Çalakiya greva birçîbûnê di roja 36'emîn dewam dike

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ya ku li girtîgehan li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin, di roja 36'emîn de dewam dike.

Girtiyên siyasî yên PKK û PAJK'ê, di 27’ê Mijdarê de bi armanca bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê ku 21 salin li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tê girtin û şermezarkirina binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de zêdebûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya girtiyan, di roja 36’emîn de dewam dike. 
 
GREVA LI MEXMÛRÊ DI ROJA 15’EMÎN DE YE
 
Li Kampa Mexmûrê ya girêdayî bajarê Mûsilê ya Iraqê jî, li dijî tecrîda li Îmraliyê, bi pêşengtiya jinan di 18’ê Kanûnê de, çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirn. Çalakiya li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dewam dike, di roja 15’emîn de ye.  
 
2012: 68 ROJ
 
Yekemîn çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda girankirî ya li ser Ocalan, di 12’ê Îlona 2012’an li girtîgehan hatibû destpêkirin. Çalakî 68 rojan dewam kiribû. Li ser banga Rêberê PKK’ê Ocalan bi dawî bibû. Di encama çalakiya girtiyan de, di 3’yê Çileya 2013’an de, di navbera Ocalan û dewletê de, heya sala 2015’an pêvajoya diyalogê hatibû destpêkirin. 
 
2016: 8 ROJ 
 
Di 5’ê Nîsana 2015’an de, pêvajoya diyalogê ya bi Ocalan re bi dawî bû û dîsa dest bi tecrîdek girankirî hatibû kirin. Piştî darbeya 15’ê Tîrmehê, di raya giştî de fikar û guman mezin bûn. 50 siyasetmedarên kurd li ser vê yekê, bi daxwaza “Hevdîtina bi Ocalan re”, di 5’ê Îlona 2016’an de, li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Di encama çalakiyê de, birayê Ocalan Mehmet Ocalan, di 11’ê Îlona 2016’an de, çûbû Gireva Îmraliyê û hevdîtin bi birayê xwe re kiribû. 50 siyasetmedarên kurd, piştî hevdîtina bi Ocalan re, di roja 8’emîn de, dawî li çalakiya xwe anî bûn. 
 
2018: 200 ROJ
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, di 8’ê Mijdara 2018’an de, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Di 16’ê Kanûnê de jî, girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin û di 1’ê Adarê de jî, çalakiya Guven li tevahiya girtîgehan belav bû. Li bajarê Hewlêr ê Herêma Kurdistana Federe endamê HDP’ê Nasir Yagiz, li Kampa Mexmûrê Fadîle Tok, li Strasbûrgê 14 siyasetmedarên kurd, li Galler Îmam Şîş û li navçeya Kelar a girêdayî Germiyan jî Herêm Mahmûd ketibûn greva birçîbûnê û çalakiya wan li tevahiya cîhanê nav û deng bibû. 
 
Di heman demê de, Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç, li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê di 3’yê Adara 2019’an de tevlî çalakiya greva birçîbûnê bibûn. 
 
ROJIYA MIRINÊ
 
Ji ber ku daxwazin girtiyan nehatin qebûl kirin, 15 girtiyan bi heman daxwazan, di 30’ê Nîsana 2019’an de, dest bi çalakiya rojiya mirinê kiribûn. Dîsa li girtîgehên cuda, 15 girtiyên din di 10’ê Gulanê de, tevlî çalakiya rojiya mirinê bibûn. 
 
