Hestiyên kurê xwe dixwaze

img

STENBOL – Bav Şebap Doner ku cenazeyê kurê wî ji Goristana Xerzanê hat derxistin, li bendê ye ku hestiyên kurên wî yên li Goristana Kîlyosê di bin peyarêyekê de hatine veşartin teslîmî wî bên kirin. 

 
3 sal berê 282 cenaze ji Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor hatibûn derxistin û dû re goristan hatibû xerakirin. Gava cenaze hatibûn derxistin heya demeke dirêj nehatibû zanîn bê kar birine ku derê. Lê belê piştî daxuyaniya Wezareta Bedlîsê ya 2'yê Çileya 2018'an aşkere bûbû ku cenaze birine Saziya Tiba Edlî (ATK) a Stenbolê. Ji van cenazeyan hin jê li Goristana Kîlyosê di bin peyarêyekê de hatine veşartin. Heya niha 21 cenaze radestî malbatan hatine kirin û 261 cenaze jî hîn di bin peyarêyê de ne. 
 
Yek ji van cenazeyan jî yê kurê malbata Donerê ye. Kurê wan Abdulhamîd, gava di sala 1994'an de gundê wan ê Bedlîsê tê şewitandin, tevli nav PKK'ê dibe.
 
Bav Şebab Doner, anî ziman ku piştî wextekê pê hesiyane ku kurê wan jiyana xwe ji dest daye, lê belê bi salan cenazeyê kurê xwe nedîtine. Bav Doner got: "Em di sala 2014-2015'an de çûn gund. Gava em çûn me gora kurê xwe dît. Li ser kêlika gorê Abdulhamîd Doner nivîsandîbû. Li Tetwanê, di şerekî di sala 1995-1996'an de jiyana xwe ji dest daye. Dû re cenazeyê wî li Goristana Xerzanê defin kirine. Dû re jî li Kilyosê defin kirin. Me piştî salan cenazeyê xwe dît, lê hîn jî radestî me nehatiye kirin." 
 
MIROVAHÎ QEBÛL NAKE 
 
Bav Doner ji bo wergirtina cenazeyê kurê xwe serî li Dozgeriya Komarê ya Bedlîsê daye û ji bo DNA'yê çûye Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê û xwîn daye. Bav Doner, anî ziman ku dozger jê re gotiye 'Heger DNA li hev derê wê cenaze bidin.' Bav Doner, destnîşan kir ku hîn ew li bendê bûn ku DNA zelal bibe, bihîstine ku Goristana Xerzanê hatiye xerakirin û cenaze birine Stenbolê. 
 
‘TU DÎN VÊ YA QEBÛL NAKE' 
 
Bav Doner got: "Gava cenaze hatin talankirin em li Stenbolê bûn. Pêşî gotin li Bedlîsê ne, dû re gotin birine Stenbolê ciyekî ewle. Heya niha 21 cenaze teslîmî malbatan kirine. Cenazeyên me li cihekî werê veşartine, tu dîn, tu mirovahî vê yekê qebûl nake." 
 
Doner, destnîşan kir ku di dînê îslamê de rêz ji bo cenazeyan heye û got: "Çi dibe bila bibe divê cenazeyên ji wî cihê ku mirov tê de diçin, heywan û wesayît tê de diçin û tên bên derxistin." Doner, anî ziman ku rojek berî rojekî divê cenaze teslîmî malbatan bên kirin û yên malbatên wan nayên tespîtkirin jî li gor rûmeta mirovahiyê bên definkirin. 
 
Bav Doner, anî ziman ku ji ala 2017'an ve bi vî awayî diêşin û got: "Hîn jî haya me ji cenazeyê me tune ye. Bi rastî jî devera ku cenaze lê hatine veşartin derî mirovahiyê ye. Ne mirovahî ne jî îslamiyet vê qebûl nake. Ew can û cegera malbatan e. A li cenazeyên kurdan tê kirin zilm e, netewperestî û nîjadperestî ye. Em dixwazin zarokên xwe li cihekî paqij û ewle defin bikin. Da ku ev êş û keser nemîne. Ev yek her tim me diêşîne. Mirina wan tîne ber çavê me." 
 
