'Wesayîta qeyûm bi pereyê bertîlê hat stendin'

  • rojane
  • 09:14 18 Kanûn 2020
  • |
img
MÊRDÎN – Kardêr Şerîf Acara ku di çaçroveya lêpirsîna nelirêtiyê de ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin îfade da, destnîşan kir ku wesayîta ku qeyûm bi kar tîne bi bertîla hatiye dayîn hatiye kirîn û li dor 3.5 milyon TL'yî pere bi darê zorê jê hatiye stendin. 
 
Bi hinceta ku "Pere ji PKK'ê re diçin" qeyûm tayinî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatibû kirin. Lê belê ji roja ku qeyûm tayinî şaredariyê kiriye heta niha nelirêtî li ser nelirêtiyê, bertîl li ser bertîlê tê stendin. Piştî ku mufetîş hatibûn û lêkolîn kiribûn lêpirsîn hatibû destpêkirin. Di çarçoveya vê lêpirsînê de di 26'ê mijdarê de gelek kes hatibûn binçavkirin. Yek ji van kesan jî Zeynî Teker bû. Teker ligel Cîgirtiya Sekreterê Giştî li ser 6 karan bû. Her wiha kardêr Şerîf Acar jî di çarçoveya vê lêpirsînê de hatibû girtin. 
 
Di lêpirsîna berê ya derbarê Şîrketa Kentê ya şaredariyê de Midûrê Giştî yê Şîrketa Kentê û Midûrê Dîcle Elektrîkê (DEDAŞ) ê Mêrdînê Mehmet Bûlût hatibû girtin û piştî 1.7 milyon TL dabû hatbû berdan. Bûlût jî daxilî nav vê lêpirsîna dawiyê hat kirin. Ligel Bûlût, Adnan Yuksel ê xwediyê şîrketekê ku bi şaredariyê re xebitîbû û xwarziyê qeyûm Mûstafa Yaman Yûnûs Emre Akça jî daxilî nav lêpirsînê hatin kirin. 
 
NE JI BO GEL, JI BO RANTÊ HATIYE XERCKIRIN 
 
Di dema qeyûm de çêkirina Baxçeyê Gel ê Kamorê îhaleyeke bi 10 milyon û 937 hezar û 905 TL'yî hatibû çêkirin. Derbarê vê îhaleyê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Projeya Baxçeyê gel a Kamorê di dema rêveberiya DBP'Î de wekî projeya Qada Jiyanê ya Kamorê hatibû amadekirin û maliyeta wê jî 2 milyon û 600 hezar Tl hatibû diyarkirin. 
 
Tê payîn ku di nêz de dê lêpirsîn temam bibe û îdianame bê amadekirin. Lê belê me xwegihand îfadeyên hin kesan. Di îfadeyên bi dest ketine de tê gotin her tişt bi destê qeyûm Mûstafa Yaman hatiye kirin. 
 
‘EZ FÊM NAKIM, TELÎMATA QEYÛM BÛ' 
 
Cîgirê Sekreterê Giştî Zeynî Teker di îfadeya xwe de derpêş kiriye ku haya wî ji îhaleyan tune ye û ew Endamê Desteya Rêvebir a MARSÛ, Endamê Desteya Rêvebir a Şîrketa Kentê, Serokê Daîreya Çavkaniyên Mirovan, Serokê Daîreya Desteya Teftîşê, Mifetîşê Maarîfê û Cîgirê Sekreterê Giştî bûye. Teker, ji ber ku berpirsiyarê 6 yekeyan bûye û îmze daniye binî îhaleyan, parast ku nizane belgeyên ku wî îmze kirine aydê kîjan îhaleyan bûne. Teker di îfadeya xwe de gotiye: "Her tişt bi telîmata Mûstafa Yaman hatine kirine. Derbarê îhaleyan de bi tiştekî nizanim. Ez ji îhaleyan fêm nakim. Ez perwerdekar im." 
 
Her wiha Teker di îfadeya xwe de diyar kiriye ku ên dosyeyê îhaleyan amade dikir Yûnûs Emre Akça bûye û ên biryar dida jî Akça bûye.
 
Mehmet Bûlût jî derbarê îhaleya Baxçeyê Gel ê Kamorê de derpêş kir ku di çarçoveya peymanê de malzemeyên ku bi milyon û 945 hezar TL'yî ne dê fîrma bikire, lê belê nizane bê hatine teslîmkirin an na. Bûlût di îfadeya xwe de gotiye, Zeynî Teker û Yûnûs Emre Akça piştî sehîkirina mufetîşan îmze danîne bin girtekeke kevn. 
 
