Platforma Demokrasiyê ya Wanê: Bila tecrîd were bidawîkirin

  • rojane
  • 13:50 8 Kanûn 2020
  • |
img
WAN - Platforma Demokrasiyê ya Wanê têkildarî grevên birçîbûnê yên ji bo dawîkirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li girtîgehan hat destpêkirin daxuyanî da û ji bo tecrîd bi dawî bibe û kes canê xwe ji dest nede banga hestiyariyê li raya giştî kir.
 
Li girtîgehan ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger bi koma sêyemîn didome. Platforma Demokrasiyê ya Wanê têkildarî greva birçîbûnê ya li hatiye destpêkirin li avahiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtiyên (TUHAY-DER) a Şaxa Wanê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokên rêxistinên HDP’ê û DBP’ê yên Wanê jî piştevanî dan civînê.
 
GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ DI ROJA 12'EMÎN DE YE
 
Hevserokê Şaxa TUHAY-DER’ê ya Wanê Kinyas Başak daxuyanî xwend. Başak çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo dawîkirina tecrîdê ya di sala 2018’an de dest pê kir û di sala 2019’an de bi hevdîtinên li gel Ocalan pêk hatin bi dawî bûbû bi bîr xist. Başak anî ziman ku piştî 5 hevdîtinên li gel Ocalan bi heman rengî tecrîda girankirî dîsa dest pê kiriye û didome û ji bo dîsa tecrîd were bidawîkirin di 27’ê Mijdarê de li girtîgehan grevên birçîbûnê dest pê kiriye û bi koma sêyemîn grev di roja 12’emîn de ye.
 
'TEVAHIYA CIVAKÊ TÊ TECRÎDKIRIN’
 
Başak destnîşan kir ku li gel 72 sal bi ser Danezana Mafê Mirovan a Gerdûnî ku Tirkiye aliyê wê re derbas bûn jî li Tirkiyê mafê mirovan tê binpêkirin û di serê van binpêkirinên mafan de tecrîd, binpêkirina mafê jiyanê, îşkence, muameleya xerab, pişaftina ziman û çandê, komkujiyên jinan, îstîsmakirina zarokan, kedxwariya baweriyê û bêcezakirin tê. Başak destnîşan kir ku her ku diçe binpêkirina mafê mirovan zêde û giran dibe û got: “Di serê van binpêkirinan e binpêkirina mafê girtiyan tê. Tevahiya civakê hatiye tecrîdkirin. Îqtîdar di heyamek wiha dijwar ku tevahiya dinyayê bi şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) re rûbirû maye de tecrîdê wek amûra sazîkirinê bikar tîne.”
 
'TECRÎD RÊBAZEK TEKNÎKÎ YE’
 
Başak anî ziman ku pergala tecrîdê cihêkariyê û yekperestiyê bi xwe re tîne û got: “Sîstema tecrîdê tenê ne rejîma tecrîdkirinê ye. Di heman demê de pergala tecrîdê rêbazek teknîkî ye. Ev rêbaz li dijî hiqûqê û demokrasiye ye. Tecrîd tenê ne li girtîgehan di heman demê de li derve li ser malbatan û civakê jî pêk tê. Rejîma tecrîda li Îmraliyê dij hiqûqî pêk tê gihîştiye asta rejîma Guantanamoyê.”
 
'DIVÊ DEMILDEST GAV WERIN AVÊTIN’
 
Başak destnîşan kir ku rejîma tecrîdê li dijî yasaya înfazê, Destûra Bingehîn û Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê ye û wiha got: “Yasayên Komara Tirkiyê ji bo girtî bi malbat, parêzer û cihana derve re peywendî deynîn mafê wan hatiye mîsogerkirin. Ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê û girtîgehên din divê demildest gav werin avêtin.”
 
BANGA HESTIYARIYÊ LI RAYA GIŞTÎ KIRIN
 
Başak anî ziman ku ew wek Platforma Demokrasiyê ya Wanê bang dikin ku sepana tecrîda dij hiqûqî were bidawîkirin û got: “Bêyî ku tenduristiya girtiyan zirarê bibîne û ji bo ku di demên pêş de kes canê xwe ji dest nede em bang li raya giştî dikin ku demildest hestiyar tevbigere û dixwazin rayedar tavilê gavan biavêjin.”
 
