EDENE- Robîn Bakir ê li Çiyayê Herekol a Sêrtê di şerekê de jiyana xwe ji dest da bû, li Edenê hat definkirin.
Cenazeyê gêrilayê HPG'ê Robîn Bakir ê di 28'ê Îlonê de, li Çiyayê Herekol a Sêrtê di şerekê de jiyana xwe ji dest da bû, teslîmî malbatê hat kirin. Malbatê cenazeyê kurê xwe, duh bi şev li Goristana Kuçukoba ya girêdayî navçeya Seyhan a Edeneyê spart axê.
Malbata Bakir, piştî 3 mehan duh çû Sêrtê û cenazeyê kurê xwe girt. Cenazeyê ku li Goristana Zevye hatibû definkirin, dibin ablûkeya polîsan de ji gorê hat derxistin û di niveka şevê de anîn Edenê. Berî definkirina Bakir, polîsan goristan dorpêç kirin û destûr nedin ku ji bilî endamên malbatê kesek din tevlî merasîma definkirina cenaze bibin.
Malbatê di nîveka şevê de, cenazeyê kurê xwe spart axê.