Ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê bang li Wezîrê Dadê kir

  • rojane
  • 09:03 19 Kanûn 2020
  • |
img

AMED - Sabîha Aslan, xwişka Veysî Aktaşê ku di Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê de ye, derbarê tecrîda li Îmraliyê de bang li Wezîrê Dadê kir û got: "Derket li ber çavê 80 milyon mirovî, wê biryara hevdîtinê got. Lê niha tu rastiya wê gotina wî tune ye. Gelo çi qasî şerm dike?"  Aslan ji bo çalakiyên greva birçîbûnê jî bang kir ku her kes xwedî li çalakiya girtiyan derkeve. 

 
Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar di 5’ê Gulanê de bi wesîleya Cejna Remezanê çûn Girtîgeha Îmraliyê û hevdîtin pêk anîbûn. Veysî Aktaş ku tevî Hamîlî Yildirim û Omer Hayrî Konar di 15’ê Adara 2015’an de wekî “sekreterya” sewqî Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Girava Îmraliyê cem Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan hatibû kirin, ji çaxa sewqî Îmraliyê hatiye kirin heya niha 3 caran vekirî û carekê jî bi rêya telefonê bi giştî 4 caran bi malbata xwe re hevdîtin kiriye. 
 
Her wiha herî dawî malbat di 3’yê Adarê de ji ber şewata li Girava Îmraliyê çûbûn hevdîtinê û di 27'ê Nîsanê de bi rêya telefonê bi xizmên xwe yên di Girtîgeha Îmraliyê de axivîbûn û ji wê çaxê heya niha malbat nikarin pêwendiyê bi xizmên xwe re deynin. Ji 3'yê Adarê heta niha malbatan ji bo hevdîtinê 39 caran, parêzeran jî ji 7'ê Tebaxa 2019'an ve 133 caran serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dane, lê hemû serlêdanên parêzeran û malbatan hatine redkirin. 
 
Sabîha Aslan, xwişka Veysî Aktaş ê ku 26 sal in girtiye û niha di Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Girava Îmraliyê de ye, derbarê tecrîda li Îmraliyê û çalakiyên greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK’ê de axivî.
 
‘BI TECRÎDKIRINÊ ÎŞKENCEYÊ LI MALBATAN DIKIN’
 
Aslan, diyar kir ku cezayên hevdîtinê yên hatine birîn kêfî ne û wiha got: “Di 5 salan de em 3 caran çûn Îmraliyê. Jixwe em her roj ne li Îmraliyê bûn, rabûn cezayê hevdîtinê dan malbatan. Ev pêkanîn keyfî ne. Serokatî ev 21 sal in di tecrîdê de ye. Jixwe her sê girtiyên din jî di bin tecrîdê de ne. Em bi saya çalakiyên greva birçîbûnê ya girtiyan a 2018’an 3 caran çûn hevdîtinê. Bi tecrîdkirinê îşkence û zilmê li malbatan dikin. Naxwazin gotinek ji Îmraliyê derkeve, naxwazin haya kesî jê hebe, ji ber wê yekê tecrîd li ser Îmraliyê tê meşandin.” Aslan, anî ziman ku her tim birayê wê di bîra wan de ye û wiha axivî: “Min duh şev jî birayê xwe di xewna xwe de dît, em çi karî bikin jî her tim di bîra me de ye. Nexweşiya vîrûsa koronayê jî heye em meraqa wî dikin. Gelo çi qas daxwazên wan bi cih tînin, hem ji aliyê tenduristiyê ve hem jî ji aliyê pêwistiyan ve. Canê me her tim diêşe.”
 
GOTINÊN WEZÎRÊ DADÊ
 
Aslan, gotina Wezîrê Dadê ya “parêzer êdî dikarin bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin” bibîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema zarokekî biçûk jî derewan dike û derdikeve holê li ber xwe dikeve. Wezîrê Dadê derket li ber çavê 80 milyon mirovî, ew biryara hevdîtinê got. Lê niha tu rastiya wê gotina wî tune ye. Gelo çi qasî şerm dike? Xwezî derketibûya gotibûya ‘min tiştekî wisa got, lê bi cih nehat ez lêborîna xwe ji temamê vî miletî dixwazim.’ Girtiyên me hêj ji ber çalakiya grevê ya din bi ser xwe ve nehatine, niha dîsa ketine grevê. Ma tu qanûn li vê dewletê tune ne? Divê her tim ev mirov canê xwe deynin holê?”
 
‘EM LI MALÊN XWE NE RIHET IN’
 
Aslan, destnîşan kir ku ji ber nexweşiya vîrûsa koronayê û çalakiya greva birçîbûnê bi fikar in û wiha berdewam kir: “Wexta zilm li ser Îmraliyê hebe li ser temamê miletê kurd heye. Em tu kes li malên xwe ne rihet in. Naxwazin gotinên Serokatî bigihên gel, ji ber ku gel ji gotinên Serokatî hêz digire. Ji ber vê yekê Serok tecrîd dikin. Hewceye gel bi awayekî vê tecrîdê bişkîne. Îmrali bi xwe îşkence ye. Lazim e Serokatî û her sê girtiyên din ji wê derê werin derxistin.”
 