Civîn bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Sernavên din

08/12/2020
14:25 Girtiyan banga xwedî derketana grevên birçîbûnê kirin
14:06 KCD’ê li Şirnexê malbat ziyaret kirin
13:50 Platforma Demokrasiyê ya Wanê: Bila tecrîd were bidawîkirin
13:32 Rapora meha Mijdarê ya ISÎG’ê: 294 karkeran jiyana xwe ji dest da
13:24 HDP, têkildarî amûrên guhdarkirinê yên li avahiya bajêr hatin dîtin wê gilî bike
13:23 Dadgehê 49 sal ceza li kesê dest dirêjî 3 zarokan kir birî
12:56 ‘Dixwazin bi raporê qeyûman rewa nîşan bidin’
12:12 Lêpirsîna avahiya li Kartalê hilweşiya temam bû
12:01 HDK: Tecrîda civakê û tecrîda Îmraliyê girêdayî hev in
11:51 Daxwaza serbest berdana girtiyê nexweşê giran Tûran red kirin
11:29 Başaran: Îqtîdar dixwaze ser bûyera Kercewsê bigire
11:09 Ji bo Hatayê pêşniyara 3 hefte girtinê
10:58 Di polîtikaya penaberan de dirûtiya NY'ê
10:46 Li Hatayê hemû servîs veguherîn lênêrîna awarte
09:33 Şêniyên Dersimê: Em ê bawerî û çanda xwe ji asîmilekirinê biparêz in
09:04 Bi hinceta 'dê çalakiyê li dar bixe' hat binçavkirin, lê ji ber 'heqaretê' ceza lê birîn
09:04 Dayikên ku ji bo yekîtiyê kitanên xwe danîn holê: Êdî bes e
09:04 Parêzvanên mafan: Em bibin dengê grevên birçîbûnê
09:04 Di bûyera kuştina bav û keçê de çeka cerdevanan hatiye şixulandin
09:00 ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2020'AN
07/12/2020
22:41 Li Başûrê Kurdistanê di xwepêşandanan de 2 kes mirin
20:40 Li Şakranê koma duyem greva birçîbûnê dewr girt
19:59 Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber şewbê mirin bû 15 hezar û 103
18:08 Guven: Em ê bi yêkitiyê lîstokên Osmaniyan pûç bikin
16:59 Li Girtîgeha Amedê koma 3’yemîn grevê dewr girt
16:41 ÎKK’ya TMMOB’ê ya Amedê: Daraz di bin kontrola desthilatê de ye
16:40 Wê TTB hevpîşeyen xwe yên jiyana xwe ji dest dane bi bîr bîne
16:31 ‘Ji bo şopên îşkenceyê baş bibin karûbarê edlî dereng tê kirin’
16:21 ÎKK’ya TMMOB’ê ya Amedê: Daraz di bin kontrola desthilatê de ye
16:13 Li Mûglayê jinek hat qetilkirin
16:06 Li Eskîşehîrê bi ser qawişa girtiyên ketine çalakiya greva birçîbûnê de girtin
15:39 Li Êlihê dayika sê zarokan Menîce Îş hat girtin
15:23 Ji rêxistinkirina terîqetan re bertek: Gelê Dersîmê wê serî netewîne
15:22 Ji daxuyaniya li dijî destdirêjiyê re astengî: Rojnameger hatin dûrxistin
15:06 Kampanya qerta piştevaniya bi girtiyan re
14:13 DÎB: Îqtîdar di derewan de sînoran nas nake
14:11 Li Meclisê hevdîtinên budçeyê dest pê kirin
13:47 Wêzîrê Karên Derve yê Almanyayê: Ji bo Tirkiyeyê em ê danêkirinan binirxinîn
13:21 Ûca: Gelo çima nûçeyên tecawîzê hatin qedexekirin?
13:18 408 girtî ji Sêrtê sewqî Êlihê hatin kirin
13:12 Ji ber dubarebûnê doza Rojnameger Parlak red bû
13:03 Jinan li Êlihê bang kirin: Em ê destûra niximandina bûyerê nedin
12:53 Deklarasyona Mafê Jinan a 2020’an: Em zêdetir bi biryarin
12:23 Du karkerên di bin hezanê de man jiyana xwe ji dest dan
12:04 Li Girtîgeha Gebzeyê binpêkirinên mafan zêde dibin
12:03 Li Şengalê meşa piştgiriya asayîşê destpê kir
11:42 Ji rayedaran daxuyaniya Kercewsê: Dest ji faîlan berdan, ketin dû nûçeyê
11:10 Koma sêyemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
10:58 Hevdîtinên butçeya 2021’an dest pê dikin
