbazên cuda gel bixapînin. Lê çi bibe bila bibe ew ê nikaribinn gelê Botanê bixapînin. Bi tundiyê, bi kuştinê û bi girtinê nikaribûnn jinê xelas bikin. Îro jî bi polîtîkayên qeyûm jî nikarin vîna jina Botanê bi dest bixin. Şûna ku di nava civakê de ji jinan re qadan vekin, qadên heyî jî li jinan teng dikin. Em ê bi her awayî xwe bigihîjînin hemû jinên civakê û wekî roja destpêkê ji îro pê ve jî em ê bi wan re bin." 
 
'DADGEH, WALÎ Û QEYMEQAM MILÎTANIYA AKP'Ê DIKIN' 
 
Hevşaredar Mehmet Zirig jî bal kişand li ser polîtîkayên ku qeyûm li herêmê dide meşandin û wiha bi lêv kir: "DI 29'ê Cotmehê Roja Cejna Komarê de şaredariya me hat desteserkirin. Di vê rojê de tayinkirina qeyûm, pir watedar e û rewşeke ku divê were nirxandin. Ev roj roja ku dibêje serwerî bê şert û merc aydê gel e. Lê bi vê pratîkê hat nîşandan ku serwerî bê şert û merc ne aydî gel e. Hevalên me yên ku berî hilbijartinan derbarê wan de lêpirsînek jî tune bû, niha derbarê wan de bi dehan lêpirsîn hatine destpêkirin. Beriya hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê dozek min tenê hebû, lê niha li derbarê min de 12 lêpirsîn hatine destpêkirin. Ev mînaka herî berbiçav e ku daraz di bin hikmê AKP'ê de ye. Yek endamên Meclîsa Şaredariyê me nemaye ku derheqê wan de lepirsîn nehatiye vekirin. Ev jî nîşanî me dide ku dadgeh milîtaniya AKP'ê dike."
 
'EW TIŞTÊ KU ME PÊ SUCDAR DIKIN EW BI XWE DIKIN'
 
Zirig, di dirêjiya axaftina xwe de da zanîn ku hemû sazî û dezgehên dewletê ji qeyûm re dixebitin û wiha dom kir: "Sedema ji kar avêtina min wekî tevlêbûna min a 'pergala bajarsaziyê ya KCK'ê' hate nîşandan. Tiştê ku di rêziknameya partiya min de derbas dibe hate terorîzêkirin. Ew hewl didin ku komployek qirkirina siyasî ya li dijî HDP'ê organîze bikin û bi rêya dadgehê qanûnî bikin. Ji polîsan bigirin heta bi qeymeqam, îstixbarat û walitiyê hemû sazî û dezgehên dewletê li gorî daxwaza qeyûm tevdigerin. Berî du hefteyan, meclîsa bajêr civînek di bin navê damezrandina bajarvaniyê de li avahiya karûbarê şaredariyê li dar xist. Di vê civînê de meclîsa neqanûnî ya bajêr hat avakirin. Kesên ku vîna gelê Cizîrê nas nakin, bi komkirina mirovên ku bi karê qirêj re têkildar in civînê pêk tînin. Ew tiştê ku me pê sucdar dikin, ew bi xwe dikin. Ji gelê kurd re bi awayekî aşkere dibêjin ku 'Ez vîna we nas nakim û li ser vîna we vîna çeteyî ava dikim.'  Lê ew jî dizanin ku gelê kurd tu caran vîna xwe teslîmî wan nake. Kesên ku li dijî îradeya gel neqanûnî tevdigerin wê roj bê hesab bidin."
 
'DIVÊ EM BERXWEDANA XWE MEZIN BIKIN'
 
Zirig, di dawiya axaftina xwe de bang li hemû hêzên demokrat kir ku li dijî van polîtîkayan dengê xwe bilind bikin û wiha got: "Di van rojên dawî de bi daxwaza qeyûm endamên meclîsa şaredariyên me bi telefonê hatin tacîzkirin û ji wan re gotin, 'Hûn çima diçin avahiya navçeyê ya HDP'ê?' Ev pirs, xwenenaskirin e. Ev pirs wekî pirsa têkiliya Soylu bi Erdogan re çi ye? Bila gelê me baş zanibe ku vîna wan ne bêxwedî ye. Tenê ne li Cizîrê, li seranserê Tirkiyeyê polîtîkaya qeyûm tê meşandin. Li dijî van polîtîkayan divê hemû rêxistinên demokratîk têkoşîna xwe mezin bikin. Ya ku em bikin ew e ku em li dijî van polîtîkayan berxwedana xwe mezin bikin." 
 
