Guven: Çawa Demîrel û Çîller çûn, ew ê jî biçin

  • rojane
  • 15:14 14 Kanûn 2020
  • |
img

ŞIRNEX - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di bernameya bîranîna kesên di qedexeya derketina kolanan de jiyana xwe ji dest dan de, diyar kir ku tişta ku dewlet  bike nemaye û wiha got: "Her tişt ceribandin, lê dîsa jî bi serneketin. Ew ê mîna Demîrel, Tansû Çîller û Ecevît biçin. Ew tev çûn, lê em man. Ji ber ku em gel in." 

 
HDP û KCD'ê li navçeya Cizîr a Şirnexê bi minesebeta salvegera kesên di qedexeya derketina derve de jiyana xwe ji dest dabûn, bernameya bîranînê li dar xist. Di bernameyê de Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Berdan Ozturk, Parlementerên HDP'ê yên Şirnexê Nuran Îmîr, Hasan Ozgûneş û malbat tevlî bûn. Rêveberan, bername li avahiya rêxistinê HDP'ê ya Cizîrê li dar xist. Di bîranînê de pankarta "Me li ber xwe da, me çong nedanîn bi me serbilind bin" vekirin. Bîranîn bi yek deqîyeyê rezgirtinê dest pê kir. Pişt re sînevîzyona ku kesên di jêrzemînên Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan hat temaşekirin.
 
Piştî sînevîzyonê parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr axivî û diyar kir ku di pêvçûnên 2015'an de dewletê tunekirina gelê Kurd armanckiribû û wiha got: "Li dijî polîtîkayên şer em ê heta dawiyê tebikoşin." 
 
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Oztûrk jî bi lêv kir ku gelê Kurd li dijî zilma dewletê tu caran serê xwe netewand û wiha axivî: "Hikûmeta AKP'ê di 14'ê kanûna 2015'an de biryarek stand. Ev biryar jî plana hilweşandinê bû. Li ser tunekirina gelê Kurd gav bi gav ev plana dan meşandin. Berxwedana xwerêveberiyê ev plane têk bir. Dema ku em îro lê dinêrin, kesên ku ev plana têkbirinê amadekirin, yek bi yek têk çûn. Pergal li ser tunekirin û tunehesibandina gelê Kurd xwe avakiribû û xwe avakiri ye. Heta ku roja îro jî vê dijminahiya xwe didomîne. Erê,raste di dîroka heta niha  gelek caran komkujî pêk hatine û  gelê Kurd gelek caran koçber bûye û bûye pênaber. Lê gelê Kurd ji bo jiyaneke azad tu caran dev ji têkoşînê bernedaye. Ji ber wê jî heta ku ev bîr û baweriya me hebe em ê serbikevin. Di şexsê Mehmet Tunc,Aysel Yukselan de em hemû berxwederên Cizîrê  bibîrtînin. Serkeftina a gelê Kurd e, serkeftina ya Rojhilatanavîn e."
 
'ME TU CARAN ÇONG NEDANÎ' 
 
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî bal kişand ser berxwedana xweser wiha got: "Li Cizîrê bi pêşengiya Mehmet Tunçan destana berxwedanê hat nîvîsandin. Ez di serî de hemû şehîdên Cizîrê bi rêzdarî bibîrtinim. Ez wan şehidan bi rêzdarî bibîrtinim. Em kêfxweşin ku me ev berxwedere nas kirine. Bi rastî jî em ji we re çi bikin têra nake. Ji ber ku gelê Kurd geleke fedakare. Li Rojhiilatanavîn tu gel weke gelê Kurd nine. Ji ber wê em li hemberî têkoşîna gelê Kurd serê xwe ditewînin. Herkes dibêje Kurd çi dixwazin?Kurd çima ser piyane?  Çima zarokên Kurd hîn mezin nebûn dimirin? Çi qewimî ser vê axê? Lê me ji dinyayê re  her tim gotiye û em dibêjin em Kurd in û navê axa me jî Kurdistane.   Li bajaran, kolanan,zinadanan zarokên me dibêjin em Kurd in. Di parlementoyê de hevalên me bi rojanin berxwe didin. Dibêjin 'Em kurd in'  Di dema pêvajoya xwerêveberinê de Li Sîlopyayê dayik rabû got ku,"Ez jin im,ez kurd im,Ez kUrdistan im û ez nakevim" Em ew in. Em tu caran nakevin. Ji ber ku em têkoşîna mirovahiyê dimeşînin em berxwe didin. Dibe ku îşkence me bikin, dibe ku me bigirin biavêjin zindanan,lê ew ê vîna me teslîm negirin. Em teslîm nabin. Ew rihê me yê neteslîmbûnê wan dikuje, wan har dike û dîn dike. Niha ev diketine nav fikaran. Dibe ku canê me êşandin, dibe ku dilê me şewitandin, lê di encamê de yên ku serkeftî em in. Yê ku ketin nav fikaran ew in. Me xaniyên xwe yên hilweşiyan çêkirin, me kuçeyên xwe çêkirin û me malên xwe ava kirin û ew cangoriyên ku çûyîn jî em her tim di riya wan û xîzmeta wan de ne. Me tu caran çong nedanî. Bi berxwedanê em ê vê doza bigihîjin armancê." 
 
