Şerên di bin sîya şewbê de

  •  
  • 09:07 26 Kanûn 2020
  • |
img

STENBOL - Di sala 2020'an de şewba vîrûsa corona li hemû cîhanê belav bû. Li gel şewba vîrûsê jî dîsa şerê navbera welatan bi dawî nebû. Ji ber şer koçberî zêde bû, bi deh hezaran mirov di şer de mirin, bi sed hezaran mirov koçber bûn. 

Di sala 2020'an de li cîhanê li aliyekî şewba vîrûsa corona li hemû welatan belav bû, li aliyê din li gel şewbê şer zêde bû. Ji ber vîrûsû bi milyonan kesên xwestin li kolanan li dijî polîtîkayên neoliberal û otoriteriyê dengê xwe bînin ziman, di malan de hatin hepiskirin. Bi sed hezaran welatî ji cih û warên xwe koçber bûn. Şerê navbera DYA û Îranê rageşiyek nû pêş xist. Hêzên Haşdî Şabî di 31'ê Kanûna 2019'an de bi ser Sefaretxaneya DYA de girtin. DYA jî di 3'ê Çile de li dijî Îranê êrîşa hewayî pêk anî. Di êrîşê de Fermandariyê Hêzên Kudusê Kasim Süleymanî û Fermandarê Haşdi Şabî Ebu Mehdi el Muhendis li Bexdê hatin kuştin. Piştî Suleymanî Îran'ê bi fuzeyan êrîşî baragehên DYA kir û herî kêm 80 eskerên DYA hatin kuştin. 
 
BALAFIRA RÊWIŞAN XISTIN
 
Dema rageşiya di navbera DYA û Îrane de zêde bû, balafira ku ji Balmafirgeha Tahran Îmam Humeynî rabû û berê xwe da Ukraynayê, balafira Boeing 737 ku 176 kes lê suyar bûbûn ket xwar. Serokê Kanada Justin Trudeau, jî diyar kir ku balafir bi fuzeyê hatiye kiştin. 
 
ŞER BÊ NAVBER BERDEWAM KIR 
 
Piştî şewba vîrûsa Covid-19 li hemû cîhanê belav bû, şer jî bê navber berdewam kir. Her çend Neteweyên Yekbûyî (NY) ji ber şewba vîrûsê ji bo alîkariyê bike agirbesta kurevî îlan kir jî Tirkiye û gelek welatên din ên cîhanê ev biryara NY nas nekirin û şer berdewam kirin. Tirkiye li dijî Bakurê Sûriyeyê, Herêma Federe a Kurdistanê, Libya û Karabagê şer îlan kir. Dîsa qeyrana Rojhilatê Derya Spî berdewam kir. 
 
Rageşiya di navbera Tirkiye û Idlibê de bê navber berdewam kir. Komên ku Tirkiye piştgiriyê dide li Idlibê her tim xwest serweriyê bikin. Ji ber vê yekê dem bi dem di navbera Tirkiye û Rûsya de rageşî zêde bû. Ji ber şerê li Idlibê bi hezaran mirov xwe avêtin sînorê Tirkiyeyê. Êrîşên Tirkiye yên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bê navber berdewam kir. NY û Rûsya bi raporan aşkere kir ku Tirkiye li dijî vê herêmê sûcê şer pêk anîye. Ji ber şerê Tirkiye li bajarên Kurd dijîn nêzî 135 hezar mirov neçar man koçber bikin. Li Efrînê jî ji ber êrîşên Tirkiye berdewam kir hêjmara kesên koçber bûn gihişt 250 hezarî. Neteweyên Yekbûyî aşkere kir ku OSO li Efrîn, Serêkaniyê sûcê şer kiriye. Li gorî qeydên Jinên Winda yên Efrînî (Missin Afrin Women Project) di 2 salên dawî de 200 jin ji aliyê çeteyan ve hatin revandin. 
 
