AMED – Bi angaşta “endamtiya rêxistinê” 9 sal cezayê girtîgehê li Hevşaredara Karazê Rojda Nazlier hat birîn.
Danişîna Hevşaredara Karazê Rojda Nazlier ku ji peywirê hatibû dûrxistin û qeyûm tayînê şûna wê hatibû kirin, li 11’emîn Dadgehaza Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Heyeta dadgehê bi angaşta ku Hevşaredar Nazlier “endama rêxistinê” ye 9 cezaya girtîgehê lê birî.
Nazlier tevlî rûniştinê nebû, parêzerê wê Resûl Tamûr, Rukneddîn Çetedîr û Bawer Mizrak tevlî rûniştinê bûn.
Dozgeriyê daxwaza xwe dubare kir û bi îddîaya “endamê rêxistinê ye” xwest ku Nazlier bê cezakirin. Şandeya dadgehê bi tawanbariya “endamê rêxistinê ye” 9 sal ceza da Nazlierê. Şandeya dadgehê her wiha biryar da ku bila kontrola edlî ya li ser Nazlier jî bidome.