QEYÛM WESAYÎTA XWE BI BERTÎLÊ KIRΠ
 
Di dosyeyê de îfadeya herî balkêş jî ya kardêr Şerîf Acar e. Acar, di îfadeya xwe de diyar kir ku bertîl daye rêvebirên şaredariyê û wesayîta ku Mûûstafa Yaman bi kar dianî jî bi pereyê ku wî daye hatiye kirîn. Acar di îfadeya xwe de ev tişt gotine: "Îhaleya Kamorê li ser şîrketa min ma. Ji bo îhale neyê betalkirin zilamên Mûstafa Yaman Adnan Yuksel û Mehmet Bûlût hatin cem min û pere xwestin. Gotin, heger tu pereyan bidî dê îhale neyê betalkirin. Ez jî ji ber ku gef li min dihatin xwarin, ji bo îhale neyê betalkirin min bi giştî 2 milyon û 300 hezar TL pere da Adnan Yuksel. Min pere ji çekên xwe yên Bankeya Halkê dan. Bi qasî ku ez dizanim bi vî pereyî di sala 2018'an de wesayîta Audî ya modelê 2018 û 2 passat ên modela wan 2018 hatin stendin. Erebeya Audîyê Yaman bi kar dianî. Bi qasî dizanim wesayîtên din jî yek jê Adnan Yuksel û ya din jî Abdûllah Yîgît bi kar dianî. Her wiha min 2 çekên 150 hezar TL û çekeke 100 hezar TL'yî da Mehmet Bûlût. Ew çek niha li cem Mehmet Bûlût in. Ev çek ên hesabê min ê Banka Halkê ne. Her wiha Yûnûs Emre Akça jî bi zorê 825 hezar TL ji min stend. Min bi rêya hevkarê xwe H.D. 825 hezar Tl nakît dayê. Ez ê serî li dozgeriya komarê bidim û gilî bikim." 
 
