EDENE - Li Edenê, ji 5 welatiyên di serdegirtina malan de hatin binçavkirin yek jê hat girtin.
Di çarçoveya lêpirsîneke ku Serdozgeriya Komara Edenê birêvedibir de, duh di serdegirtina malan de 5 welatî hatibûn binçavkirin.
Piştî kirarên Fermandariya Cendermeyan a Edenê, 5 welatî sewqî edliyê hatin kirin. Piştî ifadeyên dozgeriyê 3 welatî serbest hatin berdan û dozger 2 welatî jî bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” û bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sulh a Edenêyê kir.
Dadgehê piştî îfadeya 2 welatiyan girt, yek bi şertê kontrola edlî berda û yê din jî bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” girt.