TIRKIYE LI HER DERÊ TEV LI ŞER BÛ
 
Li aliyê din Tirkiye her tim komên çeteyan şandin Libya û li Libya tev li şer bû. Dîsa li Rojhilata Derya Spî rageşî zêde kir. Dîsa komên çeteyan şandin Azerbeycanê û Azerbeycan li Ermenîstanê sor kir. Di şerê Azerbeycan û Ermenîstanê de Tirkiye rolek sereke lîst û Azerbeycan ket Karabaga Ermenîstanê. Tirkiye hem çete şandin heremê û hem jî balafirên bê mirov ên SİHA û ÎHA şandin Azerbeycanê û piştgirî da şer. 
 
CÎNAYETÊ FLOYD 
 
Li DYA kuştina George Floyd bû sedema çalakiyên serhildanê. Piştî polîsê DYA li Eyaleta Minnesota welatiyê reş George Floyd kuşt çalakiyên girseyî li hemû DYA belav bûn. 
 
HILBIJARTINÊN DYA 
 
Li DYA dîsa di 3'ê mijdarê de hilbijartin pêk hat. Di hilbijartinê de Namzetê Partiya Komarê Donald Trump têk çû. Namzetê Partiya Demokrat 
Joe Biden  bi ser ket. 
 
ŞERÊ ÎSRAÎL Û FÎLÎSTÎNÊ
 
Şerê navbera Fîlîstin û Îsraîlê berdewam kir. Piştî Serokê DYA Donald Trump Kudus wekî Paştextê Îsraîlê îlan kir, rageşî û şer dîsa zêde bû. 
 
*2 Çile: Meclîsa Tirkiyeyê teskereya eskerî ya Lîbyayê erê kir. 
 
*3 Çile: DYA Fermandarê Hêzê Kudusê yê Îranî Kasım Süleymanî û Fermandarê Haşdi Şabî Ebu Mehdi el Mühendis, li Bextê kuştin. 
 
*9 Çile: Ji ber şewba Covid-19 mirovê yekem mir. 
 
*11 Çile: Balafirên Şer ên Sûriyeyê Herêma Bejayî û nava Bajarê Idlibê bombe kir. Nêzî 20 kes mirin û 50 kes birîndar bûn. 
 
*21 Çile: Balafirên şer ên Rûsya Idlibê bombe baran kir. Di êrîya hewayî de 6 jê zarok 26 kes hatin kuştin. 
 
* NY'ê aşkere kir ku li tevahiya cîhanê 470 milyon mirov nikarin debara xwe bikin. 
 
* 27 Çile: Li Avusturalya agir bi daristanê ket. 8 milyon hektar daristan tev şewitî. 25 kes mirin. 1,25 milyar sewal tev şewitîn û mirar bûn. 
 
*3 Sibat: Artêşa Sûriye li Idlibê li TSK'ê xist. Di êrîşê de herî kêm 8 eskerên TSK'ê mirin. 
 
*5 Sibat: Li Paytextê Belçika Brukselê li Parlamentoya  Avrupa 16’emîn Konferansa Kurd a Navnetweyî pêk hat. 
 
*10 Sibat: Rusya li Idlibê bi balafiran êrîş kir. Di êrîşê de li Balafirgeha Taftanazê 5 esker mirin. 
 
* 19 Sibatç: Rêxistina Efûya Navneteweyî aşkere kir ku di êrîşên Tirkiye yên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî  de 180 sivîl hatin kuştin. 
 
*27 Sibat: Artêşa Suriye li Idlibê li Artêşa TSK'e xist û 36 kesker kuştin. 
 
* 15 Nîsan: Balafirên şer ên Tirkiyeyê Mexmûr bombe kir. Di êrîşê de 3 jinên Kurd kuştin. 
 
*1 Gulan: Karkeran, di 1'ê Gulanê Roja Cejna Karkerên Cîhanê de li gel şewba Covid-19 li gelek welatên cîhanê bi girseyî pîrozbahî li dar xist. 
 
* SOHR'ê aşkere kir ku Tirkiye komên çekdar ên çeteyan şandine Lîbyayê. 
 
* Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 25 partî û rêxistinên Kurd hatin cem hev û Partiyên Yekîtiya Neteweya Kurd ava kirin. 
 