MA / Ahmet Kanbal

Sernavên din

19/12/2020
20:17 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyên Covîd-19'ê bi ser 2 milyona ket
16:43 Li Edeneyê welatiyek hat girtin
16:13 Li ‘Komkujiya Gurgumê’ komkujiyên din zêde kirin
15:44 Di ‘Rûniştina F’ de, Komkujiya 19’ê Kanûnê hat şermezarkirin
15:39 Kesên di Komkujiya 19’ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
15:11 Ciwanan ji bo piştevaniya greva birçîbûnê pankart daliqandin
15:08 Nûçegihana me Zeynep Dûrgût bi parêzera xwe re hevdîtin pêk anî
14:58 Tedawiya girtiyê nexweş Yildirim nayê kirin
14:10 26 salin agahî ji Ahmet Bîçîmlî yê ku Hizbûllahê revand nayê girtin
14:03 Dayikên Şemiyê: Destê dewletê ketiye xwîna kurdan
13:59 Polîsan li Êlîhê welatiyek binçav kirin
13:16 Ji bo 10 girtiyên nexweş banga lezgîn a berdanê hat kirin
11:25 Di teqîna li nexweşxaneyê de 8 kes mirin
11:17 Ji bo emelîyata ku nexweşiya wê biqedîne li benda alîkariyê ye
11:01 Ji ber ku lêgerîna tazî red kir, hat derpkirin
10:42 HDP’ê derheqê ATV’ê de cara duyemîn serî li RTUK’ê da
10:37 Li Amedê mij bandora xwe didomîne
10:13 Li Girtîgeha Rihayê pêketî zêde bûne û test nayên kirin
10:12 Li dijî Şaredariya CHP’ê ‘operasyona bertîlê’
09:21 Di doza Girtîgeha Bayrampaşayê de xetereya bêcezatiyê
09:20 Ji ber komira nebaş nikarin bêhnê bistînin
09:20 Di malbatê de kes nemaye ku ceza li wan nehatiye birîn!
09:16 Karkeran bang: Em nikarin debara xwe bikin
09:14 Qeyûm ji îhaleya bi 15 milyona TL'yî 30 milyon TL çirpandiye
09:12 Unsal: Kurd êdî bêstatubûnê qebûl nakin
09:10 'Dixwazin bi tecrîdê heyfa Rojava ji me bistînin'
09:03 Ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê bang li Wezîrê Dadê kir
09:01 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2020'AN
18/12/2020
21:00 246 kes mirin, 26 hezar û 410 kes jî pê ketin
20:57 Nûçehgihana me Dûrgût birin Wanê
16:42 Cezayê hefsa malê dan Hevserokê Navçeyê yê HDP’ê
16:41 Walîtiya Sêrtê ji bo 15 rojan çalakiyan qedexe kir
16:24 TUHAY-DER’ê ji bo grevên birçîbûnê serdana partiyên siyasî kir
16:22 HDP’ê Komkujiya Gurgumê li Meclîsê bi bîr anî
15:57 Rêxistina Efûyê ji bo Siddik Meşe bang kir
15:44 Leyla Guven: Em ê tu carî nedin jibîr kirin
15:42 Di erdheja Sêrtê de 52 jê giran 737 avahî xesar dîtine
15:23 Endama Dîwana KCD’ê Jiyan Taş hat berdan
15:23 Koalîsyona Jinan a Rojnamegeran ji bo nûçegihana me Dûrgût bang kir
15:19 Parastvanên Maf: Doza Komkujiya 19’ê Kanûnê 20 sal in bi dawî nabe
15:01 Di hevdîtinên budçeyê de herî zêde parlamenterên jin ên HDP’î axivîn
14:44 Polîsan di mudaxileya daxuyaniya greva birçîbûn de, gelek kes binçav kirin
14:43 KESK: Ev budçe ne ya me ye
14:11 Platforma Jinan a Antalyayê: Piştgirî da Altin a rastî tundiyê hatibû
13:34 MÎT’ê siyasetmedarên ewropayî jî kiriye hedef
13:18 BES: Bergiriyên pêwîst bigirin, em naxwazin bimirin
13:03 HDP’ê Cejna Êzî ya civata êzidî pîroz kir
13:00 Dadgehê 10 sal û 7 meh ceza li Hevseroka berê ya MEYA-DER’ê birî
11:47 Li Girtîgeha Konyayê 5 girtî beşdarî grevê bûn
11:36 Li 5 bajaran operasyona li dijî Eniya Gel
11:23 Ketina Îçkaleya Amedê hat qedexekirin
11:16 Li Eyn Îsayê şerekî dijwar rû dide
11:15 Rojnameger Dûrgût a di bin çavan de wê bibin Wanê
10:43 Emîne Şenyaşar: Kê zarokên min kuşt?
10:42 Kêm jî be qezenca wan di berîka wan de dimîne
10:03 4 girtî hatin sewqkirin
09:55 Greva birçîbûnê di roja 22'yemîn de ye: Li Rihayê 9 girtî tevlî bûn
09:29 Li 17 bajaran rapirsî: Pirsgirêka herî bingehîn pirsgirêka kurd e
09:24 Ozen: Qirkirina Mereşê îro jî berdewam dike
09:22 Ozturk: Em yekîtiya neteweyî pêk bînin, tifaqa xwe çêbikin
09:21 Jiyan li gundên Colemêrgê: Şertê îkametgahê, destûra ji bo nexweşxaneyê, kotaya ji bo erzaq
09:19 ‘Armanc, em pêşî li ber bişaftinê bigirin'
09:16 Şahida komkujiya 19'ê Kanûnê: Armanc civakê hepsî hcureyan bikirana
09:14 'Wesayîta qeyûm bi pereyê bertîlê hat stendin'
09:13 Arslan: Meaşê jiyaneke mirovane sînorê xizaniyê ye
09:11 Dek û dolabên Midûriyeta Polîsan: Pêşî binçav kirin, dû re biryar girtin
09:09 ‘Mahmût Baksî ji bo nifşê nû hêvî bû'
09:08 Bazara Heywanan a Agiriyê di nava heriyê de ma
09:05 Dayika Girtî: Ew li hundir em jî wê li derve li berxwe bidin
09:02 ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2020'AN
17/12/2020
19:26 243 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:57 4 rojnamevan hatin binçavkirin
16:41 Partiyên Saadet û Pêşerojê bertek nîşanî gotinên Bahçelî dan
16:26 Leyla Guven: Dem dema yekitiya neteweya kurd e
16:10 Ferdên malbata Şenyaşar bi şertê kontrola edlî hatin berdan
16:08 Rêxistinên ciwanan çûn seredana karkerên Sînboyê
16:07 HDP'ê têkildarî budçeyê gel agahdar kir
16:05 Gergerlîoglu: Hatin û mirovan tazî dikin
16:04 Beştaş: Rûniştina li pêş HDP'ê serbest e, lê li pêş AKP'ê qedexe ye!
15:28 Di doza Ayten Adiguzel de biryar nehat dayîn
15:26 Haber Sen: Sirgûnanan rawestînin
15:14 Komîsyona ÎHD’ê ya jinan: Tekane sûcdarê tacîzê tacîzkare
14:38 Dozger 4 girtiyên ku daxwazname şandin ceza kir
14:00 Ji gelê Şirnexê coşa yekitiya neteweyî
13:49 Serokwezîrê Iraqê Kazimî gihîşt Enqereyê
13:22 Serokkomarê Fransayê Macron bi koronayê ket
13:17 YPG: Hêzên me bi tu awayî êrişî baregehên pêşmergeyan nekirine
13:01 Di doza Hrant Dînk de parêzeran parastin nekir
12:57 Daxwazên rojnameger Karataş ê girtî nayin pêşwazî kirin
11:37 Li Stenbolê jinek hat qetîlkirin
11:23 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:59 Li Amedê mijekî zêde
10:22 Grevên birçîbûnê ket roja 21’an
10:22 Mexdûrên erdhejê: Hikûmetê soz dan lê pêk neanîn
10:21 Mihrîcana Fîlmên Kurd a Hambûrgê dest pê dike
09:59 Dengbêjê nemir: Mihemed Arif Cizrawî
09:12 Nêzî milyonek TL cezayê pandemiyê li HDP'iyan birîn
09:10 Kakşar Oremar: Em bi dengê Çarçira bibin yek
09:10 Guven: Daxwaza bi milyonan kesî bidawîkirina tecrîdê ye
09:05 Malbatên girtiyan: Bila daxwazên wan bên qebûlkirin