Peyama nameyên Mehmet Tunç: Bi me serbilind bin

  • rojane
  • 09:40 12 Kanûn 2020
  • |
img

ŞIRNEX - Gelê Cizîrê li dijî êrîşan li ber xwe da û şer kir. Yek ji berxwedêrên Cizîrê jî Hevserokê Meclîsa Gel Mehmet Tunç e. Mehmet Tunç, dema li girtîgehê û piştî berxwedana Cizîrê nameyên ku nivîsandibûn hatine çapkirin. Li gel nêzîkbûna salvegera qedexeyan, me çend nameyên ku Mehmet Tunç piştî berxwedana pey xwe hiştin berhev kirin.

Di ser berxwedana xwerêveberiyê re 5 sal derbas bûn. Gelê Kurd di sala 2015-16'an de li 16 bajarên herêmê bi daxuyaniyan Xweseriya Demokratîk îlan kirin. Lê Walitiyan bi ragihandina qedexeya derketina derve îlan kir û bi vê yekê re hêzên polîsên taybet û cendirmeyên taybet bi tang û topan êrîş kirin. Bi hefte û mehan li ser serê bajaran esker û polîsan bi tang û topan gule û bombe barandin. Tîmên taybet bajar dorpêç kirin. Hêzên eskerî, bajar bê av û ceyran hiştin. Di wê pêvajoyê de di encama topbaran û gulebaranê de pitîk, zarok û kal jî di nav de bi sedan kes hatin hatin kuştin. Bi hezaran kes jî birîndar bûn. Li Cizîrê dema operasyonên hêzên çekdar de bi sedan mirov di jêrzemînan de hatin kuştin. Gel gav paşve neavêt û li dijî êrîşan li ber xwe da. Yek ji berxwedêrê Cizîrê jî Hevserokê Meclîsa Gel Mehmet Tunç bû. Mehmet Tunç bi têkoşîna xwe di berxwedana Kurdistanê de rûpelên nû vekir. Tunç ê ku bi berxwedana xwe di dilê gelê Cizîrê de cihê xwe girt, hê jî li taxên Cûdî, Sûr, Nur û Yafes dije. Nameyên ku Mehmet Tunç dema li girtîgehê û piştî berxwedana Cizîrê nivîsandibûn hatina çapkirin. Li gel nêzîkbûna salvegera qedexeyan, me çend nameyên ku Mehmet Tunç piştî berxwedana pey xwe hiştin berhev kirin.
 
Mehmet Tunç, di her nameya xwe de qala xwe birêxistin kirin, cûreyên berxwedanê û xweparastinê dike. Di heman demê de di her nameya xwe de gel vedixwe berxwedanê. Lehengê berxwedana bajarê Cizîrê Mehmet Tunç, di nameyên xwe de berxwedana Cizîrê roj bi roj wiha vedibêje.
 
"Em îro dikevin 26'emîn roja berxwedana Cizîrê. Êrîşên dewletê yên topyekûn didomin. Bi taybet di çapemeniya xwe de jî ku tînin ziman, bi deh hezar leşker, komandoyên SAT, tank û topan, hemû teknîka sedsala 21'emîn li dijî Cizîrê dest bi êrîşan kir. Di roja 15'emîn a berxwedanê de wan bi xwe jî îtîraf kirin ku li hemberî berxwedana Cizîrê têk çûne. Lewma dixwazin hêrsa xwe û têkçûyina xwe ji gel derxin. Bi taybet ji ber pêşengên vê berxwedanê jinin, jinan hedef digirin. Di aliyê dewletê de pêşketin tune ye."
 