MA / Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

30/11/2020
11:06 Danişîna endama Komeleya Jinan a Rosa Esmer hat taloqkirin
11:06 Dozgeriyê binçavkirina 18 kesan 4 rojên din dirêj kir
10:18 Xwebûn bi hêjmara 50'emîn derket
10:04 Li Cûdî qedexeya beriya operasyonê
09:42 Li Colemêrgê erd hejiya
09:11 Rastiya GAP’ê: Dewlemend dewlementir xîzan jî xîzantir bû
09:08 Tenê dîwarên Medreseya Feqiyê Teyran mane
09:06 Durûtiya DMME’yê: Darvekirinê cihê xwe ji tecrîdê re hiştiye
09:06 Rojeva ciwanan tecrîd e: Heke ‘reform’ tê xwestin navnîşan Îmralî ye
09:05 Lîstikvanê ‘Keypa12500’: Mijara bingehîn a lîstikê talana Kurdistanê ye
09:04 Hevserokê KNK'ê Qeremûs: Em bihêvî ne ku wê encamek erênî derkeve holê
09:00 ROJEVA 30'YÊ MIJDARA 2020'AN
29/11/2020
20:45 5 kes li Mêrdînê hatin berdan
20:33 185 kesan ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dan
18:57 Li Siwêregê şerê çekdarî: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
18:48 Li Rihayê 2 kes hatin binçavkirin
18:40 Li Îzmîrê 16 kes hatin berdan
16:33 Gardiyanan li Kandirayê bi ser hucreyên çalakgerên jin de girtin
16:01 Taşdemîr: Berxwedasna kurdan AKP kir nava krîzek kûr
15:17 Uçar a testa wê pozitif derket hat berdan
14:49 Li Şirnexê berteka li dijî binçavkirinan
14:19 Sancar: Pirsgirêk bi înkarê çareser nabe
13:50 Qûrsên zaravayên Soranî, Hewramî û Kelhurî yên kurdî dest pê dikin
12:47 Girtiyê nexweş Çakmak ê daket 35 kîloyî rakirin nexweşxanê
10:18 Kurd û masa bazarê ya Sûriyeyê
09:57 Li Xerpetê erd hejiya
09:44 Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Ustercî: Dibe ku hemû girtî bi vîrûsê bikevin
09:25 'Dadgeh, walî û qeymeqam milîtaniya qeyûm dikin'
09:23 'Her tişt biha bûye, lê em hîn bi fiyetê 10 sal berê difiroşin'
09:18 Dayikan bang li Barzanî kir: Dê zirar bigihê her kesî
09:13 Paylan: Peymana Qetarê bi feraseta 'milk ê padîşah e' hatiye kirin
09:11 Saleke cenaze nedane malbatê
09:08 Tenduristkarên bi şewbê dikevin piştî 10 rojan cardin dixebitin
09:05 Nivîskar bûyerên komkujiya Pilimûriye kir pirtûk
09:03 'Armanc astengkirina xebatên HDP'ê ye'
09:01 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2020'AN
28/11/2020
22:44 îro 182 kes ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
20:49 Ciwanên hatibûn binçav kirin hatin berdan
16:15 Ji bo Coşkûnê ji ber îşkenceya polîsan jiyana xwe ji dest da çalakî
16:05 Parêzer Guner hat berdan
16:05 Li Cizîrê 2 ciwan hatin binçavkirin
15:19 Xwestin girtiya nexweş Rûken Yildiz were berdan
15:16 Erebistana Siûdî êdî bi awayekî fermî berhemên Tirkiyeyê boyqot dike
14:55 Cenazeyê mamosteyê Ocalan hat veşartin
14:44 ÎHD'ê pirsa bersûcên Ayşenûr Şimşek kir
14:31 Çaglar Demîrel dest bi greva birçîbûnê kir
14:14 'Çi dikin bila bikin em ê bi ser bikevin’
13:55 Nobeta li Şengalê di roja 3'emîn de ye
13:47 Hevjîna Aydogan ê hat windakirin: Ez dixwazim tenê gorek wî hebe
13:47 Sancar: Tu niyetek dewletê û hikumetê nîne ku kuştina Elçî ronî bike
