Berdan Ozturk: Pirsgirika kurd bi çekan çareser nabe

  • rojane
  • 13:28 11 Kanûn 2020
  • |
img

ŞIRNEX - Heyeta Hevserokên KCD'ê Leyla Guven û Berdan Oztur jî, di nav de li navçeya Hezêxê bi gel re civîn li dar xist. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk di civînê de axivî û got: "Heta niha kê gotiye ku ez ê pirsgirika kurd bi çekan çareser bikim, bi xwe xelas bûne û çûne. Em vê ji Tansu Çîleran û Suleyman Demîrelan dizanin." 

 
Heyeta Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Berdan Ozturk jî di nav de, li avahiya Rêxistina HDP'ê ya navçeya Hezexê ya Şirnexê civîna gel li dar xist. Parlementerên HDP'ê yên Şirnexê Nuran Îmîr û Hûseyîn Kaçmaz jî tevlî civînê bûn. Civîn bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di dîwana civînê de, Hevserokên KCD'ê Leyla Guven, Berdan Oztûrk û Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Sabahattîn Denîz cih girt. 
 
'BI ÊRÎŞAN XWESTINA DAXWAZÊ GELÊ KURD XELAS BIKIN'
 
Di civînê de Hevserokê KCD'ê Berdan Oztûrk axivî. Oztûrk, nirxandina li ser geşedanên dawî yên li Tirkiyeyê kir û got: "Li dijî çar perçeyên Kurdistanê êrîşeke topyekûn heye. Li Rojhilata Navîn binêrin di çar perçeyên Kurdistanê de ji bo ku gelê kurd nebibe xwedî mafek çi ji destê dagirkeran tê dikin. Dikujin, digirin û qetil dikin. Dema ku em li dîroka Tirkiyeyê jî dinêrin bi  heman nêzîkatiyê re em rû bi rû ne. Kengî gelê kurd  gotiye ez mafê xwe dixwazim, ewqas êrîşên xwe zêdekirine. Bi van êrîşan armanc kirine ku daxwazên gelê kurd xelas bikin. Xwestine ku gelê kurd bibêje temam ez nasnameya xwe qebûl nakim û ez ê we re koletiyê bikim. Lê belê di 40 salên dawiyê de, em dinêrin gelê kurd her tim ber xwe da ye." 
 
' LI GELÊ KURD KOLETIYÊ FERZ DIKIN' 
 
Oztûrk, anî ziman ku heger nasnameya kurd neyê qebûl kirin tu wateya dewlemendbûnê tune ye û wiha dom kir: "Gelê kurd li hemberî vê pergalê û nijadperastan serê xwe rakir û çok nedane. Tercîha gelê kurd ne jiyaneke birûmet, mirineke bi şerefe. Îro nêzikatiya dewletê li ser tunekirina gelê kurd e. Tişta ku dixwazin li gelê kurd bidin ferzkirin, jiyaneke bêrûmet e. Em vê qebûl nakin. Weke her gel em jî mafê xwe dixwazin. Mafdarbûna me zimanê me,nasname û dîrôka me ye. Lê li hemberî vê daxwaziya gel dibêjin na. Ji me re dibêjin yek mafê we heye, ew jî koletiye. Lê tişta ku em qebûl nakin ev e."
 
'PIRSGIRIKA KURD BI ÇEKAN ÇARESER NABE' 
 
Oztûrk, bi bîr xist ku AKP-MHP li ser tunekirina gelê kurd polîtîkayên xwe dide meşandin û wiha bi dawî kir: "Di 40 salan de gelê me berdelên herî giran dan. Dema ku em  5 salên paşîn dinêrin faşîzma AKP û MHP'ê tiştê ku nekiribûn di van 5 salan de pêk anîn. Di salên 90'an de gundên me xera dikirin, lê di van 5 salên dawî de bajarên me jî hilweşandin û şewitandin. Plana têkbirinê amade kiribûn. Di vê planê de armanca wan tunekirina gelê kurd û tasfiyekirina sazî û dezgehên kurd bû. Lê di van 5 salên dawiyê dinêrin ne gelê kurd ew hatine asta xelasbûnê. AKP û MHP çima îro di vê rewşê de ne? Ji ber ku berxwedana gel ew têk birin. Tu êrîşên wan encam negirtin. Dibêjin ku pirsgirika gelê kurd em ê bi çekan ve çareser bikin. Heta niha kê gotiye ku  ez ê pirsgirika kurd bi çekan çareser bikim, bi xwe xelas bûne û çûne. Em vê ji Tansu Çîleran, Suleyman Demîrelan dizanin. Îro ev aqûbete wê bê serê Dewlet Bahçelî û Erdogan jî.  Ew jî baş dizanin ku pirsgirika kurd bi çekan çareser nabe. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dibêje, 'Hûn bi çekan nikarin pirsgirika heyî çareser bikin, rê û rêbazên vê diyalog û muzakere ye.' Di salên 2013-2015'an de encamên vê gotinê herkesî dît. Emerîka jî xetimiye, Avrupa jî xetimiye û Rojhilata Navîn jî vê yekê dibîne. Bi rêbertiya birêz Ocalan, alternatîfa Rojhilata Navîn heye. Alternatîf ne tenê ev pergala heyî ye. Êrîşên wan têkçûna wan nîşanî me dide." 
 
