'Bêdengkirina rêxistinên civaka sivîl, dê darbeyek be li dijî jiyana sivîl'

  • rojane
  • 09:09 24 Kanûn 2020
  • |
img

ÎZMÎR - Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê Ahmet Çîçek, ji bo qanûna ku rê li ber tayinkirina qeyûman a ji bo rêxistinên civaka sivîl û komeleyan anî ziman ku dê bi vê re ser binpêkirinên mafan bê girtin û got: "Bêdengkirina rêxistinên civaka sivîl, dê darbeyeke be li dijî jiyana sivîl." 

 
Çend roj berê îqtidarê "Teklîfa Qanûna Derbarê Astengkirina Fînanskirin Û belavkirina Çekên Komkujiyê" berpêşî Komîsyona Edaletê kir. Bi vê re erkên Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû dê zêde bibin û dê karibe qeyûm tayinî komeleyan bike. HDP û CHP li ber vê teklîfê rabûn. Tê payin ku vê hefteyê berpêşî meclîsê bê kirin. Heger ev qanûn bê qebûlkirin dê xebatên saziyên rêxistinên civaka sivîl û komele ku derbarê wan de "lêpirsîna terorê" hatine destpêkirin bên sekinandin û heke bivê tê qeyûm bê tayînkirin. 
 
Rêvebirê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê Ahmet Çîçek, teklîfa qanûnê navbirî nirxand. 
 
'RÊXISTINÊN CIVAKA SIVÎL SERBIXWE NE' 
 
Çîçek, anî ziman ku rêxistinên civaka sivîl ne rêxistine dewletê ne û bi awayekî serbixwe dixebitin û got: "Ne rast e ku dewlet pêkanîna qeyûmê ji bo van saziyan pêk bîne. Dîzaynkirina rêxistinên civaka sivîl, ne neyteke baş e." Çîçek, anî ziman ku heger ev qanûn bê qebûlkirin dê qeyûm bên tayinkirin, lê belê ev yek li dijî Qanûna Bingehîn û peymanên navneteweyî ye. 
 
PERGALA QEYÛM 
 
Çîçek, anî ziman ku têgiha "terorê" ya di teklîfa navbirî de derbas dibe hem û li Tirkiyeyê hem jî li cîhanê têgiheke cihê nîqaşê ye. Çîçek, destnîşan kir ku rêvebirên rêxistinên demokratîk bi rihetî wekî "terorsît" tên sûcdarkirin û got: "Ev teklîf jis erî heya binî binpêkirinên mafan di xwe de dihewîne. Mesela wê walî karibin xebatên komeleyan bidin sekinandin. Di kîjan qanûnê de ev erk hene? Erkeke wiha ancax di demên Rewşa Awarte de hene. Navê vê yê dî pergala qeyûm e. Dixwazin qeyûm tayinî her derî bikin, rêxistinên sivaka sivîl bitepsînin." 
 
'DÊ SER BINPÊKIRINÊN MAFAN BÊ NIXUMANDIN' 
 
Çîçek, anî ziman ku komeleya wan bi salan e binpêkirinên mafan tespît dike û piştgiriya kesên mexdûr dike, lê belê heger qeyûm bê tayinkirin dê bibe perçeyek ji dewletê. Çîçek got: "Li cem me mahremyet û ewlehiya kes muhîm e. Mirov bi me bawer in û lewma bêtirs serî li me didin. Mesela kesekî ku sîxurtî lê tê ferzkirin, em serlêdana wî, mehremiyeta wî heya dawiyê dişopînin. Ma gava dewlet li ser saziyeke wiha be, dê mirov karibin serî lê bidin? Ev yek rasterast dê ser binpêkirinên mafan binixumîne." 
 
DARBE 
 
Çîçek, anî ziman ku piştî bangawaziya Serokê Giştî yê MHP'ê devlet Bahçelî ku gotibû "HDP'ê bigirin" ev ketiye rojeva meclîsê û got: "Heger dengê gel HDP bê girtin û girêdayî vê rêxistinên civaka sivîl bên bêdengkirin, dê ev yek darbeyek be li dijî jiyana sivîl." 
 
Çîçek, destnîşan kir ku ew ê li dijî vê yekê bitêkoşin. 
 
