NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê îro 190 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan û 30 hezar û 110 kesên din jî bi şewbê ketin.
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin.
Li gor daneyên hatine parvekirin li Tirkiyeyê îro 190 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan û 30 hezar û 110 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin. Her wiha hejmara kesên ku heya niha ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane jî 13 hezar û 936 ye û hejmara nexweşan jî 506 hezar û 966 e.