09:51 Hêzên Îranê kolberê bavê 3 zarokan kuştin
09:24 Nûçeya destdirêjiya li Kercewsê hat astengkirin
09:08 HDP’ê ser û guhê kampa penaberên Sûriyê da hev
09:08 Misircî newêrin biçin Nexweşxaneya Dewletê!
09:07 Bîrdal: Tecrîd pirsgirêka mafê mirovan e
09:07 ‘Êdî bes e ji zilma VEDAŞ’ê re’
09:06 Di ser hilweşandina Goristana Xerzanê de sê sal derbas bûn: Dest ji vê zilmê berdin
09:04 Erdemol: Ji YE biryara danekirinê derkeve wê Tirkiye gelek tiştan winda bike
09:04 Karkerên Atlas Globalê ji bo mafê xwe di çalakiyê de ne
09:04 Di pandemiyê de penabertî zehmet e
09:04 Roportaj dayîn jî, kirin sedema girtinê
09:00 ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2020'AN
06/12/2020
19:28 Li Tirkiyê 195 kesên din jî mirin
18:30 Girtiyên li Duzceyê bang li raya giştî kirin
17:45 Li sêgoşeya Licê, Pasûr û Dara Hênê operasyona eskerî
16:59 Polîsan zarokek bi lêdanê binçav kirin
16:49 3 karkerên dibin qalibên betonê de man birîndar bûn
15:56 Ligel ku şer bi dawî bû jî, nobeta alê dewam dike
14:59 Zarokek serdevkî avêtin erdê, destê wî paşve kelepçekirî binçav kirin
14:25 Pitika di nava zeviya şewitî de ma, jiyana xwe ji dest da
12:28 Meclîsa Ciwanên HDP'ê: Em xwedî berxwedana girtiyan derkevin
11:43 Li Amedê xebatkareke din ê tenduristiyê jiyana xwe ji dest da
09:07 Bavê du girtiyan: Berî ku girtî dest bi rojiya mirinê bikin daxwazên wan qebûl bikin
09:07 Du hefte ye haya wê ji hevjînê wê yê bi Covîd-19'ê ketiye tune ye
09:06 Serokê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê: Tevdîreke giştî ya ji bo 14 rojan divê
09:05 Li Dersimê hejmara kesên bi şewbê dikevin zêde dibe
09:05 ‘Cîhatê min li Sûrê çû, lê Cîhat Bager çêbû'
09:03 Qedexe ji bo wan birçîbûnî ye
09:01 Ûgûrlû: Xwedîderketina li grevên birçîbûnê xwedîderketina li azadiya civakê ye
09:00 ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2020'AN
05/12/2020
21:10 Sebahat Tûncel jî dê dest bi greva birçîbûnê bike
19:39 196 kes mirin, 31 hezar û 896 kes jî pê ketin
19:00 Girtiyên di gerva birçîbûnê de ji bo 'têkoşîna bi hev re' bang kirin
17:10 Girtiyê nexweş Mehmet Yavûz serbest berdin
17:08 Binpêkirinên mafan ên piştî greva birçîbûnê yên li Girtîgeha Rihayê
16:49 Li Antalyayê, bi pileya 5.4 erd hejiya
16:11 Li Wanê 7 girtî di greva birçîbûnê de ne
15:51 8 sal cezayê girtîgehê li cîgirê berê yê şaredarê Wêranşarê hat birîn
15:04 Li Bedlîsê qezaya trafîqê: Kesekî jiyana xwe ji dest da û 7 kes jî birîndar bûn
14:54 Derket holê ku bi kincan hatiye definkirin
14:39 Dayikên Şemiyê xwestin faîlên Demîr û Akîpa bên darizandin
13:26 Muamele xerab li girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de kirin
12:33 Înîsiyatîfê xwest girtiyên nexweş ên giran Demîr û Kiliç bên berdan
12:22 Li gel belgenameya ‘hatiye binçavkirin” jî 23 sal in winda ye
11:59 Li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê, mûameleya xirab
11:59 Operasyona leşkerî ya li Bedlîsê didome
11:03 Malpera Jinnewsê hat astengkirin
09:37 ‘Ji ber bêstatûbûyînê mafê penaberan tê binpêkirin'
09:15 DEDAŞ'ê ceryan qut kir, berdarî û hilberîn kêm bû
09:14 Biryara AYM'ê ya derbarê kamerayên li girtîgehan hatine bicihkirin: Binpêkirina mafan e
09:13 Berdevkê ÎSÎG'ê Guven: Bi pandemiyê re cinayetên kar zêde bûn