"...Em niha di 37'emîn roja berxwedanê de ne. Mirov nizane ji vê deqeyê û şûnde wê çibibe. Em li berxwe didin. Me xwest em ji gelê Botanê, gelê bi salan e, tê perçiqandin re tiştekî bikin. Hêviyên me hene. Tevgera Azadiya Kurd ji sala 1977'an ve şerekî demdirêj dimeşîne. Al bi al çawa ku Mazlûman di girtîgeha Amedê de dewrî Egîdên li Gabarê kirin, wan jî dewrî yên din kirin û heta gihişt me. Ew mîsyona ku em niha li Cizîrê dilîzin ev e. Ji bo zarokên pêşeroja me ne, em berxwe didin. Em dixwazin jiyana heyî bê guhertin. Nahêlin mirov weke dixwazin li gund û bajarên xwe bijin. Lewma em dibêjin muhacirtî êdî bes e. Divê êdî baweriya tu kesî bi vê dewletê neyê. Çawa gelê Ermenî, Asûrî û Keldanî tune kirin, dixwazin Kurdan jî tune bikin. Ji vê dewletê hêvî qut bûne. Hêrs,kîn û nefreteke ciwanên Kurd li hemberî vê dewleyê çêbûye. Sala bihûrî mn digot, " Em wek kesên lîberal xuya dikin.Lewma ez bawerim ciwanên piştî me bên wê vê kîn û hêrsê bilindtir bikin." Çawa bapîr û bavên me hineskî sist bûn û me hinekî şidand,ên piştî me bên jî wê muheqeq xurttir bikin. Ji nû ve çîroka berxwedanê tê nivîsandin. Di hişê gelekî hatiye jibîrkirin de li pey rojê ji vejînê ber bi rizgariyê pirek tê avakirin. Ez hemû hevalan silav dikim."
 
Mehmet Tunç di nameyek xwe yan din de wiha dibêje," Pergala kapîtalîst û felsefeya lîberalîzmê em ji însaniyetiyê derxistine û bi dilopek wê xwînê jî kirîne " Civakeke bêdeng" û kirine şirîkên gunehên xwe. Eger em hevpar bûna, ma me digot me çi jê ye?
 
Di nav nameyên ku Mehmet Tunç pey xwe hiştî de ev helbest hatiye nivîsandin. 
 
EZ HEME
 
Ey kor bibe çavên te dinya
Barana li ser axa min birin
Û çermê min ziwa kirin
Û doz ji dozê tune kirin
Ez çawa dengê xwe nekim
Çîngeçînga şûşeyên sar
Evîn ser jê kirin
Ken bi girî kirin
Ez çawa dengê xwe nekim
Şkêr û zêvî bi hestiyan tijî kirin
Ez çawa dengê nekim
Mirovan dikin gorê û mirovatiya pîroz
Ji vê dinyayê koçber dikin
Dê bila biaxivin
Kelepçeyên destbir
Çend sal in beriya ku kes bi min re bijî ez hevlatiyekê bi nivîska xwe re dikim
Şeveke şiyar bûme
Di ber dengê Mazlûman
Di careke de ez bêjim
Eger tenê ji bo
Wan qehremanên dîroka me be
Û eger tenê ji bo
Wê dayika pîrbûyî ku heta niha
Kur wê nas nake
Ûeger tenê ji bo wan hesretên kêfxerab
Û pakrewanan mbe
Ez ê bêjim ez heme
 
Mehmet Tunç di nameyek xwe de wiha dibêje," Dibe ku em qet nebînin mîna yên beriya me azadiyê. Lê em di oxira wî de şer dikin, dikevin zindanan. Lê em dizanin ku wê bi me re di siberojan de bikenin, zarokên welatê min...
 
Axaftina Mehmet Tunç a a herî dawî ev bû:" Divê hemû gelê Kurd vê baş bizane. Berxwedan li Botanê divê bibe meseleya rûmetê ya gelê Kurd. ger ve meseleya rûmetê ya gelê Kurd be, eger ev ciwan, gel li pişt barîqatan rûmeta wan diparêzi, divê gelê Kurd ê li derve jî vê zanibin. Em niha bêji, eger Botan bikeve wê ev şer bi dawî bibe? Ez qet ne bawerim. Eger hikûmeta AKP'ê Botanê bixîne,wê nehelê parlementer,şaredar,endamên meclîsê li ser kursiyên xwe bimînin. Niha li Cizîrê polîtikayeke qirkirinê tê meşandin. Çawa di serhildanên din de polîtîkayekehat pêşxistin a li Cizîrê tê kirin jî ev e. Di roja me de hin mirov bi sedema hewa sar e, meşekê li dar naxin. Hin mirov bi sedema wê bên girtin, daxuyaniyeke çapemeniyê li dar naxin. Divê mirov xwedî rûmet û şeref be. Dema şeref û rûmet diçe,mirov dibe kole. Ya di roja me de bi taybet li Bakurê Kurdistanê tê kirin, tevgera dagirkirinêye. Bi balafir,tang û topan vê dikin. Lewma eger gelê Kurd wê rabe ser piyan divê niha rabe ser piyan. Piştî em mirin bila kesek neyê ser me, bila kesek neyê li zarokên me nenihêre. Kes, malên me,pace û deriyên me tamîr neke. Alîkarî,nizanim çi bila neşînin. Piştî berxwedan şikest bila kes li qisûrê nenihêre bila kes neyê."
 