Piştî axaftina civîn bi nirxandinên gel berdewam kir. Şandeyê dûre bi gel re esnaf û malbat ziyaret kirin.

Sernavên din

13/12/2020
15:30 ‘HDP rêya rizgarkirina welat e’
15:05 ÎHD: Li Tirkiyeyê mafê mirovan ji Magna Cartayê paşdetir e
13:59 Li Stenbolê tundiya zilam
13:59 Hevşaredara Dersîmê Nûrhayat Altun dest bi greva birçîbûnê kir
13:31 Ji 62 rêxistinên jinan daxuyaniya hevpar: Em ê bêdeng nemînin
13:23 Mamostayên Olî: Çalakiyên gel rewa ne
12:34 Nûçegihanê Rojnews’ê Zusik Hemed 2 roj in di bin çavan de ye
11:40 Bijîjkekî din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
11:39 40 sal borî: Erdal Eren hêj 17 salî ye
09:21 Konûk: Hiqûqa dijminatiyê pêş dixin
09:20 Dayika girtî: Destê xwe bindin hev û rabin
09:19 Bi nasnameya kesekî din tawanbar kirin û ji peywirê girtin!
09:18 Di 27 salan de 200 caran avêtin ser mala wê
09:17 'Ciwan dê ji bo tecrîdê bêdeng nemînin'
09:16 Li Geverê 117 esnafan dikanên xwe girtin
09:15 Baroya Amedê: Esker û polîs, vîtrîna qirêjî ya dewletê ne
09:14 Hunermendên kurd: Dem dema yekîtiya neteweyî û azadiyê ye
09:13 Ji partiyên siyasî banga hevpar: Xwedî li çalakiya grevê derkevin
09:09 135 roj in cenazeyê Acar nadin malbatê
09:08 MEBYA-DER: Divê her kes ji bo greva birçîbûnê gavan biavêjin
09:02 'Cizîrê serê xwe netewand û ji niha pê ve jî wê netewîne'
09:00 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2020'AN
12/12/2020
20:11 222 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
17:01 Koma 4’emîn çalakiya grevê dewr girtin
16:37 Meclîsa Malbatên Şehîdan pilanên li ser Şengalê şermezar kirin
15:56 Şermezarkirina gaza xwezayî ya bi beroş û miqilkan
15:32 Wezîr Endama Meclîsa Giştî ya HDP'ê ji kar dûr xist
15:19 2 cenaze bi şev defin kirin
15:04 Ji 805 Welatiyan bo Bahçelî: Şirîke îqtîdarê welat dabeş dike
14:33 Çakmak ê nexweş daket 35 kîloyan: Tedawî bikin
14:12 Dadgeha Mûşê 5 kes girtin
13:49 Dayika Şemiyê: 25 salin li vê qadê me
13:39 24 sal in kujerên Onerari nehatine dîtin
13:00 Rejîma Îranê berpirsê Kanala Amadnews’ê darve kir
12:55 Kampanyaya îmzeyan a ji bo azadiya Ocalan li Başûr belav dibe
12:12 Li Girtîgeha Trabzonê 6 girtiyên nexweş nayên tedawîkirin
12:03 Polîsan li Cizîrê 2 kes binçav kirin
11:37 Li Kolanên Wan û Amedê polîs û maşîneyên zirxî hene
11:15 Gelê Başûrê Kurdistanê li dijî polîtikayên hikûmetê li qadan in
10:04 Hejmara Zrîngê ya 9’emîn derket
09:40 Peyama nameyên Mehmet Tunç: Bi me serbilind bin
09:31 Mafê dengnekirinê yê Hevberdevkê HDK’ê Şenoglû wek ‘sûc’ hat dîtin
09:30 Bodîtt: Ji sedî 60 jinên li Efrînê hatin revandin aqûbeta wan nediyar e
09:10 42 kes miribûn: Hîn jî li wê rêyê ji bo aşûtê tu tevdîr nehatine girtin
09:10 Ji bo karta 8'ê Adarê gotin 'girtiyan motîve dike' û fezleke amade kirin
09:09 Di dema lêdanê de kamerayên midûriyeta polîsan hatine girtin!
09:08 ‘Heya tecrîd neyê rakirin em ê paş de gav navêjin'
09:08 Nerazîbûna HDP û CHP'ê ya ji bo polîtîkaya asîmlasiyonê ya li Dersimê
09:07 Bozgeyîk: Meaşê kêm li gor telîmatên qesrê tê diyarkirin
09:04 ‘16 hezar ciwan hatin binçavkirin, 5 hezar jê hatin girtin'
