‘Bi êrişên li ser Eyn Îsayê re dixwazin Rêveberiya Xweser perçe bikin'

  • rojane
  • 09:03 29 Kanûn 2020
  • |
img

STENBOL - Rojnamevan Zana Seydî, anî ziman ku Tirkiyeyê tevî komên paramîlîter dixwaze Eyn Îsayê bi dest bixe û bi vê re pêwendiya bi Kobanî û Minbicê re qut bike û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike du perçe. Her wiha Seydî, destnîşan kir ku armanca êrîşên li ser Kurdistana Federe jî, ew e ku dor li rêveberiya xweser bê tengkirin. 

 
Tirkiye tevî komên paramîlîter piştî Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê, vê carê jî êrîşê dibe ser Eyn Îsayê. Rojnamevan Zana Seydî ku qewimîn û geşedanên li herêmê ji nêz ve dişopîne, armanca êrîşên li ser Eyn Îsayê nirxandin. 
 
18 PARAMÎLÎTER HATIN KUŞTIN 
 
Seydî, anî ziman ku Tirkiye û komên paramîlîter bi hev re di 11'ê Mijdarê de êrîş birine ser gundê Maalek ê 3 kîlometreyan dûrî Eyn Îsayê ye û piştî QSD'ê bersiveke xurt daye van êrîşan, Tirkiye û komên paramîlîter derbên giran xwarine û paş ve vekişiyane. Seydî, da zanîn ku di êrîşan de 18 eskerên paramîlîter hatine kuştin û cenazeyên wan jî piştî hevdîtina Tirkiyeyê ya bi Rûsyayê re hatine dayîn. Seydî, bilêv kir ku paşê jî derdora bajêr, taxên li bakurê bajêr û çend gundên nêzî rêya M4'ê bi qasî hefteyekê hatine bomberankirin. 
 
Seydî, destnîşan kir ku ji ber ku gundê Maalek li devereke di navbera Eyn Îsa, Kobanî û Minbicê de ye, xwedî cihekî stratejîk e û di êrîşên heya 18'ê Kanûnê de 6 sivîlan jiyana xwe ji dest daye, 14 sivîl û 8 şervanên QSD'ê jî birîndar bûne. 
 
BOMBEBARAN DIDOME 
 
Seydî, anî ziman ku Tirkiye û komên paramîlîter di 17'ê Kanûnê de hevdîtinek bi ûrisan re kirine û piştî vê hevdîtinê bi refaqeta balafirên keşfê êrîş birine ser gundê Cehbel û Mişrefeyê. Seydî got: "Ev her du gund li rojhilatê Eyn Îsayê ne. Bi qasî 3 kîlometreyan dîrû bajêr in. Dixwazin têkevin van gundan. Di 18-19'ê Kanûnê de ev gund bi dest xistin, lê şervanên QSD'ê cardin ji wan stendin. Li gor agahiyên bi dest me ketine, heya niha 19 çete hatine kuştin û 7 jê jî birîndar bûne. Li gor van çavkaniyan, eskerekî tirk jî hatiye kuştin. Di êrîşên li vê derê bi ser neketin. Lê bombebarana wan didome." 
 
BI DESTÊ ÛRISAN AGIRBEST HAT XERAKIRIN 
 
Seydî, diyar kir ku piştî êrîşa duyem a 18'ê Mijdarê di navabera QSD, Hikûmeta Sûriyeyê û Rûsyayê de peymanek hatiye îmzekirin û got: "Li gor Peymana Soçiyê ya di 22'yê Cotmeha 2019'an de hatibû îmzekirin biryara agirbestê hatibû girtin. Dê Rûsya jî wekî garantor rola xwe bilîsta. Her wiha QSD, Hikûmeta Sûriyeyê û Rûsya, dê li sê noqteyan agirbest pêk bainiyana. Paşê ûris bi helîkopteran dewriye geriyan. Lê dewleta tirk bi biryara ûrisan agirbestê xera kir." 
 
