Bîrdal: Tecrîd pirsgirêka mafê mirovan e

  • rojane
  • 09:07 7 Kanûn 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzvanê mafên mirovan û siyasetmedar Akin Birdal, bi minasebeta 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan, bal kişand ser rewşa mafên mirovan û destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê pirsgirêka mafên mirovan e. Bîrdal, anî ziman ku tecrîd pirsgirêka gelê Kurd, pirsgirêka DMME, CPT, pirsgirêka edalet û hiqûqê e.

 
Hefteya 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê ye. 72 sal berê 10’ê Kanûna 1948’an wekî Roja mafê mirovan hat qebûlkirin. Piştî vê rojê her 10’ê Kanûnê çalakî tên li darxistin. 
 
Têkildarî 10’ê Kanûnê Serokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yê berê û siyasetmedar Akin Birdal, rewşa mafên mirovan a li Cîhanê û Tirkiyeyê nirxand. Bîrdal, ewil anî ziman ku 72 sal berê Neteweyên Yekbkûyî Danezana Mafên Mirovan a Gerdûnî qebûl kirin û wiha got: “Em bi minasebeta 10’ê kanûnê hefteyekê balê dikişinin ser mafên mirovan, mafê jiyanê û azadiya mirovan. Berî her tiştî Civakên Herêmî û Navneteweyî yên bi armanca ewlehî, edalet û aştiya cîhanê biparêzin hatin avakirin ji armanc û pîvanên peymana gerdûnî dûr ketine û wiha got: “Di serî de Neteweyên Yekbûyî (NY), Konseya Ewropa (KE) Rêxistina Hevkariya Ewlehiya Ewropa û rêxistinên din ji armanca xwe dûr ketine. Ev rêxistinên navneteweyî  van mafên mirovan ên tên binpêkirin nabînin. Mînak li gel ku li Tirkiyeyê mafên mirovan ketiye bin piyan jî dîsa NY, KE, YE, DYA tenê dibêjin ‘Em bi fikar in’. Ji xeynî wê tiştekî din nakin. Binerin di 15 salên dawî de li Tirkiyeyê binpêkirina mafên mirovan pir pir zêde bûye. Li dijî van binpêkirina mafan tu tişt nayê kirin.” 
 
‘DMME BINPÊKIRINA MAFAN A LI TIRKIYEYÊ TENÊ TEMAŞE DIKE’
 
Birdal, helwesta Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî rexne kir û wiha domand: “Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) li dijî binpêkirina mafan a Tirkiyeyê bêdeng e. Mînak DMME li dijî binpêkirina mafan a Tirkiyeyê tenê temaşe dike. Binerin li Îmraliyê tecrîd heye. Demek dirêj e CPT nayê lêkolîn nake. Nayê vê rewşê bi raya giştî re parve nake. Rewşa Îmraliyê bi cemaweriya demokratîk a ewropa re parve nake. Rêxistinên navneteweyî li dijî van binpêkirinan nabin asteng. Ya din jî dewlet ewil aliyê bazirganî, eskerî, siyasî û malî esas digirin. Lê divê ewil mafên mirovan esas girtibûna. Divê normên hiqûq, mafên mirovan û demokrasiyê esas girtibûna. Tirkiye di aliyê biçekbûnê de di rêza 24’an a cîhanê de ye. Li şûna konsepta azadiyê dewlet ewil konsepta ewlehiyê esas digirin.” 
 
‘PIŞTÎ GOTINA REFORMÊ ZÊDEYÎ HEZAR SIYASETMEDAR BINÇAV KIRIN’
 
Birdal, destnîşan kir ku ji ber halê cîhanê li Tirkiyeyê jî binpêkirina mafan zêde ye û wiha pêde çû: “Der barê mafên mirovan ên Kurd de vakfa me heftane û rojane bultanan amade dike. Ev rewş dilê mirovan diêşîne. Her roj li Amed, Colemêrg, Sêrt, Şirnex û Wanê mirov tên binçavkirin û girtin.Piştî gotina reformê di 10-15 rojên dawî de zêdeyî hezar endam û rêveberên HDP’ê yên navçe û bajaran hatin binçavkirin û girtin. Lê dîsa jî nekaribûn rê li pêşiya daxwazên siyasetmedaran bigirin. Ji bo dijminantiya li dijî Kurdan bi dawî bibe divê her kes hinekî bibin Kurd, her kes hinekî bibin HDP’î û empatî pêş bixin. Divê her kes hinekî bibin demokrat. Binerin 13-15 sal berê dema AKP hat îqtîdarê li zindanan 57 hezar girtî hebûn. Lê niha 287 hezar mirov girtî ne. Zêdeyî hezar girtiyên nexweş hene. Her mehê cenazeyê 1-2 girtiyan ji girtîgehê derdikevin. Wezîr got 11 kes, lê li gorî daneyên ÎHD’ê 41 girtî bi pandemiya vîrûsê li girtîgehê mirin.”
 
