Unsal: Kurd êdî bêstatubûnê qebûl nakin

  • rojane
  • 09:12 19 Kanûn 2020
  • |
img
STENBOL – Siyasetmedar Ahmet Farûk Unsal, anî ziman ku heger Tirkiye di warê statuya kurdan de gavekê navêje, dê di warê "yekpareriya xwe de bi pirsgirêkan re rû bi rû bimîne". 
Siyasetmedar û parêzvanê mafên mirovan Ahmet farûk Unsal qewimînin di rojevê de nirxandin û destnîşan kir ku kurd jiyaneke bêstatu qebûl nakin û Tirkiyeyê di bêçareseriyê de îsrar dike jî ber bi karesatekê ve diçe. 
 
PIRSGIRÊKA KURD 
 
Unsal, bibîr xist ku zext û zoriyên li ser siyaseta kurd ne nû ne. Unsal got: "Aboriya Tirkiyeyê di dema zava Berat de bi karesateke mezin re rû bi rû hat hiştin. Tirkiye di warê aborî de bi bûhrana herî mezin re rû bi rû ye. Ev rewş ancax bi reformek siyasî dikar bisekine. Ji lewra heya ku reforma siyasî neyê kirin, dê veberhênan neyê Tirkiye. Nayên jî. Gava behsa reformê tê kirin jî pêşî divê derbarê pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê, pirsgirêka kurd de hin tişt bên kirin. Ji lewra pirsgirêka kurd Trkiyeyê qufil kiriye û rasterast bandorê li aboriya wê dike." 
 
DUBENDIYA AKP'Ê 
 
Unsal, bilêv kir ku reforma ku hikûmet bilêv kiriye, ewilî meseleya kurd aniye bîra her kesî û got: "Gava ev tê bîra mirov jî, ewilî ji hêla Partiya Vatan û MHP'ê ve bertek û îtirazên mezin hatin. Heger hikûmet vê îtirazê esas bigire, wê rewşa welêt di warê aborî de hîn bêtir xirab bibe. Heger AKP vê îtirazê esas negire, dibe ku bi reforman Tirkiyeyê hebikekî bi ser hev de, lê belê wê îqtidara wê ji dest biçe. Ji lewra dê koalîsyona wan bi reformê belav bibe. Hikûmet di nava dubendiyeke wiha de ye."
 
DIJMINATIYA BI KURDAN Û MUEYÎDEYÊN CAATSAYÊ 
 
Unsal ji bo mueyîdeyên CAATSA'yê jî ku DYA'yê li hemberî Tirkiyeyê pêk anîn, got: "Gava S-400 standin, dê di warê operasyona Sûriyeyê de Rûsyayê bi awayekî bêdeng bikirana. Yanî S-400 bi rizaya Rûsyayê hatin kirîn, ji bo operasyona Sûriyeyê. Yanî mueyîdeyên CAATSA'yê yên Tirkiye bi wan re rû bi rû man jî, sedema wê tirsa wê ya derbarê kurda de ye. Heger hikûmetê bi çavê dijmina li kurdan mêze nekira û heger di çarçoveyeke demokratîk û hiqûqî de mafên wan bidana; dê ne meseleya S-400'an hebûna ne jî dê mueyîdeyên CAATSA'yê çêbûbûna. Aşkere ye ku dê mueyîdeyên CAATSA'yê di pêş de Tirkiyeyê be rbi karesatekê ve bibe. Yanî bi kurt û kurmancî meseleya kurd nahêle Tirkiyeyê reforman bike. Li derve ji ber tirsa kurda ji bo rizaya hin welatan bigire, ber bi hin têkiliyên ve diçe û di nav mutefîkên xwe de di warê aborî de tê asêkirin. Trkiye gav bi gav ber bi karesateke bi vî rengî diçe." 
 
TECRÎD
 
Unsal bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî. Unsal destnîşan kir ku tecrîd hem di warê hiqûqa navxweyş hem jî di warê normên hiqûqî yên navneteweyî de pêkanîneke dijî hiqûqê ye. Unsal got: "Mixabin Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê bi destê xwe hiqûqê eciqandiye. Ev nayê qebûlkirin. Pirsgirêka kurd, di warê aborî, têkiliyên navneteweyî û civakiyî de bandoreke neyînî li Tirkiyeyê dike. Derfetên çareserkirina vê yekê hem li meclîsê hem jî li derveyî meclîsê hene. Gava em li pêvajoya 2013'an, li hevdîtinên bi Îmraliyê re hatin kirin dinêrin, em dibînin ku çareserkirina vê pirsgirêkê pêkan e. Lê belê Erdogan bûye rehîneyê MHP û Partiya Vatanê." 
 
ÇALAKIYÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ 
 
Unsal ji bo çalakiyên greva birîbûnê ku ji tecrîda bi dawî bibe hatine destpêkirin jî destnîşan kir ku Tirkiye bi destê xwe hiqûqa xwe eciqandiye û lewma ev çalakî tên kirin. Unsal got: "Daxwazên girtiyan çi yekser çi ne yekser daxwaza tevahiya civaka Tirkiyeyê ne. Ji lewra çareserkirina pirsgirêka kurd, tenê nayê wateya çareserkirina pirsgirêkên kurdan. Tê wateya çareserkirina pirsgirêka 84 milyon kesî. Têê wateya ku têkilyên Tirkiyeyê yên qada navdewletî baş bibin û li Rojhilata Navîn bibe xwedî perstîjek mezin. Tê wateya ku têkiliya Tirkiye û YE'yê pir baş bibe. Yanî her kes rasterast bandorê ji vê meseleyê digire. Hêvîdar im berî ku tiştekî nebaş biqewime, hikûmeta Tirkiyeyê bi çareseriyeke maqûl pêşî li ber vê pêvajoyê bigire." 
 
TIŞTA KU DVIÊ TIRKIYE BIKE...
 
Unsal destnîşan kir ku kurd êdî bi tu awayî bêstatuyê qebûl nakin û heger Tirkiye li hemberî vê bêstatubûnê bi awayekî rast nesekine dê yekparebûna wê ber bi xetereyeke mezin ve biçe û got: "Tişta ku divê Tirkiye bike li gor standardaên demokratîk û naneteweyî pirsgirêka kurd çareser bike. Heger pirsgirêkên çareser bike dê hem yekpareyiya xwe pêk bîne hem jî dê ew û welatiyên xwe li hev bên û bi vî awayî dibe bibe xwedî prestîjek mezin. Kurdan gelek caran nîşan da ye ku êdî bêstatubûnê qebûl nakin û wê ji niha û pê ve jî nîşan bidein. Tirkiye jî êdî divê hay ji vê yekê hebe û lig or wê gavina bavêje."
 