Seydî, bilêv kir ku heya niha kes ji bajêr koç nekiriye, lê belê fikara ku dê êrîş bigihêjin navenda bajêr heye û got: "Ji lewra êrîş çend kîlometre wêdeyî navenda bajêr diqewimin. Lê car heye top li nava bajêr dikevin. Derdora qereqola ûrisan jî çend caran hat bombebarankirin. Perçeyên bombeyan li nav qereqolê ketin. Lê heya niha nerazîbûneke cidî nîşan nedane." 
 
ZEXT Û ZORΠ
 
Seydî, destnîşan kir ku li ser QSD'ê zext û zoriyên eskerî hene û bi vî awayî tê xwestin destkeftiyên wan bên tarûmarkirin û got: "Dewleta tirk û çeteyên wê, dixwazin Rûsya bi zext û zoriyên eskerî tevbigere. Dixwazin bi van zext û zoriyan Eyn Îsayê radestî rejîma Sûriyeyê bikin. Rûsyayê gelek caran ev yek xwest. Lê belê QSD'ê jî bi awayekî aşkere ev yek qebûl nekir. Helwesta herî rast nîşan da, berxwedanê hilbijart." 
 
ROLA DYA Û RÛSYAYÊ 
 
Seydî, bibîr xist ku DYA û Rûsya garantorê agirbestê ne û ji bo polîtîkayên her du dewletan got: "Rûsyayê gelek caran got, 'herêmê radestî me bikin, yan na dewleta tirk dixwaze herêmê dagir bike.' Hêzên Amerîkayê jî dibêjin, 'dibêjin em li benda çûna Trûmp û siyaseta nû ne, lewma niha em nikarin li herêmê tiştekî bikin.' Ûris jî dixwazin sûdê ji van êrîşan bigirin. Cesaretê didin çeteyan. Dixwaze QSD dev ji vê axê berde û teslîmî Sûriyeyêb ike. Ev yek, di heman demê de xwesteka dewleta tirk e jî. Dewleta tirks dixwaze 'bila ev der ne di destê QSD'ê de be, bila di destê rejîma Sûriyeyê de be.' Ji bo vê jî li hev dikin." 
 
GAVA MESELE KURD BIN... 
 
Seydî, destnîşan kir ku armancên êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Kurdistana Federe jî tunekirina şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û got: "Dixwazin bi êrîşên li Başûr, dor li şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê tengkirin û gava firsendê zevt bikin, dixwazin tevî PDK'ê darbeyekê li vê şoreşê bixin. Yanî van hêzan peymaneke werê çêkirine. Lewma şîrovekirin hinekî zehmet e. Lê tiştên li qadê diqewimin, her tiştî aşkere dikin. Ji bo Efrîn û Minbic negihên hev, Tirkiyeyê dest danî ser Ezaz û El Babê. Hêzên DYA'yê jî ji Girê Spî û Serêkaniyê vekişiyan û destûra êrîşan hat dayîn. Niha jî bi pesendkirina Rûsyayê, li ber çavê dinyayê êrîşê dibin ser Rêveberiya Xweser. Dixwazin Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin du perçe. Bi vî awayî dê Kobanî û Minbicê bikin hedefa êrîşan. Gava mesele hêzên demokratîk bin, yanî gava mesele kurd bin, em dibînin ku hemû hêz di bin heman sîwanê de tên cem hev du."
 