‘TECRÎD PIRSGIRÊKA MAFÊ MIROVAN E’
 
Parazvanê mafên mirovan Bîrdal herî dawî bal kişand ser tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F jî û gotinên xwe bi dawî kir: “Em ji destpêkê de diyar dikin ku tecrîd pirsgirêka mafên mirovan e. Pirsgirêka edalet û hiqûqê ye. Pirsgirêka Kurd e. Di sala 2018’an piştî çalakiyê parêzeran bi Birêz Ocalan re hevdîtin kir. Lê niha dîsa Birêz Ocalan nikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtin bike. Wê demê ma ev ne pirsgirêka saziyên navneteweyî yên hiqûqê qe?, Ma ne pirsgirêka CPT ye? Ma me pirsgirêka Meclîsa Tirkiyeyê ye? Ma tenê pirsgirêka gelê Kurd e? Na pirsgirêka her kesî ye. Ev pirsgirêka demokrasi, aştiyê ye. Ji ber vê yekê divê tecrîd bi dawî bibe.” 
 
MA / Mehmet Alî Ertaş
 
 
 

Sernavên din

07/12/2020
16:13 Li Mûglayê jinek hat qetilkirin
16:06 Li Eskîşehîrê bi ser qawişa girtiyên ketine çalakiya greva birçîbûnê de girtin
15:39 Li Êlihê dayika sê zarokan Menîce Îş hat girtin
15:23 Ji rêxistinkirina terîqetan re bertek: Gelê Dersîmê wê serî netewîne
15:22 Ji daxuyaniya li dijî destdirêjiyê re astengî: Rojnameger hatin dûrxistin
15:06 Kampanya qerta piştevaniya bi girtiyan re
14:13 DÎB: Îqtîdar di derewan de sînoran nas nake
14:11 Li Meclisê hevdîtinên budçeyê dest pê kirin
13:47 Wêzîrê Karên Derve yê Almanyayê: Ji bo Tirkiyeyê em ê danêkirinan binirxinîn
13:21 Ûca: Gelo çima nûçeyên tecawîzê hatin qedexekirin?
13:18 408 girtî ji Sêrtê sewqî Êlihê hatin kirin
13:12 Ji ber dubarebûnê doza Rojnameger Parlak red bû
13:03 Jinan li Êlihê bang kirin: Em ê destûra niximandina bûyerê nedin
12:53 Deklarasyona Mafê Jinan a 2020’an: Em zêdetir bi biryarin
12:23 Du karkerên di bin hezanê de man jiyana xwe ji dest dan
12:04 Li Girtîgeha Gebzeyê binpêkirinên mafan zêde dibin
12:03 Li Şengalê meşa piştgiriya asayîşê destpê kir
11:42 Ji rayedaran daxuyaniya Kercewsê: Dest ji faîlan berdan, ketin dû nûçeyê
11:10 Koma sêyemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
10:58 Hevdîtinên butçeya 2021’an dest pê dikin
09:51 Hêzên Îranê kolberê bavê 3 zarokan kuştin
09:24 Nûçeya destdirêjiya li Kercewsê hat astengkirin
09:08 HDP’ê ser û guhê kampa penaberên Sûriyê da hev
09:08 Misircî newêrin biçin Nexweşxaneya Dewletê!
09:07 Bîrdal: Tecrîd pirsgirêka mafê mirovan e
09:07 ‘Êdî bes e ji zilma VEDAŞ’ê re’
09:06 Di ser hilweşandina Goristana Xerzanê de sê sal derbas bûn: Dest ji vê zilmê berdin
09:04 Erdemol: Ji YE biryara danekirinê derkeve wê Tirkiye gelek tiştan winda bike
09:04 Karkerên Atlas Globalê ji bo mafê xwe di çalakiyê de ne
09:04 Di pandemiyê de penabertî zehmet e
09:04 Roportaj dayîn jî, kirin sedema girtinê
09:00 ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2020'AN
06/12/2020
19:28 Li Tirkiyê 195 kesên din jî mirin
18:30 Girtiyên li Duzceyê bang li raya giştî kirin
17:45 Li sêgoşeya Licê, Pasûr û Dara Hênê operasyona eskerî
16:59 Polîsan zarokek bi lêdanê binçav kirin
16:49 3 karkerên dibin qalibên betonê de man birîndar bûn
15:56 Ligel ku şer bi dawî bû jî, nobeta alê dewam dike
14:59 Zarokek serdevkî avêtin erdê, destê wî paşve kelepçekirî binçav kirin
14:25 Pitika di nava zeviya şewitî de ma, jiyana xwe ji dest da
12:28 Meclîsa Ciwanên HDP'ê: Em xwedî berxwedana girtiyan derkevin
11:43 Li Amedê xebatkareke din ê tenduristiyê jiyana xwe ji dest da
09:07 Bavê du girtiyan: Berî ku girtî dest bi rojiya mirinê bikin daxwazên wan qebûl bikin
09:07 Du hefte ye haya wê ji hevjînê wê yê bi Covîd-19'ê ketiye tune ye
09:06 Serokê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê: Tevdîreke giştî ya ji bo 14 rojan divê