MA / Zeynep Dûrgût
 
 

Sernavên din

13/12/2020
15:30 ‘HDP rêya rizgarkirina welat e’
15:05 ÎHD: Li Tirkiyeyê mafê mirovan ji Magna Cartayê paşdetir e
13:59 Li Stenbolê tundiya zilam
13:59 Hevşaredara Dersîmê Nûrhayat Altun dest bi greva birçîbûnê kir
13:31 Ji 62 rêxistinên jinan daxuyaniya hevpar: Em ê bêdeng nemînin
13:23 Mamostayên Olî: Çalakiyên gel rewa ne
12:34 Nûçegihanê Rojnews’ê Zusik Hemed 2 roj in di bin çavan de ye
11:40 Bijîjkekî din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
11:39 40 sal borî: Erdal Eren hêj 17 salî ye
09:21 Konûk: Hiqûqa dijminatiyê pêş dixin
09:20 Dayika girtî: Destê xwe bindin hev û rabin
09:19 Bi nasnameya kesekî din tawanbar kirin û ji peywirê girtin!
09:18 Di 27 salan de 200 caran avêtin ser mala wê
09:17 'Ciwan dê ji bo tecrîdê bêdeng nemînin'
09:16 Li Geverê 117 esnafan dikanên xwe girtin
09:15 Baroya Amedê: Esker û polîs, vîtrîna qirêjî ya dewletê ne
09:14 Hunermendên kurd: Dem dema yekîtiya neteweyî û azadiyê ye
09:13 Ji partiyên siyasî banga hevpar: Xwedî li çalakiya grevê derkevin
09:09 135 roj in cenazeyê Acar nadin malbatê
09:08 MEBYA-DER: Divê her kes ji bo greva birçîbûnê gavan biavêjin
09:02 'Cizîrê serê xwe netewand û ji niha pê ve jî wê netewîne'
09:00 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2020'AN
12/12/2020
20:11 222 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
17:01 Koma 4’emîn çalakiya grevê dewr girtin
16:37 Meclîsa Malbatên Şehîdan pilanên li ser Şengalê şermezar kirin
15:56 Şermezarkirina gaza xwezayî ya bi beroş û miqilkan
15:32 Wezîr Endama Meclîsa Giştî ya HDP'ê ji kar dûr xist
15:19 2 cenaze bi şev defin kirin
15:04 Ji 805 Welatiyan bo Bahçelî: Şirîke îqtîdarê welat dabeş dike
14:33 Çakmak ê nexweş daket 35 kîloyan: Tedawî bikin
14:12 Dadgeha Mûşê 5 kes girtin
13:49 Dayika Şemiyê: 25 salin li vê qadê me
13:39 24 sal in kujerên Onerari nehatine dîtin
13:00 Rejîma Îranê berpirsê Kanala Amadnews’ê darve kir
12:55 Kampanyaya îmzeyan a ji bo azadiya Ocalan li Başûr belav dibe
12:12 Li Girtîgeha Trabzonê 6 girtiyên nexweş nayên tedawîkirin
12:03 Polîsan li Cizîrê 2 kes binçav kirin
11:37 Li Kolanên Wan û Amedê polîs û maşîneyên zirxî hene
11:15 Gelê Başûrê Kurdistanê li dijî polîtikayên hikûmetê li qadan in
10:04 Hejmara Zrîngê ya 9’emîn derket
09:40 Peyama nameyên Mehmet Tunç: Bi me serbilind bin
09:31 Mafê dengnekirinê yê Hevberdevkê HDK’ê Şenoglû wek ‘sûc’ hat dîtin
09:30 Bodîtt: Ji sedî 60 jinên li Efrînê hatin revandin aqûbeta wan nediyar e
09:10 42 kes miribûn: Hîn jî li wê rêyê ji bo aşûtê tu tevdîr nehatine girtin
09:10 Ji bo karta 8'ê Adarê gotin 'girtiyan motîve dike' û fezleke amade kirin
09:09 Di dema lêdanê de kamerayên midûriyeta polîsan hatine girtin!
09:08 ‘Heya tecrîd neyê rakirin em ê paş de gav navêjin'
09:08 Nerazîbûna HDP û CHP'ê ya ji bo polîtîkaya asîmlasiyonê ya li Dersimê
09:07 Bozgeyîk: Meaşê kêm li gor telîmatên qesrê tê diyarkirin
09:04 ‘16 hezar ciwan hatin binçavkirin, 5 hezar jê hatin girtin'