MA / Îdrîs Sayilgan

Sernavên din

29/12/2020
09:03 Bi hinceta ku operasyon asteng kirine polîsan li wan xist
09:03 Şêniyên Geliyê Zorê: Em ê nehêlin HES bê çêkirin
09:03 Karkerên destûra wan hatiye binpêkirin hezar saet zêde hatine şixulandin
09:03 'Bi salan e em dewletê xwedî dikin, lê dewletê nikaribû 2 mehan debara me bike'
09:03 Parêzerê Ocalan: Tekane çareseriya pirsgirêkan rakirina tecrîdê ye
09:03 ‘Bi êrişên li ser Eyn Îsayê re dixwazin Rêveberiya Xweser perçe bikin'
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2020'AN
28/12/2020
20:04 257 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:38 Olûç û Başaran serdana Demîrtaş û Zeydan kirin
16:38 Dadgehê biryara dewama girtina 20 siyasetmedaran da
16:25 Li Amedê xizanî û îhmalkarî bû sedema mirina Devran
16:18 DÎB: Bila Demîrtaş demildest were berdan
16:06 Rêxistinên civakî qanûna 'tayînkirina qeyûman' protesto kir
15:36 Bûldan: Heke li qatil û terorîstan digerin bila bizivirin û li Roboskî binêrin
15:31 Egîtîm-Senê giliyê Sofûoglû kir
15:10 Berteka li dijî qanûna qeyûman a ser rêxistinên sivîl: Bila pê re bê vetokirin
15:00 Li gelek bajaran komkujiya Roboskê şermezar kirin
14:42 DAKP: Bila Leyla Guven were berdan
14:32 Dengbêj Cemalê Mihê hat emeliyatkirin
13:48 Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê dê heqê kêm 3100 tl bide
13:40 Sendîkayên karkeran: Bi vê muçeyê karker mehkûmî birçîbûnê hatin kirin
13:26 Danişîna polîsê pişta parêzer Balci şikand hat dîtin
13:25 ‘Rêya edaletê di Roboskî de derbas dibe’
12:45 Çerkezoglû bertek nîşanî muçeya kêmane da: Em ê hesab bipirsin
11:53 Doza Fendîk ê ku bi guleya polisan hat kuştin 3 sal in bi dawî nabe
11:44 Mûçeya kêmane eşkere bû: 2 hezar û 825 lîre
10:49 Cenazeyê leşkerê di bin aşîtê de mabû hat dîtin
10:49 Eskerên TSK'ê gundê Mielik, Mişêrfê û rêya M4 bombebaran dike
10:25 Li Geverê qezaya trafîkê: 4 mirî 5 birîndar
10:01 Greva birçîbûnê di roja 32'yan de didome
09:58 Xwê şekir û lîmonê nadin girtiyên di grevê de
09:37 Îsal şano girtin û lîstik qedexe kirin
09:35 Bendewariya kedkarên tenduristiyê ji sala 2021’an: Em dixwazin bêhna xwe vedin
09:25 Yalçindag: Biryara DMME’yê îtîrafa ecêbiya hiqûqê ya 5 salên dawî ye
09:23 Karataş: Rûsya, Tirkiyê li ser kurdan wek şivekê bi kar tîne
09:06 ‘Ji bo parlamenteran ji sedî 200 zem ji bo karkeran sedaqet didin’
09:05 Di şertên zivistanê de 9 hezar û 600 zarok di konan de dijîn
09:05 Girtiyê 273 roj di rojiya mirinê de ma: Divê em bibin dengê girtiyan
09:04 'Nenaskirina biryara DMME'yê helwesta Komara Mûzê ye'
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2020'AN
08:35 Qurbaniyên Komkujiya Roboskî dê li ser gorên xwe bên bibîranîn
08:22 Velî Encu: Wê têkoşîna me ya edaletê bidome
27/12/2020
19:43 Li Tirkiyê 254 kesên din jî ji koronayê mirin
17:10 Bûldan: Divê sala 2021’an bibe sala destkeftiyên jinan
15:12 Li Tarsûsê du girtiyan greva birçîbûnê dewr girt
13:56 Bi xêzkirina wêneyan piştgirî da greva birçîbûnê
13:37 Tanrikûlû: 90 sal jî derbas bibe wê hesabê Roboskî were pirsîn