MA/ Nacî Kaya

Sernavên din

19/12/2020
20:17 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyên Covîd-19'ê bi ser 2 milyona ket
16:43 Li Edeneyê welatiyek hat girtin
16:13 Li ‘Komkujiya Gurgumê’ komkujiyên din zêde kirin
15:44 Di ‘Rûniştina F’ de, Komkujiya 19’ê Kanûnê hat şermezarkirin
15:39 Kesên di Komkujiya 19’ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
15:11 Ciwanan ji bo piştevaniya greva birçîbûnê pankart daliqandin
15:08 Nûçegihana me Zeynep Dûrgût bi parêzera xwe re hevdîtin pêk anî
14:58 Tedawiya girtiyê nexweş Yildirim nayê kirin
14:10 26 salin agahî ji Ahmet Bîçîmlî yê ku Hizbûllahê revand nayê girtin
14:03 Dayikên Şemiyê: Destê dewletê ketiye xwîna kurdan
13:59 Polîsan li Êlîhê welatiyek binçav kirin
13:16 Ji bo 10 girtiyên nexweş banga lezgîn a berdanê hat kirin
11:25 Di teqîna li nexweşxaneyê de 8 kes mirin
11:17 Ji bo emelîyata ku nexweşiya wê biqedîne li benda alîkariyê ye
11:01 Ji ber ku lêgerîna tazî red kir, hat derpkirin
10:42 HDP’ê derheqê ATV’ê de cara duyemîn serî li RTUK’ê da
10:37 Li Amedê mij bandora xwe didomîne
10:13 Li Girtîgeha Rihayê pêketî zêde bûne û test nayên kirin
10:12 Li dijî Şaredariya CHP’ê ‘operasyona bertîlê’
09:21 Di doza Girtîgeha Bayrampaşayê de xetereya bêcezatiyê
09:20 Ji ber komira nebaş nikarin bêhnê bistînin
09:20 Di malbatê de kes nemaye ku ceza li wan nehatiye birîn!
09:16 Karkeran bang: Em nikarin debara xwe bikin
09:14 Qeyûm ji îhaleya bi 15 milyona TL'yî 30 milyon TL çirpandiye
09:12 Unsal: Kurd êdî bêstatubûnê qebûl nakin
09:10 'Dixwazin bi tecrîdê heyfa Rojava ji me bistînin'
09:03 Ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê bang li Wezîrê Dadê kir
09:01 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2020'AN
18/12/2020
21:00 246 kes mirin, 26 hezar û 410 kes jî pê ketin
20:57 Nûçehgihana me Dûrgût birin Wanê
16:42 Cezayê hefsa malê dan Hevserokê Navçeyê yê HDP’ê
16:41 Walîtiya Sêrtê ji bo 15 rojan çalakiyan qedexe kir
16:24 TUHAY-DER’ê ji bo grevên birçîbûnê serdana partiyên siyasî kir
16:22 HDP’ê Komkujiya Gurgumê li Meclîsê bi bîr anî
15:57 Rêxistina Efûyê ji bo Siddik Meşe bang kir
15:44 Leyla Guven: Em ê tu carî nedin jibîr kirin
15:42 Di erdheja Sêrtê de 52 jê giran 737 avahî xesar dîtine
15:23 Endama Dîwana KCD’ê Jiyan Taş hat berdan
15:23 Koalîsyona Jinan a Rojnamegeran ji bo nûçegihana me Dûrgût bang kir
15:19 Parastvanên Maf: Doza Komkujiya 19’ê Kanûnê 20 sal in bi dawî nabe
15:01 Di hevdîtinên budçeyê de herî zêde parlamenterên jin ên HDP’î axivîn
14:44 Polîsan di mudaxileya daxuyaniya greva birçîbûn de, gelek kes binçav kirin
14:43 KESK: Ev budçe ne ya me ye
14:11 Platforma Jinan a Antalyayê: Piştgirî da Altin a rastî tundiyê hatibû
13:34 MÎT’ê siyasetmedarên ewropayî jî kiriye hedef
13:18 BES: Bergiriyên pêwîst bigirin, em naxwazin bimirin
13:03 HDP’ê Cejna Êzî ya civata êzidî pîroz kir
13:00 Dadgehê 10 sal û 7 meh ceza li Hevseroka berê ya MEYA-DER’ê birî
11:47 Li Girtîgeha Konyayê 5 girtî beşdarî grevê bûn
11:36 Li 5 bajaran operasyona li dijî Eniya Gel
11:23 Ketina Îçkaleya Amedê hat qedexekirin
11:16 Li Eyn Îsayê şerekî dijwar rû dide
11:15 Rojnameger Dûrgût a di bin çavan de wê bibin Wanê
10:43 Emîne Şenyaşar: Kê zarokên min kuşt?
10:42 Kêm jî be qezenca wan di berîka wan de dimîne
10:03 4 girtî hatin sewqkirin
09:55 Greva birçîbûnê di roja 22'yemîn de ye: Li Rihayê 9 girtî tevlî bûn
09:29 Li 17 bajaran rapirsî: Pirsgirêka herî bingehîn pirsgirêka kurd e
09:24 Ozen: Qirkirina Mereşê îro jî berdewam dike
09:22 Ozturk: Em yekîtiya neteweyî pêk bînin, tifaqa xwe çêbikin
09:21 Jiyan li gundên Colemêrgê: Şertê îkametgahê, destûra ji bo nexweşxaneyê, kotaya ji bo erzaq
09:19 ‘Armanc, em pêşî li ber bişaftinê bigirin'
09:16 Şahida komkujiya 19'ê Kanûnê: Armanc civakê hepsî hcureyan bikirana
09:14 'Wesayîta qeyûm bi pereyê bertîlê hat stendin'
09:13 Arslan: Meaşê jiyaneke mirovane sînorê xizaniyê ye
09:11 Dek û dolabên Midûriyeta Polîsan: Pêşî binçav kirin, dû re biryar girtin
09:09 ‘Mahmût Baksî ji bo nifşê nû hêvî bû'
09:08 Bazara Heywanan a Agiriyê di nava heriyê de ma
09:05 Dayika Girtî: Ew li hundir em jî wê li derve li berxwe bidin
09:02 ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2020'AN
17/12/2020
19:26 243 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:57 4 rojnamevan hatin binçavkirin
16:41 Partiyên Saadet û Pêşerojê bertek nîşanî gotinên Bahçelî dan
16:26 Leyla Guven: Dem dema yekitiya neteweya kurd e
16:10 Ferdên malbata Şenyaşar bi şertê kontrola edlî hatin berdan
16:08 Rêxistinên ciwanan çûn seredana karkerên Sînboyê
16:07 HDP'ê têkildarî budçeyê gel agahdar kir
16:05 Gergerlîoglu: Hatin û mirovan tazî dikin
16:04 Beştaş: Rûniştina li pêş HDP'ê serbest e, lê li pêş AKP'ê qedexe ye!
15:28 Di doza Ayten Adiguzel de biryar nehat dayîn
15:26 Haber Sen: Sirgûnanan rawestînin
15:14 Komîsyona ÎHD’ê ya jinan: Tekane sûcdarê tacîzê tacîzkare
14:38 Dozger 4 girtiyên ku daxwazname şandin ceza kir
14:00 Ji gelê Şirnexê coşa yekitiya neteweyî
13:49 Serokwezîrê Iraqê Kazimî gihîşt Enqereyê
13:22 Serokkomarê Fransayê Macron bi koronayê ket
13:17 YPG: Hêzên me bi tu awayî êrişî baregehên pêşmergeyan nekirine
13:01 Di doza Hrant Dînk de parêzeran parastin nekir
12:57 Daxwazên rojnameger Karataş ê girtî nayin pêşwazî kirin
11:37 Li Stenbolê jinek hat qetîlkirin
11:23 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:59 Li Amedê mijekî zêde
10:22 Grevên birçîbûnê ket roja 21’an
10:22 Mexdûrên erdhejê: Hikûmetê soz dan lê pêk neanîn
10:21 Mihrîcana Fîlmên Kurd a Hambûrgê dest pê dike
09:59 Dengbêjê nemir: Mihemed Arif Cizrawî
09:12 Nêzî milyonek TL cezayê pandemiyê li HDP'iyan birîn
09:10 Kakşar Oremar: Em bi dengê Çarçira bibin yek
09:10 Guven: Daxwaza bi milyonan kesî bidawîkirina tecrîdê ye
09:05 Malbatên girtiyan: Bila daxwazên wan bên qebûlkirin