Leyla Guven: Dem dema yekitiya neteweya kurd e

  • rojane
  • 16:26 17 Kanûn 2020
  • |
img
ŞIRNEX - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven,di daxuyaniya yêkitiya neteweya kurd de axivî û got: "Li Rojhilata Navîn polîtîkayên gelek taybet tê meşandin. Lê em dibêjin ku di vê sedsalê de dem dema kurdan e. Dem dema statû standin û yêkitiya neteweya gelê kurde."
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Hevserokê Giştî yê Partiya Heremên DemokratîK (DBP) Keskîn Bayindir û parlamenterên HDP'ê yên herêmê, rêxistinên HDP'ê yên Mêrdîn, Sêrt û Êlîhê têkildarî yekitiya neteweya kurd li ber avahiya rêxistina HDP'ê ya Şirnexê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta "Dem dema Yekitiya Netewî û Azadiyêye" hat vekirin. Dovîzên "Bimre xiyanet",  "Kurdno bibin yek" û "Kurdistan yeke" hatin rakirin. Daxuyanî di bin dorbêça polîsan de hat dayîn.
 
'ŞERÊ NAVXWEYÎ ZIRARÊ DIDE ME'
 
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di daxuyaniyê de axivî û bal kişand ser yekitiya neteweyiya kurd. Guven, dest nîşan kir ku îro ew li Şirnexê ne û wiha got: "Dema ku mirov dibêje Şirnex berxwedan û serhildan tê bîra mirov. Em îro li Şirnexê dixwazin peyamekî bidin saziyên kurdan. Çima Şirnex? Çimkî em dizanin ku li Şirnexê wê dengê me bigihîje çar perçeyên Kurdistanê. Şirnex di heman demê de Zaxo, Qamişlo û Efrîn e. Şirnex heman demê de Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilat e. Ji ber wê dengê gelê Boranê girînge. Kesên ku li Rojhilata Navîn de li ser navê gelê kurd siyasetê didin meşandin û li ser navê gelê kurd xwedî sozin, bila vî dengê me bibihîzin. Em îro dixwazin ku bang bikin, em di rewşeke çawa de derbas dibin û em niha çi jiyan dikin? Niha di navbera hêzên kurdan de alozî hene. Hin hêz dixwazin kurdan bînin beramberî hev û şerekê bidin destpê kirin. Em li Botanê bang dikin, ew hêzên ku hatine hemberî hevdû bila ji van polîtîkayên şaş bizivirin. Ev şer zirarê dide me. Em daxwaz dikin ku ji vî şerî berpirsyare bila vî dengê me bibihîze. Bila birakujî di nav gelê me de çênebe. Bila şerê navxeyî di nava gelê me de çênebe. Bila herkes bizane ku desthilatdaran em kurd kirine çar perçe. Em vî şerî qebûl nakin. Kesên ku jiyana xwe ji dest didin hemû heval û hogirên me ne. Ji ber vê em li vir bang dikin û dibêjîn ji vê şaşitiyê bizivirin. Heger kurd hevdû bikujin wê kî kêfxweş bibe? Bila derdorê xwe binêrin."
 
'ÇI HATIBE SERÊ ME JI BÊTIFAQIYÊ HAT SERÊ ME'
 