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2020'AN
11/12/2020
20:22 Îro 226 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:43 Federasyona Şoreşgerên 78’an: Heke em bêdeng bibin wê neyarên gel biaxivin
16:01 TJA’yê rapora tundiya li ser jinan a li bakurê Kurdistanê eşkere kir
15:55 Ciwanên Yekbûyî Meclîsa xwe ya Îzmîrê ava kirin
15:32 Paylan: Wezîr Varank morîkan kom dike
15:17 TUAYDER’a Çûkûrovayê: Zû tecrîdê bi dawî bikin
15:07 Li pêş Wezareta Tenduristiyê bang kirin: Kes qêrîna me na bîhîze
14:53 ‘Berpirsiyarî desthilatdariye’
14:32 ‘Ji bo cîhanek azad û wekhev em ê têbikoşin’
14:01 Saîp: Xebatkarên tenduristiyê bi neheqiyê re rûbirû ne
13:54 3 salin DNA diyar e lê cenaze nadin malbatê
13:28 Berdan Ozturk: Pirsgirika kurd bi çekan çareser nabe
13:10 YE'ê danekirinên li dijî Tirkiyeyê zêde kir
13:09 Aydenîz bi hinceta KHK'ê bi 'endamtiya rêxistinê' hat sûcdarkirin
12:47 Gunay: Daxwaza çareseriyê ya grevên birçîbûnê, daxwaza me ye
12:40 Malbatê cenazeyê Korman piştî 4 mehan girt
12:19 Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:01 Parêzer Ozbîngol hat berdan
11:48 Ji bo mijara ambargoya li ser Tirkiyeyê lihevkirin pêk hat
11:47 Danişîna rojnameger Çakmakçi hat taloqkirin
11:07 Karkerê bi ceyranê ve ma jiyana xwe ji dest da
10:56 Tosun ji bo binpêkirina li Sûrê xwest meclîs lêkolîn bike
10:52 Girtiyê nexweş ê 63 salî bi vîrûsa koronayê ket
10:28 TTB: Ji derziyê ku hatine erêkirin fikaran nekin
10:20 Keda karkerên çandiniyê tê xwarin
10:06 Li şûna ‘bertîlxwaran’ derbarê ajans û nûçegihanê me de lêpirsîn hat destpêkirin
09:55 Bersivên ‘kopîkirin-bizeliqîne’ didin pêşniyazpirsên muxalefetê
09:12 Dayika Nafiye: Min qîrek wisa da, erd û asîman hejiya
09:11 Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê dê xebatên xwe bi awayekî onlayn bidomîne
09:10 Ji Stenbolê berê xwe da gundê xwe: Divê mirov pêwendiyê bi civaka xwe re deyne
09:09 'Şikandina tecrîdê dê pêşî li ber aştiya civakî veke'
09:08 Li Dersimê polîtîkayên Cemaeta Gulen di dewrê de ne
09:07 Li Wanê kurseke kurdî jî tune ye
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2020'AN
10/12/2020
20:07 Welatiyê ku xwe kuşt li ser destê xwe 'îş-aş' nivîsandiye
19:42 Îro jî 220 kes ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
17:16 IFJ: Tirkiye ji bo rojnamegeran girtîgeh e
16:48 AKP'ê cezayê hişyariyê da Arslan
16:22 Bersivên bi nakok dan hevjîna girtiyê ku bi telefonê negeriya
15:57 Di hefteya mafên mirovan de bang kirin: Li dijî binpêkirinan têbikoşin
15:53 Malbatan êrîş kirin polîsan binçav kirin
15:33 Heyeta KCD’ê li Silopya hin serdan kirin
15:32 TUAY-DER: Daxwazên girtiyan bi cih bînin
14:59 Bayindir: Wê berxwedana li dijî tecrîdê statuyê pêk bîne
14:58 Yuksekdag: Pêdivî bi têkoşînek xurt a mafan heye
14:22 Danişîna rojnameger Orûç û Çaksû taloq kirin
13:49 ‘Ji bo têkoşîn bidome peywîr dikeve ser milê herkesê’
13:39 Ji ber ku dozger nehat danişîna rojnameger Aslan taloq bû
13:30 Enstîtuya Çapemeniyê ya Navneteweyî kampanya #Çapemeniya Azad da destpêkirin