13:22 Meclîsa Ciwanên HDP'ê: Me serî netewand em natewînin
12:53 Di ser komkujiya Roboskê re 107 meh borîn
Rêya aştî û edaletê di Roboskê re derbas dibe
12:49 MED TUHAD-FED'ê: Bi polîtîkayên çetewarî wê nikaribin encam bigirin
12:44 Tahîr Elçî tê bibîranîn: Em li kujerên bi zirxa bêcezakirinê tên parastin digerin
12:28 Jina ku di derketina edliyê de hatibû birîndarkirin jiyana xwe ji dest da
12:27 Rewşa girtî Ramazan Dûrmaz giran e
12:05 TÎHV'ê binpêkirina mafên Akademîsyenên Aştiyê kirin rapor
12:02 Piştî gotina 'reformê' ya Erdogan, 415 kes hatin binçavkirin
11:34 Îdîanameyên 4 jinên li Nisêbînê hatibûn girtin hatin amadekirin
11:23 ‘Tahîr Elçî parêzvanê mexdûran bû’
11:19 Z.N. ya 2 ewlekaran tecawizî wê kirin, 4 meh şûnde şandin mêvanxaneyê
10:53 Li Amedê serdegirtina malan
10:37 Kardeş Turkuler ji bo bîranîna Tahîr Elçî strana ‘Hewar’ parve kir
10:29 Beştaş: MHP aşkere îlan kir ku pişta xwe dide mafyayê
10:28 Li Dîlokê 13 siyasetmedar hatin berdan
10:27 Hevşaredara Hezoyê Avci hat binçavkirin
10:16 Li Bûrsayê sê parêzer hatin berdan
10:07 ‘Li Dersimê dixwazin nasnameya elewîtiyê tune bikin’
09:05 Welatiyên di ser 65 salan re: Ên şewbê belav dikin ne em in
09:04 Meşkên ji axlemûr û bîşengê
09:03 Parêzerê girtiyê nexweş Tûran: Li ber mirinê ye
09:03 ‘Dixwazin girtiyên Rojavahiyî du caran ceza bikin'
09:03 Polîsan sîxurtî lê ferz kir, dozger got 'çima te qebûl nekiriye?'
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2020'AN
27/11/2020
23:09 Li Efrînê zarokek û kalekî 70 salî hatin kuştin
20:39 Li Tirkiyeyê îro 177 kes ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
20:02 KNK û Şandeya Şengalê: Dê tu peymanên ku êzidî ne di nav de bin neyên qebûlkirin
19:32 Esnafên Stenbolê daketin qadan: Em ê li ber xwe bidin
16:16 Rêxistinên parêzeran: Em destûr nadin parastinê tune bikin
16:09 Orhan: Hişmendiya DAIŞ'ê wê nekare me teslîm bigire
16:08 Mirovê qeyûm ê herî girîng hat girtin
14:58 Li Êlihê 15 kes hatin binçavkirin
14:42 Ji polîsan derp û gef: Em ê hesaba vê rojê ji we bipirsin
14:32 4 meh in nikare cenazeyê kurê xwe bigire
14:25 Berdevka HDP’ê Gunay: Reforma rasteqîn çûyîna pergala we ya xerabûyî ye
14:06 Kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin bi parêzeran re hevdîtin kirin
13:56 Rojnamegerên bertek nîşanî girtinan dan: Pêdivî bi piştevaniyê heye
13:34 Malbat ji bo biçin Îmraliyê carek din serlêdan kirin
13:30 Mor Çati 30 salî ye
13:07 Li Eyn Îsayê mayinek teqiya: 2 zarok mirin
13:00 Girtiyên hatibûn derpkirin di greva birçîbûnê de ne
12:57 Şaredarê Şîşliyê: Binçavkirina cîgirê xwe ji nêz ve dişopînim
12:40 Rojnameya Welat dest bi weşanê kir
12:35 Li Meletiyê erd hejiya
11:42 Li gelek bajaran operasyon: Bi dehan kes hatin binçavkirin
10:50 Jinan bertek nîşanî budçeyê dan: Em ne alîkariyê, azadiya aboriyê dixwazin
10:17 Nûçegihanê me Karataş xistin hucreyê
09:24 Li Qoserê kesek hat binçavkirin
09:20 Polîsan nûçegîhanê me Hakan Yalçin binçav kirin
09:19 Romana ‘Rêwiyê Demên Windayî’ derket