Guven, da zanîn ku hêzên desthilatdar naxwazin ku gelê kurd bibe xwedî statû û wiha bilêv kir: "Ji ber vê yêkê tişta herî pêwîst yêkitî û tifaqa gelê kurde. Kesên ku dixwazin ku kurd li hemberî hevdû şer bikin, em wan nas dikin. Desthilatdarên li Rojhilata Navîn naxwazin ku kurd bibin xwedî statû û ew dixwazin kurd hevdû bikujin. Evê tu serkeftinê ji me re neyîne. Tişta duyemîn ji ew e ku wan heta niha gelek tişt li ser serê me meşandin. Ji serhildana Agiriye û heta Zîlan û Roboskiyê çi bi serê me hatibe ji bêtifaqiya me serê me hatiye. Em gelekê pir hêja ne. Çima tifaqa me û yêkitiya me tune ye? Çima em milên xwe nadin milên hevdû? Ji ber vê hêzên desthilatdar her tim dixwazin ku me perçe bikin. Îro hewceye ku em vê rastiyê bibînin û em li gorî vê tevbigerin. Hêviya me ji gelê me ew e ku li dijî van lîstîkan bibin tifaq. Çawa ku me li Şirnexê tifaqa xwe pêk anî, hewceye ku em li her çar perçeyên Kurdistanê jî vê tifaqa xwe ava bikin."
 
'DEM DEMA GELÊ KURD E'
 
Guven, bal kişand li ser tecrîta li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û wiha bi dawî kir: "Li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan 22 salin tecrîteke girankirî heye. Ji bo bi dawîkirina tecrîta li ser birêz Ocalan me gelek çalakî li dar xistin. Niha jî li girtîgehan, bi hezaran hevalên me di greva birçîbûnê de ne. Weke ku hûn jî dizanin nexweşiya Kovîd-19 heye û zilma li ser zindandan jî didome. Li dijî hemû neyiniyan hevalên me di greva birçîbûnê de ne. Hevalên me dibêjin heta ku Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan azad nebe ewê dev ji çalakiya xwe bernedin. Ji ber vê em li Şirnexê em ji zindanan re silavek gerim dişînîn. Li Rojhilata Navîn polîtîkayên gelek taybet tê meşandin. Lê em dibêjin ku di vê sedsalê de dem dema Kurdan e. Dem dema statû standin û avakirina yêkitiya neteweya gelê kurde. Divê em zêdetir bikevim kolanan û têkoşîna xwe zêdetir mezin bikin. Em kurdin û navê erdnîgariya me jî Kurdistanê. Em careke din bang dikin, divê herkes polîtîkayên xwe yên li hemberî kurdan li ber çavan derbas bikin."
 
'EM Ê TÊKOŞÎNA XWE MEZIN BIKIN'
 
Piştre Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir jî û wiha got: "Em dibînin ku hikûmeta AKP-MHP hewl dide destkeftiyên gelê kurd tune bike. Lê divê ew ji bîr nekin ku gelê kurd ne weke berê ye. Ew gel e ku hişyariya neteweyî stendiye û bûye xwedî statû. Êdî tehemûla gelê kurd li dijî tu hêzên dagirker nemaye. Daxwaza gelên herêmê muzakere û diyalog e û ya ku em hemî dixwazin ev e. AKP-MHP dixwaze stratejiyek şer pêk bîne. Gelê kurd neçar e ku yekîtiya xweya neteweyî biparêze. Weke kurd, em ê têkoşîna xwe ya li dijî vê zilmê mezin bikin. Tifaqa gelê kurd berpirsyariya herî serekeye. Divê her kurdek bi vê zanebûnê tevbigere."
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bimre xiyanet" bi dawî bû.