‘TU XWESTEKA MIN JI DEWLETÊ TUNE YE’
 
Aslan, bilêv kir ku tu xwesteka wê ji rayedarên dewletê nîne û wiha lê zêde kir: “Li hemberî me mirovek nîne ku bangawaziyê jê re bikin. Tu yê ji kesên ku 24 saetan gefan dixwin, bi zimanekî nexweş û mejiyekî gemarî diaxivin re bibêjî çi? Tu hêviya min ji vê dewletê tune ye. Ji ber wê yekê tu daxwaziya min ji wan tune ye.”
 
'XWEDÎ LI ÇALAKIYA GREVÊ DERKEVIN’
 
Aslan, xwest ku gel xwedî li çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan derkeve û di dawiya axaftina xwe de ev tiştin got: “Banga min ji gelê kurd heye ku xwedî li çalakiyên grevê derkevin ku em bi hev re tecrîdê bişkînin. Nexweşiya vîrûsa koronayê ne sebebê li malê û rûniştinê ye. Bi her awayî em dimirin. Ji bo girtiyan çi pêwîst bike divê em bikin û li pey biryara wan bin. Ez hêvî dikim ku daxwaziyên wan rojek berî rojekê pêk bên. Em biçin girtiyên xwe bibînin an jî bi telefonê dengê wan bibihîsin. Bila xwesteka girtiyan bi cih were ku ew jî dawiyê li çalakiya xwe bînin.” 
 
