WAN – Ozlem Şahîn a li Navenda Tibê ya Dûrsûn Odabaşi ya Wanê hemşîretiyê dikir ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da.
Ozlem Şahîn a li Navenda Tibê ya Dûrsûn Odabaşi ya Zanîngeha Wanê hemşîretiyê dikir ji ber vîrûsa koronayê (Kovîd-19) jiyana xwe ji dest da. Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê li ser hesabê medya civakî sersaxî ji malbata Şahîn re xwest û got: “Em dimirin, diqedin û kêm dibin.”