09:05 Li Dersimê hejmara kesên bi şewbê dikevin zêde dibe
09:05 ‘Cîhatê min li Sûrê çû, lê Cîhat Bager çêbû'
09:03 Qedexe ji bo wan birçîbûnî ye
09:01 Ûgûrlû: Xwedîderketina li grevên birçîbûnê xwedîderketina li azadiya civakê ye
09:00 ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2020'AN
05/12/2020
21:10 Sebahat Tûncel jî dê dest bi greva birçîbûnê bike
19:39 196 kes mirin, 31 hezar û 896 kes jî pê ketin
19:00 Girtiyên di gerva birçîbûnê de ji bo 'têkoşîna bi hev re' bang kirin
17:10 Girtiyê nexweş Mehmet Yavûz serbest berdin
17:08 Binpêkirinên mafan ên piştî greva birçîbûnê yên li Girtîgeha Rihayê
16:49 Li Antalyayê, bi pileya 5.4 erd hejiya
16:11 Li Wanê 7 girtî di greva birçîbûnê de ne
15:51 8 sal cezayê girtîgehê li cîgirê berê yê şaredarê Wêranşarê hat birîn
15:04 Li Bedlîsê qezaya trafîqê: Kesekî jiyana xwe ji dest da û 7 kes jî birîndar bûn
14:54 Derket holê ku bi kincan hatiye definkirin
14:39 Dayikên Şemiyê xwestin faîlên Demîr û Akîpa bên darizandin
13:26 Muamele xerab li girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de kirin
12:33 Înîsiyatîfê xwest girtiyên nexweş ên giran Demîr û Kiliç bên berdan
12:22 Li gel belgenameya ‘hatiye binçavkirin” jî 23 sal in winda ye
11:59 Li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê, mûameleya xirab
11:59 Operasyona leşkerî ya li Bedlîsê didome
11:03 Malpera Jinnewsê hat astengkirin
09:37 ‘Ji ber bêstatûbûyînê mafê penaberan tê binpêkirin'
09:15 DEDAŞ'ê ceryan qut kir, berdarî û hilberîn kêm bû
09:14 Biryara AYM'ê ya derbarê kamerayên li girtîgehan hatine bicihkirin: Binpêkirina mafan e
09:13 Berdevkê ÎSÎG'ê Guven: Bi pandemiyê re cinayetên kar zêde bûn
09:13 Dayikên Aştiyê: Em vê tecrîdê qebûl nakin!
09:12 Dadgeha Bilind cezayê wî xera kir, lê belê hîn jî di girtîgehê de ye
09:11 Bavê girtiyê nexweş Tûran: Kesekî ku nikare bi tena serê xwe avê jî vexwe dê çawa ji bo civakê talûke be
09:10 Li Amedê hejmara duçerxeyan zêde dibe, lê rêyên wan tên dagirkirin
09:10 Cîgerê Hevserokê MXDŞ'ê: Bi Hikûmeta Iraqê re tu tifaq û peyman nehatine çêkirin
09:09 Ji Weşanxaneya Lîsê 30 pirtûk derketin 21 pirtûkên din jî dertên
09:00 ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2020'AN
04/12/2020
19:59 193 kes mirin, 32 hezar û 736 kes jî pê ketin
18:16 Li Şirnexê ji 23 kesên hatin binçavkirin 19 kes hatin berdan
18:10 Serlêdana malbatan a ji bo çûyîna Îmraliyê hat redkirin
16:25 Press In Arrest: Di navenda zextên li ser çapemeniyê de MA heye
15:37 Roj bi roj dihele
15:17 Li Girtîgeha Tîpa T a Amedê îşkenceya biço
14:52 Rêxistinên sivîl bertek nîşanî girtina Dr. Gokalp dan
14:51 Gunay: Mekanîzmeya darbeyê bi tecrîda li ser Ocalan dewam dike
14:11 ÎHD: Bila derbarê mirina Erbaş de lêpirsîn bê destpêkirin
14:05 Serokê Konseya YE’yê Michel: Divê ev lîstika mişk û pisîkê bi dawî bibe
13:52 Li Farqînê 416 polikên zîv hatin girtin
13:51 KESK: Mûçeyê kêmane ne qencî ye mafek mirovî yê bingehîn e
13:39 Di meha mijdarê de ji bo 2 hezar û 946 hesabên medya civakî kirarî hat kirin
13:11 Parêzerê girtiyê nexweş giliyê Miduriyeta Polîsan a Amedê kir
12:54 Ebdî: Di şerê navbera kurdan de Şoreşa Rojava wê zirarek mezin bibîne
12:53 Yildirimê HDP’î ku bi koronayê ketiye rakirin nexweşxaneyê
12:12 DFG’ê rapora meha Mijdarê ya rojnamevanan eşkere kir
11:49 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:27 Operasyona eskerî: Li 46 gundan qedexeya derketina derve
11:09 Têkoşîna karkerên Tekstîla Ozakê bi ser ket
11:02 Qedexeya li Wanê di roja hezar û 474'an de ye
10:51 Girtî derp kirin, dest danîn ser eşyayên wî