MA / Fahrettîn Kiliç - Cengîz Ozbasar

Sernavên din

19/12/2020
20:17 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyên Covîd-19'ê bi ser 2 milyona ket
16:43 Li Edeneyê welatiyek hat girtin
16:13 Li ‘Komkujiya Gurgumê’ komkujiyên din zêde kirin
15:44 Di ‘Rûniştina F’ de, Komkujiya 19’ê Kanûnê hat şermezarkirin
15:39 Kesên di Komkujiya 19’ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
15:11 Ciwanan ji bo piştevaniya greva birçîbûnê pankart daliqandin
15:08 Nûçegihana me Zeynep Dûrgût bi parêzera xwe re hevdîtin pêk anî
14:58 Tedawiya girtiyê nexweş Yildirim nayê kirin
14:10 26 salin agahî ji Ahmet Bîçîmlî yê ku Hizbûllahê revand nayê girtin
14:03 Dayikên Şemiyê: Destê dewletê ketiye xwîna kurdan
13:59 Polîsan li Êlîhê welatiyek binçav kirin
13:16 Ji bo 10 girtiyên nexweş banga lezgîn a berdanê hat kirin
11:25 Di teqîna li nexweşxaneyê de 8 kes mirin
11:17 Ji bo emelîyata ku nexweşiya wê biqedîne li benda alîkariyê ye
11:01 Ji ber ku lêgerîna tazî red kir, hat derpkirin
10:42 HDP’ê derheqê ATV’ê de cara duyemîn serî li RTUK’ê da
10:37 Li Amedê mij bandora xwe didomîne
10:13 Li Girtîgeha Rihayê pêketî zêde bûne û test nayên kirin
10:12 Li dijî Şaredariya CHP’ê ‘operasyona bertîlê’
09:21 Di doza Girtîgeha Bayrampaşayê de xetereya bêcezatiyê
09:20 Ji ber komira nebaş nikarin bêhnê bistînin
09:20 Di malbatê de kes nemaye ku ceza li wan nehatiye birîn!
09:16 Karkeran bang: Em nikarin debara xwe bikin
09:14 Qeyûm ji îhaleya bi 15 milyona TL'yî 30 milyon TL çirpandiye
09:12 Unsal: Kurd êdî bêstatubûnê qebûl nakin
09:10 'Dixwazin bi tecrîdê heyfa Rojava ji me bistînin'
09:03 Ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê bang li Wezîrê Dadê kir
09:01 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2020'AN
18/12/2020
21:00 246 kes mirin, 26 hezar û 410 kes jî pê ketin
20:57 Nûçehgihana me Dûrgût birin Wanê
16:42 Cezayê hefsa malê dan Hevserokê Navçeyê yê HDP’ê
16:41 Walîtiya Sêrtê ji bo 15 rojan çalakiyan qedexe kir
16:24 TUHAY-DER’ê ji bo grevên birçîbûnê serdana partiyên siyasî kir
16:22 HDP’ê Komkujiya Gurgumê li Meclîsê bi bîr anî
15:57 Rêxistina Efûyê ji bo Siddik Meşe bang kir
15:44 Leyla Guven: Em ê tu carî nedin jibîr kirin
15:42 Di erdheja Sêrtê de 52 jê giran 737 avahî xesar dîtine
15:23 Endama Dîwana KCD’ê Jiyan Taş hat berdan
15:23 Koalîsyona Jinan a Rojnamegeran ji bo nûçegihana me Dûrgût bang kir
15:19 Parastvanên Maf: Doza Komkujiya 19’ê Kanûnê 20 sal in bi dawî nabe
15:01 Di hevdîtinên budçeyê de herî zêde parlamenterên jin ên HDP’î axivîn
14:44 Polîsan di mudaxileya daxuyaniya greva birçîbûn de, gelek kes binçav kirin
14:43 KESK: Ev budçe ne ya me ye
14:11 Platforma Jinan a Antalyayê: Piştgirî da Altin a rastî tundiyê hatibû
13:34 MÎT’ê siyasetmedarên ewropayî jî kiriye hedef
13:18 BES: Bergiriyên pêwîst bigirin, em naxwazin bimirin
13:03 HDP’ê Cejna Êzî ya civata êzidî pîroz kir
13:00 Dadgehê 10 sal û 7 meh ceza li Hevseroka berê ya MEYA-DER’ê birî
11:47 Li Girtîgeha Konyayê 5 girtî beşdarî grevê bûn
11:36 Li 5 bajaran operasyona li dijî Eniya Gel
11:23 Ketina Îçkaleya Amedê hat qedexekirin
11:16 Li Eyn Îsayê şerekî dijwar rû dide
11:15 Rojnameger Dûrgût a di bin çavan de wê bibin Wanê
10:43 Emîne Şenyaşar: Kê zarokên min kuşt?
10:42 Kêm jî be qezenca wan di berîka wan de dimîne
10:03 4 girtî hatin sewqkirin
09:55 Greva birçîbûnê di roja 22'yemîn de ye: Li Rihayê 9 girtî tevlî bûn
09:29 Li 17 bajaran rapirsî: Pirsgirêka herî bingehîn pirsgirêka kurd e
09:24 Ozen: Qirkirina Mereşê îro jî berdewam dike
09:22 Ozturk: Em yekîtiya neteweyî pêk bînin, tifaqa xwe çêbikin
09:21 Jiyan li gundên Colemêrgê: Şertê îkametgahê, destûra ji bo nexweşxaneyê, kotaya ji bo erzaq
09:19 ‘Armanc, em pêşî li ber bişaftinê bigirin'
09:16 Şahida komkujiya 19'ê Kanûnê: Armanc civakê hepsî hcureyan bikirana
09:14 'Wesayîta qeyûm bi pereyê bertîlê hat stendin'
09:13 Arslan: Meaşê jiyaneke mirovane sînorê xizaniyê ye
09:11 Dek û dolabên Midûriyeta Polîsan: Pêşî binçav kirin, dû re biryar girtin
09:09 ‘Mahmût Baksî ji bo nifşê nû hêvî bû'
09:08 Bazara Heywanan a Agiriyê di nava heriyê de ma
09:05 Dayika Girtî: Ew li hundir em jî wê li derve li berxwe bidin
09:02 ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2020'AN
17/12/2020
19:26 243 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:57 4 rojnamevan hatin binçavkirin
16:41 Partiyên Saadet û Pêşerojê bertek nîşanî gotinên Bahçelî dan
16:26 Leyla Guven: Dem dema yekitiya neteweya kurd e
16:10 Ferdên malbata Şenyaşar bi şertê kontrola edlî hatin berdan
16:08 Rêxistinên ciwanan çûn seredana karkerên Sînboyê
16:07 HDP'ê têkildarî budçeyê gel agahdar kir
16:05 Gergerlîoglu: Hatin û mirovan tazî dikin
16:04 Beştaş: Rûniştina li pêş HDP'ê serbest e, lê li pêş AKP'ê qedexe ye!
15:28 Di doza Ayten Adiguzel de biryar nehat dayîn
15:26 Haber Sen: Sirgûnanan rawestînin
15:14 Komîsyona ÎHD’ê ya jinan: Tekane sûcdarê tacîzê tacîzkare
14:38 Dozger 4 girtiyên ku daxwazname şandin ceza kir
14:00 Ji gelê Şirnexê coşa yekitiya neteweyî
13:49 Serokwezîrê Iraqê Kazimî gihîşt Enqereyê
13:22 Serokkomarê Fransayê Macron bi koronayê ket
13:17 YPG: Hêzên me bi tu awayî êrişî baregehên pêşmergeyan nekirine
13:01 Di doza Hrant Dînk de parêzeran parastin nekir
12:57 Daxwazên rojnameger Karataş ê girtî nayin pêşwazî kirin
11:37 Li Stenbolê jinek hat qetîlkirin
11:23 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:59 Li Amedê mijekî zêde
10:22 Grevên birçîbûnê ket roja 21’an
10:22 Mexdûrên erdhejê: Hikûmetê soz dan lê pêk neanîn
10:21 Mihrîcana Fîlmên Kurd a Hambûrgê dest pê dike
09:59 Dengbêjê nemir: Mihemed Arif Cizrawî
09:12 Nêzî milyonek TL cezayê pandemiyê li HDP'iyan birîn
09:10 Kakşar Oremar: Em bi dengê Çarçira bibin yek
09:10 Guven: Daxwaza bi milyonan kesî bidawîkirina tecrîdê ye
09:05 Malbatên girtiyan: Bila daxwazên wan bên qebûlkirin