*21 Gulan: Li Hindistan û Bangladeş'ê Bahoza Amphanê lê xist. Di tofanê de 84 kes mirin, 3 milyon kes koçber bûn. 
 
*22 Gulan: Balafira aydî Balafirgeha Pakistanê ket xwar. Ji 107 rêwiyan 97 rêwî mirin. 
 
*25 Gulan:  Polîsê DYA li Minneapolisê welatiyê reş George Floyd fesitand û kuşt. Piştre çalakiyan dest pê kir. 
 
*28 Gulan: Li welatên Afrika Rojava li Bakurê Nijerya êrîşa çekdarî pêk hat. Di êrîşê de 60 kes mirin. 
 
*12 Tirmeh: Di navbera Ermenistan û Azerbaycan şer dest pê kir. 
 
*16 Tîrmeh: Sendîkayên li Îngîlîstanê yên kampanya “Freedom for Öcalan” (Ji Ocalan re azadî) dimeşandin, gotin 'Dema azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Öcalan hatiye  û li ser online  mîtîng li dar xistin. 
 
*2 Tebax: Li bajarê Nangarhar ê Afganistanê ji ber barana zêde lehî rabû. Di lehiyê de 15 jê zarok 16 kes mirin. 
 
*3 Tebax: Li bajarê Celalabad ê Afganistanê DAIŞ'îyan bi kamyona bombeyi êrîşî girtîgehê kir. Herî kêm 20 kes mirin û 40 kes birîndar bûn. 
 
*4 Tebax: Li Beyruta Lubnanê ji ber amonyum nîtratê teqîn pêk hat. Di teqînê de 200 kes mirin. 4 hezar kes birîndar bûn. 
 
*7 Tebax: Li Eyaleta Kerala ya Hîndîstanê dema balafir daket qeza pêk hat. Di qezayê de 20 kes mirin. 120 kes birîndar bûn. 
 
*16 Tebax: Li Paytextê Somalîyê Mogadişu li Elite Otel’ê kesê bi navê El-Şebab bi maşîna bombekirî êrîş kir. Di êrîşê de 20 kes mirin. 
 
*19 Tebax li Nêzî delavên Libya keştiya penaberan noqî avê bû. Di keştiyê de 5 zarok herî kêm 45 penaber mirin. 
 
*15 Îlon: - Serokê Komîsyona Lêpirsîna Sûriyeyê Paulo Sérgio Pinheiro, diyar kir ku Tirkiye û komên girêdayî wê yên OSO li Efrin, Serêkaniye û herêmê sûcê şer kiriye. 
 
*27 Îlon: Li Karabaga Çiyayî di navbera artêşa Azerbaycan û Ermenistan de şer derket. 
 
*3 Mijdar: Di Hilbijartina DYA de Namzetê Partiya Demokrat  John Biden bi ser ket. 
 
*12 Mijdar: Li Nêzî sînorê Libya keştiya penaber bar kiribû noqî avê bû. Herî kêm 74 penaber mirin. 
 
*10 Kanûn: Zîrveya Serokan a Yekîtiya Ewropa pêk hat. Di Zirvedeyê de ji ber helwesta Tirkiye ya li Derya Spî biryar dan ku li ser Tirkiyeyê danekirinan pêk pînin. 
 
*15 Kanûn: Neteweyên Yekbûyî (NY), Endeksa Pêşketina Mirovan a Welatan aşkere kir. Tirkiye di nava 189 welatan de di nava welatê 54’an de cih girt. 
 
