RIHA - Rêxistina HDP’ê ya Rihayê, bi boneya sersalê ji girtiyên li Girtîgeha Rihayê dimînin re qertên piştevaniyê şandin.
Rexistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê, boneya sersalê ji bo piştevaniya çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û bidorveger ku girtiyan ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan dan destpêkirin qert şandin. Qertên sersalê ji 60 girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa T a Sêwregê dimînin re hat şandin. Di çarçoveya çalakiyê de rêveberiya navend û 11 navçeyan ji girtiyan re qert şandin.