Sernavên din

17/12/2020
18:57 4 rojnamevan hatin binçavkirin
16:41 Partiyên Saadet û Pêşerojê bertek nîşanî gotinên Bahçelî dan
16:26 Leyla Guven: Dem dema yekitiya neteweya kurd e
16:10 Ferdên malbata Şenyaşar bi şertê kontrola edlî hatin berdan
16:08 Rêxistinên ciwanan çûn seredana karkerên Sînboyê
16:07 HDP'ê têkildarî budçeyê gel agahdar kir
16:05 Gergerlîoglu: Hatin û mirovan tazî dikin
16:04 Beştaş: Rûniştina li pêş HDP'ê serbest e, lê li pêş AKP'ê qedexe ye!
15:28 Di doza Ayten Adiguzel de biryar nehat dayîn
15:26 Haber Sen: Sirgûnanan rawestînin
15:14 Komîsyona ÎHD’ê ya jinan: Tekane sûcdarê tacîzê tacîzkare
14:38 Dozger 4 girtiyên ku daxwazname şandin ceza kir
14:00 Ji gelê Şirnexê coşa yekitiya neteweyî
13:49 Serokwezîrê Iraqê Kazimî gihîşt Enqereyê
13:22 Serokkomarê Fransayê Macron bi koronayê ket
13:17 YPG: Hêzên me bi tu awayî êrişî baregehên pêşmergeyan nekirine
13:01 Di doza Hrant Dînk de parêzeran parastin nekir
12:57 Daxwazên rojnameger Karataş ê girtî nayin pêşwazî kirin
11:37 Li Stenbolê jinek hat qetîlkirin
11:23 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:59 Li Amedê mijekî zêde
10:22 Grevên birçîbûnê ket roja 21’an
10:22 Mexdûrên erdhejê: Hikûmetê soz dan lê pêk neanîn
10:21 Mihrîcana Fîlmên Kurd a Hambûrgê dest pê dike
09:59 Dengbêjê nemir: Mihemed Arif Cizrawî
09:12 Nêzî milyonek TL cezayê pandemiyê li HDP'iyan birîn
09:10 Kakşar Oremar: Em bi dengê Çarçira bibin yek
09:10 Guven: Daxwaza bi milyonan kesî bidawîkirina tecrîdê ye
09:05 Malbatên girtiyan: Bila daxwazên wan bên qebûlkirin
09:05 Qeyûm tiştên ku nekiriye jî wekî ku kiribe nîşan dide
09:05 Girtiyê nexweş êdî hevjîna xwe û zarokên xwe nas nake
09:05 Hevserokê SES'ê: Piştî daxuyaniya RTC'ê rewşa şewbê jî aşkere bû
09:04 Baskin Oran: Gotina reformê ji ber bê çaretiyê ye
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2020'AN
16/12/2020
20:10 Hejmara miriyan bû 17 hezar û 121
16:25 Kesên li ber HDP’ê tên sekinandin hewl dan êrişî rojnamevanan bikin
16:07 Dev Turîzm-Îş: 10 milyon kes kêmî heqê herî kêm dixebitin
15:44 Gergerlîoglû: Divê lêgerîna tazî û îşkence were qedexekirin
15:43 Li ser Youtubeyê perwerdeya kurdî dest pê kir
14:59 HDP'ê ji bo rê li pêş mirinê bigirin pêşniyara 28 rojan derneketine bi ewle kir
14:28 Çalakiya karkerên Fabrîkeya Ekmekçîoglû tê astengkirin
14:23 ÎHD û OHD: Rewşa Tûran giran e bila were berdan
13:48 Dozgeriyê 4 fezlekeyên din şandin meclîsê
13:23 Aktîvîsta TJA’yê Fîgen Ektî hat tehliyekirin
12:49 Dadgehê cezayê bijîşk Isi yê hevjîna xwe kuşt erê kir
12:48 Ozturk: Tecrîda li Îmraliyê li tevahiya Rojhilata Navîn belav bûye
12:22 Li Antalyayê mêrekî jinek qetil kir
12:19 Ji KNK'ê banga lezgîn a diyalogê
12:16 Hat angaştkirin ku li Sakaryayê zarokekî karker întihar kiriye
11:33 Li Amedê dolmîş qelibî 7 kes birîndar bûn
11:26 Li Girtîgeha Bafrayê 2 girtî ketin greva birçîbûnê