MA / Ferhat  Çelîk

Sernavên din

29/12/2020
09:03 Bi hinceta ku operasyon asteng kirine polîsan li wan xist
09:03 Şêniyên Geliyê Zorê: Em ê nehêlin HES bê çêkirin
09:03 Karkerên destûra wan hatiye binpêkirin hezar saet zêde hatine şixulandin
09:03 'Bi salan e em dewletê xwedî dikin, lê dewletê nikaribû 2 mehan debara me bike'
09:03 Parêzerê Ocalan: Tekane çareseriya pirsgirêkan rakirina tecrîdê ye
09:03 ‘Bi êrişên li ser Eyn Îsayê re dixwazin Rêveberiya Xweser perçe bikin'
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2020'AN
28/12/2020
20:04 257 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:38 Olûç û Başaran serdana Demîrtaş û Zeydan kirin
16:38 Dadgehê biryara dewama girtina 20 siyasetmedaran da
16:25 Li Amedê xizanî û îhmalkarî bû sedema mirina Devran
16:18 DÎB: Bila Demîrtaş demildest were berdan
16:06 Rêxistinên civakî qanûna 'tayînkirina qeyûman' protesto kir
15:36 Bûldan: Heke li qatil û terorîstan digerin bila bizivirin û li Roboskî binêrin
15:31 Egîtîm-Senê giliyê Sofûoglû kir
15:10 Berteka li dijî qanûna qeyûman a ser rêxistinên sivîl: Bila pê re bê vetokirin
15:00 Li gelek bajaran komkujiya Roboskê şermezar kirin
14:42 DAKP: Bila Leyla Guven were berdan
14:32 Dengbêj Cemalê Mihê hat emeliyatkirin
13:48 Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê dê heqê kêm 3100 tl bide
13:40 Sendîkayên karkeran: Bi vê muçeyê karker mehkûmî birçîbûnê hatin kirin
13:26 Danişîna polîsê pişta parêzer Balci şikand hat dîtin
13:25 ‘Rêya edaletê di Roboskî de derbas dibe’
12:45 Çerkezoglû bertek nîşanî muçeya kêmane da: Em ê hesab bipirsin
11:53 Doza Fendîk ê ku bi guleya polisan hat kuştin 3 sal in bi dawî nabe
11:44 Mûçeya kêmane eşkere bû: 2 hezar û 825 lîre
10:49 Cenazeyê leşkerê di bin aşîtê de mabû hat dîtin
10:49 Eskerên TSK'ê gundê Mielik, Mişêrfê û rêya M4 bombebaran dike
10:25 Li Geverê qezaya trafîkê: 4 mirî 5 birîndar
10:01 Greva birçîbûnê di roja 32'yan de didome
09:58 Xwê şekir û lîmonê nadin girtiyên di grevê de
09:37 Îsal şano girtin û lîstik qedexe kirin
09:35 Bendewariya kedkarên tenduristiyê ji sala 2021’an: Em dixwazin bêhna xwe vedin
09:25 Yalçindag: Biryara DMME’yê îtîrafa ecêbiya hiqûqê ya 5 salên dawî ye
09:23 Karataş: Rûsya, Tirkiyê li ser kurdan wek şivekê bi kar tîne
09:06 ‘Ji bo parlamenteran ji sedî 200 zem ji bo karkeran sedaqet didin’
09:05 Di şertên zivistanê de 9 hezar û 600 zarok di konan de dijîn
09:05 Girtiyê 273 roj di rojiya mirinê de ma: Divê em bibin dengê girtiyan
09:04 'Nenaskirina biryara DMME'yê helwesta Komara Mûzê ye'
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2020'AN
08:35 Qurbaniyên Komkujiya Roboskî dê li ser gorên xwe bên bibîranîn
08:22 Velî Encu: Wê têkoşîna me ya edaletê bidome
27/12/2020
19:43 Li Tirkiyê 254 kesên din jî ji koronayê mirin
17:10 Bûldan: Divê sala 2021’an bibe sala destkeftiyên jinan
15:12 Li Tarsûsê du girtiyan greva birçîbûnê dewr girt
13:56 Bi xêzkirina wêneyan piştgirî da greva birçîbûnê
13:37 Tanrikûlû: 90 sal jî derbas bibe wê hesabê Roboskî were pirsîn
