* Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan li dijî tecrîda Îmraliyê dan destpêkirin ket roja 22’an. Dayika girtî Mehmet Yildirim ê ku di koma 3’yemîn a greva birçîbûnê de cih girt, Hazal Yildirim, diyar kir ku girtî wê di hundir de, ewê jî dê li derve li berxwe bidin.
* Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk: "Em yekîtiya neteweyî pêk bînin û tifaqa xwe çêbikin."
* Li Mereşê 42 sal berê komkujiyek qewimî bû û 111 kes hatibûn kuştin. Ji şahidên komkujiyê Parlamenterê HDP’ê Zeynel Ozen diyar kir ku qirkirina wê demê di roja îroyîn de bi polîtîkaya “bêlewî hiştin û talan xwezayê” didome.”
* Bazara Heywanan a Agiriyê ku di mehên havînê de ji toz û dumanê xuya nake, bi hatina berf û baranê re jî, vediguhere teqana heriyê. Welatiyên ku li bazarê dixebitin û bi wergirtina gîzmeyan bergiriyên xwe digirin, ji vê rewşê şaredariya AKP’ê berpirsiyar digirin.
* Di ser mirina nivîskar û rojnamevan Mahmût Baksî re 20 sal derbas bûn. Nivîskar Firat Cewerî, bal kişand ji bo wêjeya Baksî got: "Ew, ji bo nifşên nû mîak bû, hêvî bû."
* Kesên li ber avahiya HDP'ê ya Amedê tên sekinandin, bi awayekî devkî û fizîkî êrîş biribûn ser HDP'iyan. Her sê HDP'î bi hinceta ku giliyê wan hatiye kirin hatibûn binçavkirin. Lê belê piştî ku polîsan wan bir midûriyetê, 6 saet şûn de derbarê wan de biryara binçavkirinê hat dayîn.
* Veysel Arslan, ji bo meaşê kêm got: "Li cem me meaşê jiyaneke mirovane, sînorê xizaniyê ye."
* Kardêr Şerîf Acara ku di çaçroveya lêpirsîna nelirêtiyê de ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin îfade da, destnîşan kir ku wesayîta ku qeyûm bi kar tîne bi bertîla hatiye dayîn hatiye kirîn û li dor 3.5 milyon TL'yî pere bi darê zorê jê hatiye stendin.
* Şahida Komkujiya 19'ê Kanûnê Fatîme Akalin, anî ziman ku armanca "Operasyona Vegera Li Jiyanê" ew bû ku civakê hepsî hucreyan bike û hîmê zextên niha jî li ser asasên wê demê ne.
* Komeleya Lêkolînên Kurdî, vîdeoyên dersên kurdî li ser Youtubeyê bar dike. Mamsoteyê komeleyê Alî Arslan, anî ziman ku bi vî awayî hem dixwazin xwendin û nivîsandina bi kurdî hîn bikin hem jî rêzimana kurdî û armanca wan, pêşî li ber bişaftinê bigirin.
* Şêniyên gundên li newalên li dor rêya Colemêrg-Çelê, saet di navbera 08.00-17.00'de dikarin biçin gundên xwe. Her wiha welatî nikarin têra xwe lazmatiyên xwe bibin malê, ji lewra kotayek hatiye danîn.
* Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk: "Em yekîtiya neteweyî pêk bînin û tifaqa xwe çêbikin."
* Platforma Jinan a Antalya, ji bo ku balê bikişîne ser rewşa karkerê çandiyê yê rastî tuneyê hat Altın Erdogan, wê li ber Bîrdariya Attalos daxuyaniyê bide. (12.00)
* Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê, bi boneya Roja Penaberên Cîhanê wê li avahiya partiyê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)
* KESK, wê li Edene û Amedê, derbarê budçeyê de daxuyanî bide çapemeniyê. (12.30-16.30)