'22 SALIN TECRÎD HEYE' 
 
Guven, herî dawî bal kişand ser berxwedana Cizîrê û got: "Gelê Kurd li dijî pêkanînên dewletê tu car serê xwe netewand. Di şexsiyete birêz Ocalan de 22 salin li ser Tirkiyeyê tecrît heye. Li hûndir de be, derve be, li ku derê be em ê berxwe bidin. Em bi dîroka xwe hînî berxwedanê bûn. Ji Şex Seîdan, heta Seyît Rizayan ev berxwedane didome. Ji ber wê neyarê me ketiye bin fikaran. Hîn ji wan dibêjin,"Bila xaka me terik bikin" hîn ji wan dibêjin," Em hemûyan bikujin"Tiştê ku dewlet  bike nemaye. Her tişt ceribandin, lê dîsa jî serneketin. Ew ê mîna Demîrel, Tansû Çîller û Ecevît biçin. Ew hemû çûn, lê em mayîn. Ji ber ku em gel in. Ne pêkaneye ku em li hemberî wan serê xwe bitewînin. Lewma em dibêjin berxwedana Botan berxwedaneke bêhempa bû. Ne tenê Cizîr, li Nisebînê,Geverê, Surê gel berxwe da. Gel li dijî vê berxwedanê ket nav fikaran û komkujiyên weke jêrzemînên Cizîrê pêk anî. Lê hevalên me teslîm nebûn û berxwe dan. Li cîhanê kesê ku ev berxwedan nebihîstî nema. Em bi wan serfiraz in û em bi wan serbilind in."
 

