SILÊMANÎ - Lijneya Bilind a Ewlehiyê ya Parêzgeha Silêmaniyê ji bo kontrolkirina xwepêşandanan ji bo 24 saetan ketin û derketina bajar qedexe kir. Qedexe Silêmanî, Helebce, Germiyan û Raperîn digire nava xwe.
Li gorî Lijneya Bilind a Ewlehiyê ya Parêzgeha Silêmaniyê qedexe saet 00.00’an a şeva borî destpê kir û dê heta saet 00.00’an a şeva bê berdewam bike. Têkildarî mijarê lijneyê daxuyanî da û wiha got: "Mebesta zêdetir parastina emniyet û afirandina rewşek aram biryara qedexeya hatinûçûnê navbera Silêmanî, Helebce, îdareya Ranya û Germiyan hatiye dayîn. Li hemû navçe û bajaran ji saet 00.00’an destpê dike û wê şeva 09.12.2020’an seat 00.00’an dewam bike.”