10:58 Dayikên Aştiyê: Em nebin yek em ê herin yek bi yek
10:43 Girtiyê 60 salî bi koronayê ket
10:17 Polîsan li Edeneyê welatiyek binçav kir
10:16 Çalakiya greva birçîbûnê ket roja 20’an
09:24 'Wê jin xwe biparêzin'
09:23 Li girtîgehên Xarpêtê binpêkirinên mafan zêde bûne
09:22 Di diyarkirina meaşê kêm de karker nayên temsîlkirin
09:21 'Çawa yê xwe zem dikin bila yê me jî wiha zem bikin'
09:21 Kûçikên ku qeyûm ew biribûn çopgehê dimirin
09:20 Şingalî: Pêdiviya şingaliyan bi hikûmeta Iraqê û PDK'ê tuneye
09:19 Heqareta li parlamenterê HDP’ê hêjayî şopandinê nedîtin!
09:18 Ev cara 3’yemîn e dikevin greva birçîbûnê: Tecrîd dijminê aştiyê ye
09:18 Goristana Bêkesan a Colemêrgê di bin xetereya hezazê de ye
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2020'AN
15/12/2020
20:17 Îro 235 kes ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
15:24 Dozger belavkirina rojnameyê û nûçe sûc dît
15:11 Endama meclîsa şaredariyê ya berê hat binçavkirin
14:47 Berdevkê AKP’ê bertek nîşanî CAATSA da
14:30 Polisan Hevserokê HDP’ê yê Bêrecûkê binçav kirin
14:30 Di Girtîgeha Duzceyê de nexweşên koronayê zêde bûn
14:27 Di doza Redhackê de mutalaa hat xwestin
13:52 Dozên Ozgur Gundemê hatin taloqkirin
13:43 Dayika Aştiyê Garîp Erînçê jiyana xwe ji dest da
13:31 Ji ber taloqbûna danişînê malbatên qurbaniya Komkujiya Enqereyê bertek nîşan dan
13:14 Li ser berteka HDP’ê, Çavûşoglû neçar ma ku DAIŞ’ê şermezar bike
13:13 Leyla Guven: Şerê navxweyî qebûl nekin
13:04 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:04 Sûriyê li NY’yê giliya Tirkiyê kir
12:54 HDP: Kesên ji ber şewbê mirin derdora 70-80’î hezariye
12:22 HDP li RTUK’ê giliya ATV’ê kir
12:16 ‘Wezaret dixwaze bi vê raporê fihêlên qeyûman veşêre’
12:15 Greva birçîbûnê di roja 19’emîn de ye: Divê daxwaz bên qebûlkirin
11:59 Doza Hrant Dînk taloq bû
11:39 Çavûşoglû: Hilbijartin çêbibe jî wê desthilat ji we re neyê dayîn
11:22 Mazlûm Ebdî êrişa PDK’ê şermezar kir
10:19 Ji Bulbul bo Soylû: Dewama zîhniyeta JÎTEM, Esat Oktay, Yeşîl û Mehmet Agar e
09:14 16 meh e cenaze nedane malbatê: Tenê destekê wî jî mabe, em dixwazin
09:14 Polîs li midûriyetê heqaret li parêzer kir û hewl da lêbixe
09:13 ‘Em ê nehêlin çapemenî bibe berdevkê bilêvkirina nêrza'
09:12 Jinên ku dibêjin 'bila xew li we biherime': Aşkerekirin heq e
09:12 Ji ber tevlîbûna meş û civînan 7 sal ceza lê birîn
09:10 Pitika 110 rojî ji ber şewba Kovîd-19'ê mir: Ji mirovên zanyar veşartin
09:10 Pirtûka ‘Korona Gunlerînde Mahpûslûk’ hat çapkirin
09:09 'Bajarê ku mafên mirovan lê tune ye: Wan
09:08 Di 4 mehan de 2 caran derp kirin û kirin hucreyê
09:08 Greva birçîbûnê di roja 19'emîn de ye: Banga ‘dengê hevpar’ li muxalefetê hat kirin
09:07 Kiliçaslanê girtî: Armanca greva birçîbûnê azadiya Ocalan e
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2020'AN
08:52 Li Wanê bi pileya 4.7 erd hejiya