MA / Sevda Aydin 

Sernavên din

26/12/2020
09:07 Xebatkarên PTT'ê: Heya ne mecbûrî be danûstandina bi rêya kargoyê nekin
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2020'AN
25/12/2020
20:22 Nûçegihana Jinnewsê Gulîstan Azak hat binçavkirin
19:51 256 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:37 Piştî ku mir, derket holê 15 salan bi nasnameyeke cûda jiyaye
16:26 Girtiyê nexweş li dîjî tecrîdê di grevê de ye
16:10 Serdanên HDP’ê yên li Wanê didomin
15:07 Li Mêrsîn û Hatayê qurbaniyên Komkujiya Mereşê hatin bibîranîn
15:00 23 baroyan daxuyaniya hevpar da: Demîrtaş berdin
14:48 Siyasetmedar Şerafettîn Elçî li ser gora xwe hat bibîranîn
14:38 Hevserokê HDP’a Agiriyê hat berdan
14:34 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê kart û pirtûk şandin girtîgehan
14:31 Bertek nîşanî dirêjkirina Komîsyona OHAL’ê dan
14:26 Cenazeyê kurê xwe dixwaze
14:02 'Her ew guliyên me bibirin ew ê kokên me belav bibin'
13:24 ÎHD: Divê Demîrtaş demildest were berdan
13:18 Fotografek heye Leylayê li Roboskî hêsirên Sevîmê paqij dike…
12:46 Gergerlîoglû giliyê Midurê Polîsan ê Ûşakê kir
12:18 Leşkergeha li Dersimê veguherandin muzeyê: Zîhniyeta komkujiyê didome
12:06 HDP'ê Noel û Cejna Yaldoyê pîroz kir
12:00 Li Edenê 3 welatî hatin girtin
11:43 Partiyên DEVA û Pêşerojê: Biryara DMME mecbûriyeteke qanûnî ye
11:07 Klîba bi kurdî ya salê hat bijartin
10:51 Kedkarên AFAD’ê 20 sal in nikarin mafê xwe yê reha werbigirin
10:41 Beştaş: DMME tomar kir ku îqtîdar fermanê dide darazê
09:21 Di 2020'an de mirov ji hêlîkopterê avêtin û tecawizkar serbest berdan
09:19 'Em bi piştgiriya ji bo grevên birçîbûnê dikarin rûpeleke nû vekin'
09:12 Îdianameya karesata keştiyê: Li keştiya bêbelge zêdetirî kapasîteyê rêwî hatine siwarkirin
09:12 Li Efrînê kirinên wekî yên DAIŞ'ê ku jinan 'heram' nîşan didin
09:11 Prof. Omeroglû: Em bûne amadekarên merasîmên cenazeyan
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2020'AN
08:41 Dema wezîfeya Komîsyona OHAL’ê salek hat dirêjkirin
24/12/2020
21:05 Hejmara kesên ku ji ber Covîd-19'ê mirin bû 19 hezar û 115
18:53 Halîse Aksoy ku cenazeyê kurê wê bi kargoyê jê re hatibû şandin hat binçavkirin
16:40 Rêberê ESP’ê Ok hat girtin
16:16 Demîrtaş bersiv da dijberên biryara DMME’yê
16:15 Jinan li Silopiya banga yekîtiyê kir: Em nebin yek em ê herin yek bi yek
16:01 Li Êlihê cînayeta kar: Kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn
15:46 Berteka li dijî zextên li ser endamên ciwantiya HDP’ê
15:27 Taş: Guven bi fermana qesrê hat girtin
15:13 Ji rojnamevan Şahîn re 15 sal ceza hat xwestin
14:56 Rêxistinên civakî yên Amedê: Bila teklîfa qanûnê paş de were kişandin
14:46 Zilamê faîlê îstismarê xwe ‘hişê min ne li serê min e’ parast
14:36 Girtiyê nexweş Abdullah Tûran hat berdan
14:26 Gergerlîoglû dê giliyê Midurê Polîsan ê Ûşakê bike
14:01 Doza ‘propagandaya’ di weşana zindî de hat dîtin
14:01 Doza sereke ya Ozgur Gundemê hat taloqkirin
13:50 Hevserokê HDP’a Agiriyê hat binçavkirin
13:43 ‘Doza Parêzeran a KCK’ê hat taloqkirin
13:35 Biryara yekkirina dozên Eren Keskîn hat dayîn