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2020'AN
11/12/2020
20:22 Îro 226 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:43 Federasyona Şoreşgerên 78’an: Heke em bêdeng bibin wê neyarên gel biaxivin
16:01 TJA’yê rapora tundiya li ser jinan a li bakurê Kurdistanê eşkere kir
15:55 Ciwanên Yekbûyî Meclîsa xwe ya Îzmîrê ava kirin
15:32 Paylan: Wezîr Varank morîkan kom dike
15:17 TUAYDER’a Çûkûrovayê: Zû tecrîdê bi dawî bikin
15:07 Li pêş Wezareta Tenduristiyê bang kirin: Kes qêrîna me na bîhîze
14:53 ‘Berpirsiyarî desthilatdariye’
14:32 ‘Ji bo cîhanek azad û wekhev em ê têbikoşin’
14:01 Saîp: Xebatkarên tenduristiyê bi neheqiyê re rûbirû ne
13:54 3 salin DNA diyar e lê cenaze nadin malbatê
13:28 Berdan Ozturk: Pirsgirika kurd bi çekan çareser nabe
13:10 YE'ê danekirinên li dijî Tirkiyeyê zêde kir
13:09 Aydenîz bi hinceta KHK'ê bi 'endamtiya rêxistinê' hat sûcdarkirin
12:47 Gunay: Daxwaza çareseriyê ya grevên birçîbûnê, daxwaza me ye
12:40 Malbatê cenazeyê Korman piştî 4 mehan girt
12:19 Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:01 Parêzer Ozbîngol hat berdan
11:48 Ji bo mijara ambargoya li ser Tirkiyeyê lihevkirin pêk hat
11:47 Danişîna rojnameger Çakmakçi hat taloqkirin
11:07 Karkerê bi ceyranê ve ma jiyana xwe ji dest da
10:56 Tosun ji bo binpêkirina li Sûrê xwest meclîs lêkolîn bike
10:52 Girtiyê nexweş ê 63 salî bi vîrûsa koronayê ket
10:28 TTB: Ji derziyê ku hatine erêkirin fikaran nekin
10:20 Keda karkerên çandiniyê tê xwarin
10:06 Li şûna ‘bertîlxwaran’ derbarê ajans û nûçegihanê me de lêpirsîn hat destpêkirin
09:55 Bersivên ‘kopîkirin-bizeliqîne’ didin pêşniyazpirsên muxalefetê
09:12 Dayika Nafiye: Min qîrek wisa da, erd û asîman hejiya
09:11 Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê dê xebatên xwe bi awayekî onlayn bidomîne
09:10 Ji Stenbolê berê xwe da gundê xwe: Divê mirov pêwendiyê bi civaka xwe re deyne
09:09 'Şikandina tecrîdê dê pêşî li ber aştiya civakî veke'
09:08 Li Dersimê polîtîkayên Cemaeta Gulen di dewrê de ne
09:07 Li Wanê kurseke kurdî jî tune ye
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2020'AN
10/12/2020
20:07 Welatiyê ku xwe kuşt li ser destê xwe 'îş-aş' nivîsandiye
19:42 Îro jî 220 kes ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
17:16 IFJ: Tirkiye ji bo rojnamegeran girtîgeh e
16:48 AKP'ê cezayê hişyariyê da Arslan
16:22 Bersivên bi nakok dan hevjîna girtiyê ku bi telefonê negeriya
15:57 Di hefteya mafên mirovan de bang kirin: Li dijî binpêkirinan têbikoşin
15:53 Malbatan êrîş kirin polîsan binçav kirin
15:33 Heyeta KCD’ê li Silopya hin serdan kirin
15:32 TUAY-DER: Daxwazên girtiyan bi cih bînin
14:59 Bayindir: Wê berxwedana li dijî tecrîdê statuyê pêk bîne
14:58 Yuksekdag: Pêdivî bi têkoşînek xurt a mafan heye
14:22 Danişîna rojnameger Orûç û Çaksû taloq kirin
13:49 ‘Ji bo têkoşîn bidome peywîr dikeve ser milê herkesê’
13:39 Ji ber ku dozger nehat danişîna rojnameger Aslan taloq bû
13:30 Enstîtuya Çapemeniyê ya Navneteweyî kampanya #Çapemeniya Azad da destpêkirin