AMED - Ketina qadên dîrokî yên Îçkale û Mizgefta Hazretî Suleyman ên navçeya Sûrê, di çarçoveya bergiriyên vîrûsa koronayê de hatin qedexekirin.
Ketina Îçkale û Mizgefta Hazretî Suleyman ên li Taxa Cevat Paşa ya navçeya Sûrê, di çarçoveya bergiriyên vîrûsa koronayê de, hat qedexekirin.
Wê qedexe di rojên Pênçşem û Înê de ku qelebalix zêde dibe dê were pêkanîn. Bi girtina biryarê re deriyên Îçkalê û mizgeftê hatin girtin.