12:28 Ji HDP’ê peyama erdhejê
12:25 Sewalkar ji ber buhayê êm nikarin pez xwedî bikin
12:17 Li Amerîka êrişa çekdarî: 3 kes hatin kuştin
11:31 Girtiyê nexweş Abdullah Tûran anîn Amedê
10:31 Li Colemêrgê leşkerek mir leşkerek jî winda ye
10:30 Meclîsê tayînkirina qeyûman a Rexistinên Sivîl erê kir
10:12 Greva birçîbûnê koma 7’an dewr girt û ket roja 31’an
10:05 Xarpêt bi hêza 5.6 pileyan hejiya
10:04 Encu: Roboskî li dijî hejarî û cerdevaniyê li ber xwe dide
10:00 Bûn destê hev!
09:21 'Tekane çare tifaqa demokrasiyê ye'
09:20 Piştî li ser hev hat binçavkirin û gef lê hatin xwarin serî li ÎHD'ê da
09:19 Li malbatên ku zarokên wan di şer de jiyana xwe ji dest dane doza tazmînatê dikin
09:17 Berf bariya berasteng hepsî malê bûn
09:15 ‘Heya daxwazên me neyên qebûlkirin dê têkoşîna me dewam bike'
09:13 Her du kurên wê jî di meha kanûnê de jiyana xwe ji dest dan
09:11 Kaplan: Her kêliya ku Demîrtaş nayê berdan, wekî sûc li ber navê Tirkiyê tê nivîsandin
09:09 ‘Lêgerîna tazî realîteyeke girtîgehên Tirkiyê ye'
09:08 Di 2020'an de tecrîd li tevahiya Tirkiyeyê belav bû
09:01 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2020'AN
26/12/2020
20:04 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyên Covîd-19'ê bû 2 milyon û 133 hezar û 373
17:49 Dadgeriyê serlêdana ji bo berdana Demîrtaş red kir
16:28 Bersûcê êrişa zayendî bi hinceta ‘şewbê’ tehliye bû
16:15 Nûçegihana Jinnewsê Gulistan Azak hat berdan
15:57 Li Rihayê şerê çekdarî: 5 kes mirin
15:47 Hunermend Nûrşanî hat veşartin
15:20 Li Xarpêtê bi pileya 4.1 erd hejiya
15:19 Komîsyona Bihayê Asgerî wê cara dawîn roja duşemê kom bibe
15:06 ÎHD’ê Aqûbeta Mehmet Ozdemîr ê winda pirsî
14:53 ÎHD: Kaygûsûza 62 salî ya di koma xeternak de berdin
13:30 Dayikên Şemiyê aqûbeta Bahçecî yê 26 sal in winda ye pirsî
13:24 Li Şaxê bi pileya 3.9 erdhej çêbû
13:21 Cihên dîrokî yên Amedê vala man
12:44 ATO’yê salname neda HDP’ê
12:34 Ji bo Ozçelîkê ji sedî 71 astgeng e daxwaza tehliyeyê kirin
12:31 Çalakiya greva birçîbûnê mehek li pey xwe hişt
12:29 Hevserokên Giştî yên DBP’ê serdana Aksoy kirin
12:04 Wexta ku birin hevdîtina telefonê tazî kirin
11:55 Ji Arslanê berasteng 23 sal in agahî nayê girtin
11:26 Dozger ji bo Endamê TTB'ê 55 rûpel îdeaname amade kir
11:12 Li Roboskê hiqûqa berovajî: 34 mirin 34 doz
11:12 Beşa yekemîn a ‘tayînkirina qeyûman a ser rêxistinên sivîl’ qebûl bû
11:03 Karkerên li Sakarya bûn hedefa êrîşan: Xwestin êrîşê veşêrin
10:57 Sezgîn: Li hemberî lîstikên tên leyîstin çareseriya tekane yekitiye neteweyî ye
09:07 Parêzerê OHD'î: Bila mewzûat pêk bê
09:07 Aydin: Pêkanîna biryara DMME'yê dê ji bo demokrasiyê pir girîng be
09:07 Ji bo Roboskiyê jibîr neke li ber goristanê xanî çêkir
09:07 Amedê kirin du şeq!
09:07 Şerên di bin sîya şewbê de
09:07 Şewb dê kengî têk biçê?
09:07 Esnaf: Heqê kirê ne bes e, bacê jî kêm bikin
09:07 Xebatkarên PTT'ê: Heya ne mecbûrî be danûstandina bi rêya kargoyê nekin
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2020'AN