12:28 Ji HDP’ê peyama erdhejê
12:25 Sewalkar ji ber buhayê êm nikarin pez xwedî bikin
12:17 Li Amerîka êrişa çekdarî: 3 kes hatin kuştin
11:31 Girtiyê nexweş Abdullah Tûran anîn Amedê
10:31 Li Colemêrgê leşkerek mir leşkerek jî winda ye
10:30 Meclîsê tayînkirina qeyûman a Rexistinên Sivîl erê kir
10:12 Greva birçîbûnê koma 7’an dewr girt û ket roja 31’an
10:05 Xarpêt bi hêza 5.6 pileyan hejiya
10:04 Encu: Roboskî li dijî hejarî û cerdevaniyê li ber xwe dide
10:00 Bûn destê hev!
09:21 'Tekane çare tifaqa demokrasiyê ye'
09:20 Piştî li ser hev hat binçavkirin û gef lê hatin xwarin serî li ÎHD'ê da
09:19 Li malbatên ku zarokên wan di şer de jiyana xwe ji dest dane doza tazmînatê dikin
09:17 Berf bariya berasteng hepsî malê bûn
09:15 ‘Heya daxwazên me neyên qebûlkirin dê têkoşîna me dewam bike'
09:13 Her du kurên wê jî di meha kanûnê de jiyana xwe ji dest dan
09:11 Kaplan: Her kêliya ku Demîrtaş nayê berdan, wekî sûc li ber navê Tirkiyê tê nivîsandin
09:09 ‘Lêgerîna tazî realîteyeke girtîgehên Tirkiyê ye'
09:08 Di 2020'an de tecrîd li tevahiya Tirkiyeyê belav bû
09:01 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2020'AN
26/12/2020
20:04 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyên Covîd-19'ê bû 2 milyon û 133 hezar û 373
17:49 Dadgeriyê serlêdana ji bo berdana Demîrtaş red kir
16:28 Bersûcê êrişa zayendî bi hinceta ‘şewbê’ tehliye bû
16:15 Nûçegihana Jinnewsê Gulistan Azak hat berdan
15:57 Li Rihayê şerê çekdarî: 5 kes mirin
15:47 Hunermend Nûrşanî hat veşartin
15:20 Li Xarpêtê bi pileya 4.1 erd hejiya
15:19 Komîsyona Bihayê Asgerî wê cara dawîn roja duşemê kom bibe
15:06 ÎHD’ê Aqûbeta Mehmet Ozdemîr ê winda pirsî
14:53 ÎHD: Kaygûsûza 62 salî ya di koma xeternak de berdin
13:30 Dayikên Şemiyê aqûbeta Bahçecî yê 26 sal in winda ye pirsî
13:24 Li Şaxê bi pileya 3.9 erdhej çêbû
13:21 Cihên dîrokî yên Amedê vala man
12:44 ATO’yê salname neda HDP’ê
12:34 Ji bo Ozçelîkê ji sedî 71 astgeng e daxwaza tehliyeyê kirin
12:31 Çalakiya greva birçîbûnê mehek li pey xwe hişt
12:29 Hevserokên Giştî yên DBP’ê serdana Aksoy kirin
12:04 Wexta ku birin hevdîtina telefonê tazî kirin
11:55 Ji Arslanê berasteng 23 sal in agahî nayê girtin
11:26 Dozger ji bo Endamê TTB'ê 55 rûpel îdeaname amade kir
11:12 Li Roboskê hiqûqa berovajî: 34 mirin 34 doz
11:12 Beşa yekemîn a ‘tayînkirina qeyûman a ser rêxistinên sivîl’ qebûl bû
11:03 Karkerên li Sakarya bûn hedefa êrîşan: Xwestin êrîşê veşêrin
10:57 Sezgîn: Li hemberî lîstikên tên leyîstin çareseriya tekane yekitiye neteweyî ye
09:07 Parêzerê OHD'î: Bila mewzûat pêk bê
09:07 Aydin: Pêkanîna biryara DMME'yê dê ji bo demokrasiyê pir girîng be
09:07 Ji bo Roboskiyê jibîr neke li ber goristanê xanî çêkir
09:07 Amedê kirin du şeq!
09:07 Şerên di bin sîya şewbê de
09:07 Şewb dê kengî têk biçê?
09:07 Esnaf: Heqê kirê ne bes e, bacê jî kêm bikin
09:07 Xebatkarên PTT'ê: Heya ne mecbûrî be danûstandina bi rêya kargoyê nekin
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2020'AN