‘REWŞA CENAZEYÊN ME LI BER ÇAVA YE, HÛN RADIBIN BEHSA ÎSLAMIYETÊ DIKIN' 
 
Doner, destnîşan kir ku bi salan e li vê axê dijîn û xwediyê vê axê ne. Doner got: "Heger hûn rabin kurdan qebûl nekin, nexwe hûn zalim in. Ê ku vê zilmê rewa dibîne, bêrûmet e. Li devereke ku destmêja wê jî nayê qebûlkirin hatine veşartin. Lê bi ser de radibin behsa îslamiyetê dikin. Ev zilm ne niha ye, piştî Hz. Mihemed ji dema Muaviye heya niha werê ye. Di Dîrokê de mînaka Şêx Seîd, Seyîd Riza heye. Beriya wê jî mînakên bi vî rengî hene. Cenazeyên me tune dikin. Dixwazin malbatên wan biêşin." 
 
Doner xwest dewlet dev ji vê rantê û rutbeyê berde û got: "Dev ji zilm û nîjadperestiyê berdin. Kesên xweyî wijdan divê guh bidin meû bila dewlet jî cenazeyên me teslîmî me bike." 
 
MA / Berfîn Karaman 

Sernavên din

05/01/2021
09:09 Girtiyê îdamê yê berê: Em deng bidin greva birçîbûnê
09:09 Xelk ji ber bihabûnê bi gazinc e û bêzar bûye
09:09 Prz. Aslan: Kesên di greva birçîbûnê de pêkanîna qanûnan dixwazin
09:09 Rêvebera TAJÊ Şengalî xwest Asayîşa Êzîdxan bê naskirin
09:09 Jinên Ciwan: Em ê dengê Leyla Guven li kolanan bilind bikin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:36 Nûçegihanê me Mehmet Aslan hat binçavkirin
04/01/2021
19:58 197 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
18:23 Meclisa Tenduristiyê ya KCD'ê rapora kanûnê aşkere kir
17:14 Di doza Pinar Gultekîn de daxwaza reda dadgerî hat kirin
15:55 Wê Assange lê Amerîkayê neyê vegerandin
15:26 Xwendekarên Bogazîçiyê avahiya rektoriyê mohr kirin
14:45 Demîr, Nayir û Ûyar li Silopiya hatin bibîranîn
14:32 HDP: Em bi barîna zaman re ketin sala nû
14:04 DGF: Di 2020'an de 24 rojnameger hatin girtin
13:25 Çeteleya tundiyê ya 2020'an a Jin Newsê: Herî kêm 332 jin hatin qetilkirin
13:16 Polîsan destûr nedan encumenên şaredariyê têkevin şaredariyê
12:54 Raporek bendewariya ciwanên kurd hat parvekirin
12:49 Wekîla HDP’ê derbarê miduriyeta polîsan de gilî kir
12:24 ‘Rêveberiya girtîgehê peyama 'hûn nikarin hilberînin' dide me'
11:55 DÎB: Wê li dijî zilma desthilatê têkoşîna me bidome
11:20 Îtîraza li dijî berdana Aydemîr hat redkirin
10:56 Pelosi ji nûve bû Seroka Meclîsa Nûneran
10:46 Wezareta Bazirganiyê 20 hezar 953 tl ceza li Evrenselê birî
10:27 Li Enqereyê jinek hat kuştin
10:20 Derbarê Fîkrî Saglar de lêpirsîn hat destpêkirin
09:02 Salek e agahî ji Gulistan Dokû nayê girtin
09:02 Esnafên Beyoglûyê: Çavê xwe vekin û birçîbûnê bibînin
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 39'emîn de dewam dike
09:02 Girtiyên siyasî yên Gumuşhaneyê nikarin bêhn bistînin
09:02 Dozger tevlîbûna Alaca ya daxuyaniya Bûldan sûc hesiband
09:02 Başaran: Îqtîdar li dîwarê berxwedana jinê qelibî
09:02 'Daxwazên girtiyan daxwazên me ne'
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:12 Di 3 salan de li Efrînê 674 sivîl hatin kuştin
03/01/2021
20:30 Hejmara miriyên vîrûsa koronayê derket 21 hezar û 488 kesan
16:27 Cenazeyê jina winda hat dîtin
14:06 Li Rihayê ciwanê winda mirî hat dîtin
12:50 Dikanderên ceyran û ava wan hatin birîn: Cihekê em biçînê tuneye
12:17 Çalakiya Mexmûriyan a li dijî tecrîdê didome
11:43 Hêjmara Xwebûn a 55'an derket
10:40 Ji bo qedexeya 5 sal in li Wanê didome korona kir hincet
10:38 Midurê qeyûm şaredarî barkir mala xwe
10:08 Walîtiya Meletiyê tecawiza li dijî zaroka astengdar derewand