Sernavên din

14/12/2020
20:45 229 kesên din jî ji ber şewbê Covîd-19'ê mirin
16:59 Erdal Eren li ser gora wî bi bîr anîn
15:50 HDP’ê ji bo kongreyê bang kir
15:14 Guven: Çawa Demîrel û Çîller çûn, ew ê jî biçin
15:09 Girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Tûran rakirin nexweşxaneyê
14:56 Ji ber rabûna ava behrê 2 welatiyan jiyana xwe ji dest dan
14:44 Li Êlihê zilamek êrişî jineke ducanî kir
14:41 Derbarê 26 siyasetmedaran de biryara dewama girtinê hat dayîn
14:35 Bavê Aydenîz hat definkirin
14:29 Li Sûrê hilweşîn didome
13:57 Ji bo aktîvîsta TJA’yê Şîmşek ceza hat xwestin
13:36 Di nav salê de ji ber nûçeyên têkildarî pandemiyê 130 rojnameger hatin girtin
13:31 Ji HDP’ê bo salvegera qedexeyan daxuyanî: Gelê kurd li ser piyan e
13:16 Di şerê li ser erd de 4 kes birîndar bûn
13:10 Di êrîşên hewayî yên 2 salan de 20 sivîlan jiyana xwe ji dest da
12:32 9 sal ceza li Hevşaredara Karazê hat birîn
12:08 Bavê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Aydenîzê jiyana xwe ji dest da
12:07 Cenazeyê Erbaş radestî malbata wî hat kirin
10:56 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Wê xewa tacîzkeran bireve
10:50 Vaye çekdarên bipere ku Tirkiyê wan şandiye Lîbya û Qerebaxê
10:08 Li Êlihê polisan tundî li berhevkarê kaxizan kir
09:04 'Em ê rê nedin asayîkirina tecawizê’
09:04 Dede: Ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê tecrîd rabe
09:04 11 sal cezayê li polîsê faîlê 4 kesan hat birîn, ‘li gorî hiqûqê’ hat dîtin
09:04 Mecîd: Li Başûr qeyrana siyasî û aborî heye
09:04 ‘Mûçeya kêmane ne tu mûçeye ku mirov pê debara xwe bike’
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2020'AN
13/12/2020
19:35 218 kesan ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan
17:50 'Gel bila xwedî li daxwazên me derkevin'
15:30 ‘HDP rêya rizgarkirina welat e’
15:05 ÎHD: Li Tirkiyeyê mafê mirovan ji Magna Cartayê paşdetir e
13:59 Li Stenbolê tundiya zilam
13:59 Hevşaredara Dersîmê Nûrhayat Altun dest bi greva birçîbûnê kir
13:31 Ji 62 rêxistinên jinan daxuyaniya hevpar: Em ê bêdeng nemînin
13:23 Mamostayên Olî: Çalakiyên gel rewa ne
12:34 Nûçegihanê Rojnews’ê Zusik Hemed 2 roj in di bin çavan de ye
11:40 Bijîjkekî din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
11:39 40 sal borî: Erdal Eren hêj 17 salî ye
09:21 Konûk: Hiqûqa dijminatiyê pêş dixin
09:20 Dayika girtî: Destê xwe bindin hev û rabin
09:19 Bi nasnameya kesekî din tawanbar kirin û ji peywirê girtin!
09:18 Di 27 salan de 200 caran avêtin ser mala wê
09:17 'Ciwan dê ji bo tecrîdê bêdeng nemînin'
09:16 Li Geverê 117 esnafan dikanên xwe girtin
09:15 Baroya Amedê: Esker û polîs, vîtrîna qirêjî ya dewletê ne
09:14 Hunermendên kurd: Dem dema yekîtiya neteweyî û azadiyê ye
09:13 Ji partiyên siyasî banga hevpar: Xwedî li çalakiya grevê derkevin
09:09 135 roj in cenazeyê Acar nadin malbatê
09:08 MEBYA-DER: Divê her kes ji bo greva birçîbûnê gavan biavêjin
09:02 'Cizîrê serê xwe netewand û ji niha pê ve jî wê netewîne'
09:00 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2020'AN
12/12/2020
20:11 222 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
17:01 Koma 4’emîn çalakiya grevê dewr girtin
16:37 Meclîsa Malbatên Şehîdan pilanên li ser Şengalê şermezar kirin
15:56 Şermezarkirina gaza xwezayî ya bi beroş û miqilkan
15:32 Wezîr Endama Meclîsa Giştî ya HDP'ê ji kar dûr xist
15:19 2 cenaze bi şev defin kirin
15:04 Ji 805 Welatiyan bo Bahçelî: Şirîke îqtîdarê welat dabeş dike
14:33 Çakmak ê nexweş daket 35 kîloyan: Tedawî bikin
14:12 Dadgeha Mûşê 5 kes girtin
13:49 Dayika Şemiyê: 25 salin li vê qadê me
13:39 24 sal in kujerên Onerari nehatine dîtin
13:00 Rejîma Îranê berpirsê Kanala Amadnews’ê darve kir
12:55 Kampanyaya îmzeyan a ji bo azadiya Ocalan li Başûr belav dibe
12:12 Li Girtîgeha Trabzonê 6 girtiyên nexweş nayên tedawîkirin
12:03 Polîsan li Cizîrê 2 kes binçav kirin
11:37 Li Kolanên Wan û Amedê polîs û maşîneyên zirxî hene
11:15 Gelê Başûrê Kurdistanê li dijî polîtikayên hikûmetê li qadan in
10:04 Hejmara Zrîngê ya 9’emîn derket
09:40 Peyama nameyên Mehmet Tunç: Bi me serbilind bin
09:31 Mafê dengnekirinê yê Hevberdevkê HDK’ê Şenoglû wek ‘sûc’ hat dîtin
09:30 Bodîtt: Ji sedî 60 jinên li Efrînê hatin revandin aqûbeta wan nediyar e
09:10 42 kes miribûn: Hîn jî li wê rêyê ji bo aşûtê tu tevdîr nehatine girtin
09:10 Ji bo karta 8'ê Adarê gotin 'girtiyan motîve dike' û fezleke amade kirin
09:09 Di dema lêdanê de kamerayên midûriyeta polîsan hatine girtin!
09:08 ‘Heya tecrîd neyê rakirin em ê paş de gav navêjin'
09:08 Nerazîbûna HDP û CHP'ê ya ji bo polîtîkaya asîmlasiyonê ya li Dersimê
09:07 Bozgeyîk: Meaşê kêm li gor telîmatên qesrê tê diyarkirin
09:04 ‘16 hezar ciwan hatin binçavkirin, 5 hezar jê hatin girtin'
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2020'AN
11/12/2020
20:22 Îro 226 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:43 Federasyona Şoreşgerên 78’an: Heke em bêdeng bibin wê neyarên gel biaxivin
16:01 TJA’yê rapora tundiya li ser jinan a li bakurê Kurdistanê eşkere kir
15:55 Ciwanên Yekbûyî Meclîsa xwe ya Îzmîrê ava kirin
15:32 Paylan: Wezîr Varank morîkan kom dike
15:17 TUAYDER’a Çûkûrovayê: Zû tecrîdê bi dawî bikin
15:07 Li pêş Wezareta Tenduristiyê bang kirin: Kes qêrîna me na bîhîze
14:53 ‘Berpirsiyarî desthilatdariye’
14:32 ‘Ji bo cîhanek azad û wekhev em ê têbikoşin’
14:01 Saîp: Xebatkarên tenduristiyê bi neheqiyê re rûbirû ne
13:54 3 salin DNA diyar e lê cenaze nadin malbatê
13:28 Berdan Ozturk: Pirsgirika kurd bi çekan çareser nabe
13:10 YE'ê danekirinên li dijî Tirkiyeyê zêde kir
13:09 Aydenîz bi hinceta KHK'ê bi 'endamtiya rêxistinê' hat sûcdarkirin
12:47 Gunay: Daxwaza çareseriyê ya grevên birçîbûnê, daxwaza me ye
12:40 Malbatê cenazeyê Korman piştî 4 mehan girt
12:19 Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:01 Parêzer Ozbîngol hat berdan
11:48 Ji bo mijara ambargoya li ser Tirkiyeyê lihevkirin pêk hat
11:47 Danişîna rojnameger Çakmakçi hat taloqkirin