13:34 Berdevka HDP’ê Gunay: Biryara DMME’yê piştrast kir ku siyasetmedar dîlgirtî ne
13:28 Ji Yeneroglû ji bo Soylû: Wezîrê ku ji mewzûata xwe haydar nîne
13:12 Li Colemêrgê rêyên 57 gundan ji ber berfê hatin girtin
13:04 Nobeta Şengaliyan ket roja 23’yan
13:02 Danişîna hevşaredarên girtî hat taloqkirin
12:48 Baroya Sêrtê derbarê biryara Demîrtaş de daxuyanî da
12:35 Li Wanê 3 hezar 251 esker û cerdevan derketin operasyonê
12:32 Ji bo Leyla Guven ji Wezîrê Karên Hundir ê Îngilistanê re name şandin
12:30 Abbas Şahîn ê Egîtîm Senî hat berdan
12:03 Soza ji sedî 25 dan karkeran, bi qeyûm re li ser ji sedî 5'an li hev kirin
11:59 Dozger dê ji bo doza rojnamevan Boltan mutala amade bike
11:50 Doza parlamenter Dundar hat taloqkirin
11:46 Fîncanci: Ji ber şewbê divê rêveberiyên dewletan hemû bên darizandin
11:39 Greva birçîbûnê di roja 28’an de ye: Li Wanê 7 girtî di grevê de ne
11:36 Soylû, ji bo biryara DMME’yê ya Demîrtaş got ‘tu meneya biryarê tuneye’
11:18 Îdianameya rojnamevan Karataş amade bû: Nûçeyên wî sûc hatine dîtin
10:57 Pasaja Mehmethan a li Sûrê jî wê hilweşandin
10:43 Sererastkirina Ajansa Hawîrdorê li Meclîsê hat qebûlkirin
10:03 Parêzerê Leyla Guven: Biryar sosretiya hiqûqê ye
09:11 Esnafê ku kirêya wî 6 hezar TL ye: Em ê bi 500 TL'yî çi bikin û çi nekin?
09:10 Îdareya girtîgehê ji bo faksa ku tê de behsa binpêkirina mafan hatiye kirin got 'xetere ye'
09:10 Ajovanên dolmîşan: Gava îqtidar be her tişt heye, lê ji bo gel tu tişt tune ye
09:09 'Bêdengkirina rêxistinên civaka sivîl, dê darbeyek be li dijî jiyana sivîl'
09:09 Pêşbîniya welatiyan a ji bo budçeyê: Di nikaribe barê 2021'ê hilgire
09:08 Bêyî delîl 5 salan di girtîgehê de man
09:08 2020 bû sala girtina siyasetmedarên Kurd
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2020'AN
23/12/2020
20:03 259 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:57 Polatê HDP’î hat berdan
16:50 341 rêxistinên civakî bertek nîşanî pêşnûmeqanûna qeyûm dan
16:48 TJA’yê ji bo piştevaniyê ji girtiyan re qert şand
16:34 Li Dersimê şahiya Khal hat lidarxistin
16:31 15 sal ceza li endamên Rosayê hat birîn
16:29 Hevşaredarê Kopê hat tehliyekirin
16:15 Parêzerê Demîrtaş: Her kêliya ku neyê berdan sûc e
15:50 Bertekên li dijî girtina Guven mezin dibin: Leyla Guven rûmeta me ye
15:47 Sancar: Biryara DMME’yê ji bo welat şansek mezin e
15:10 ‘Têkoşîna sendîkayî nikare were darizandin’
14:27 Erdogan: DMME nikare li şûna dadgehên me biryar bide
14:18 'Rakirina tecrîdê wê rê li ber aştî û çareseriyê veke’
13:53 TJA: Em biryara girtina Leyla Guven nas nakin
13:41 Bûldan ji bo biryara Demîrtaş got: Efendîno ev biryar we eleqedar dike
13:40 Hem perê wî dizîn hem jî gefa kuştinê lê dixwin
13:18 Ji ber berfê rêyên 821 gundan hatin girtin
12:03 27 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Can Dundar hat birîn
12:02 Xelef: Ji destê Tirkiyê were wê erdnîgariya ereb hemû dagir bike
11:44 OHD: Daraz biryarê nade radigihîne
11:43 Ji eskerê ku strana kurdî got re lêpirsîn dan destpêkirin
11:18 Zarokên wan ê ku gotin ‘hatine revandin’ di êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest dan
11:02 Danîşana Roboskî dîsa hat taloq kirin