09:47 Li Qeyseriyê xebatkarê tenduristiyê mir
09:46 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 38'emîn de ye
09:45 Şêniyên Şengalê 33 roj in li dijî peymanê nobetê digirin
09:11 Esnaf îflas dikin
09:10 Unsal: AKP'ê bi salan peywir neda jinên sergirtî
09:09 ‘Ocalan azad bibe dê aştî çêbe û zarokên me nemirin'
09:08 CÎSST: Di pandemiyê de xetereya greva birçîbûnê du qat zêdetir e
09:05 Muhsîn Osman: A girîng ne mezinbûna dijmin e, yekîtiya me ye
09:04 Qeyûmê Îdirê pereyên şaredariyê ji bo eskeriyê xerç dike
09:02 Sê hevrêyên berxwedêr: Sêvê, Pakîze û Fatma
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2021'AN
02/01/2021
21:03 Daxuyaniya Şaredariya Artûklûyê ya derbarê tabeleyan de
19:13 202 kes mirin, 11 hezar û 180 kes jî pê ketin
17:13 Di teqîna Serêkaniyê de 5 kes mirin
17:05 Dijminantiya AKP'ê ya li dijî zimanê kurdî: Tîpên X,W û Q ji lewheyan bir
16:42 Daxuyaniya qeyûm a têkildarî karkerên ji kar avêtin: Karkerên demsalî bûn
15:59 Di teqîna li Hesekê de 2 kes mirin
15:42 KCDP: Di 2020'an de 300 jin hatin kuştin 171 jin jî mirî hatin dîtin
15:34 Di Rûniştina F de hat xwestin ku girtî Kadriye bê berdan
14:51 'Demildest Koyuncu serbest berdin
13:39 Dayikên Şemiyê: Bila sala 2021'an bibe sala dîtina windayan
13:33 Li Somaliyê êrîşê eskerên Tirk kirin
13:13 Komîsyonên Edaletê yên Gulistan Dokû rapora salekê belav kir
12:43 Înîsiyatifa Ji Girtiyan re Azadî: Girtiyê nexweş Fîlîz berdin
11:52 Qeyûmê Qersê navên ‘mor’ guhert!
11:42 Kurê Kaya yê 85 salî: Em ne taloqkirinê, beraeta wî dixwazin
11:32 Berdevka HDP’ê Gunay: Ji bo çûyîna îqtîdarê roj tên jimartin
11:10 Cendirmeyan 26 sal berê Tekîn winda kirin
10:41 Du kesan ji ber dûmana sobê jiyana xwe ji dest dan
10:41 3 ciwan li Enqereyê mirî hatin dîtin
10:17 Yuksekdag: Dê 2021'an bibe sala gelan û ciwanan
10:07 Polîsan astengî ji nexweşa atiyê re derxist!
09:38 Hêjmara 10'emîn a Zrîngê di sala nû de li benda we ye
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 37'emîn de didome
09:12 Li eskeriyê îşkence: Cixare li ser canê wî tefandin
09:11 Li sînor guleyên ku dipengizin hemû li kurdan dikevin!
09:11 Qeyûm dê bi pereyê şaredariyê karê şaredariyên AKP'î bike
09:10 Li girtiyên ku binpêkirinên mafan protesto kirin, ceza birîn
09:10 ‘Naveroka tayinkirina qanûna qeyûman wekî navê xwe ne xêrxwaz e'
09:09 'Divê berteka civakî bê bilindkirin'
09:08 Li Geverê dengê komekê olan dide: Koma Dengda
09:08 Gursucû: Peymana Parîsê ne çareseriya avhewayê ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2021'AN
01/01/2021
20:09 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 21 hezar û 93
16:11 Walîtiya Colemêrgê: Di êrîşa hişyariyê de birîndar bû
14:52 Jinan binçavkirina Buse Uçer şermezar kirin
14:07 El-Ebid: Tirkiyê armanc dike ku Kerkûk û Mûsilê kontrol bike
13:31 Cenazeyê dayika 4 zarokan li nava kuçeyê hat dîtin
13:19 Vaye lîsteya pirtûkên kurdî yên di 2020'an de hatine çapkirin
12:22 Hejmara nû ya Newaya Jinê derket
12:15 Qeyûm 84 karker ji kar avêtin
11:47 Jinên çalakger: Bila tu kes rehet li paldanka xwe rûnenên
11:20 'Em amadene li dijî tecrîdê her bedelî bidin’
11:16 Li Edeneyê 3 welatî hatin girtin
10:58 Uçer a bertek nîşanî qetilkirina jinan da hat binçavkirin
10:33 Berteka kuçeyê ya li dijî bihayê asgarî: Ji Qesrê re heye ji me re tuneye