KESÊN ÇALAKIYA FEDAÎ PÊK ANÎN
 
Çalakiyên greva birçîbûnê her ku çûn belav bûn. Bi vê yekê re li bajarê Krefeld a Almanyayê, di 20’ê Sibatê de, welatiyê bi navê Ûgûr Şakar li ber dadgehê agir berda bedena xwe û li nexweşxanê di 22’yê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Bi armanca şermezarkirina bêdengiya li dijî çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîda li ser Ocalan, Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekirdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê Adarê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebzeyê, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa E ya Mardînê, Yonca Akîcî di 9’ê Adarê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Şakranê, Sîraç Yuksek di 2’yê Nîsanê de, li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Osmaniyê û Mahsum Pamay jî, di 5’ê Nîsanê de, li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 1 a Xarpetê, çalakiyên fedaî pêk anîn û dayî li jiyana xwe anîn. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven hatibû destpêkirin, 200 rojan dewam kiribû. Di encama çalakiyê de, parêzerên Ocalan piştî 8 salan, di 2-22’yê Gulanê de, di 12-18’ê Hezîranê de û herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de, bi muwekîlên xwe re hevdîtin kiribûn. 

Sernavên din

05/01/2021
09:09 Nerazîbûna ji bo qanûna qeyûm: Dîktatorî ye
09:09 Girtiyê îdamê yê berê: Em deng bidin greva birçîbûnê
09:09 Xelk ji ber bihabûnê bi gazinc e û bêzar bûye
09:09 Prz. Aslan: Kesên di greva birçîbûnê de pêkanîna qanûnan dixwazin
09:09 Rêvebera TAJÊ Şengalî xwest Asayîşa Êzîdxan bê naskirin
09:09 Jinên Ciwan: Em ê dengê Leyla Guven li kolanan bilind bikin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:36 Nûçegihanê me Mehmet Aslan hat binçavkirin
04/01/2021
19:58 197 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
18:23 Meclisa Tenduristiyê ya KCD'ê rapora kanûnê aşkere kir
17:14 Di doza Pinar Gultekîn de daxwaza reda dadgerî hat kirin
15:55 Wê Assange lê Amerîkayê neyê vegerandin
15:26 Xwendekarên Bogazîçiyê avahiya rektoriyê mohr kirin
14:45 Demîr, Nayir û Ûyar li Silopiya hatin bibîranîn
14:32 HDP: Em bi barîna zaman re ketin sala nû
14:04 DGF: Di 2020'an de 24 rojnameger hatin girtin
13:25 Çeteleya tundiyê ya 2020'an a Jin Newsê: Herî kêm 332 jin hatin qetilkirin
13:16 Polîsan destûr nedan encumenên şaredariyê têkevin şaredariyê
12:54 Raporek bendewariya ciwanên kurd hat parvekirin
12:49 Wekîla HDP’ê derbarê miduriyeta polîsan de gilî kir
12:24 ‘Rêveberiya girtîgehê peyama 'hûn nikarin hilberînin' dide me'
11:55 DÎB: Wê li dijî zilma desthilatê têkoşîna me bidome
11:20 Îtîraza li dijî berdana Aydemîr hat redkirin
10:56 Pelosi ji nûve bû Seroka Meclîsa Nûneran
10:46 Wezareta Bazirganiyê 20 hezar 953 tl ceza li Evrenselê birî
10:27 Li Enqereyê jinek hat kuştin
10:20 Derbarê Fîkrî Saglar de lêpirsîn hat destpêkirin
09:02 Salek e agahî ji Gulistan Dokû nayê girtin
09:02 Esnafên Beyoglûyê: Çavê xwe vekin û birçîbûnê bibînin
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 39'emîn de dewam dike
09:02 Girtiyên siyasî yên Gumuşhaneyê nikarin bêhn bistînin
09:02 Dozger tevlîbûna Alaca ya daxuyaniya Bûldan sûc hesiband
09:02 Başaran: Îqtîdar li dîwarê berxwedana jinê qelibî
09:02 'Daxwazên girtiyan daxwazên me ne'
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:12 Di 3 salan de li Efrînê 674 sivîl hatin kuştin
03/01/2021
20:30 Hejmara miriyên vîrûsa koronayê derket 21 hezar û 488 kesan
16:27 Cenazeyê jina winda hat dîtin
14:06 Li Rihayê ciwanê winda mirî hat dîtin
12:50 Dikanderên ceyran û ava wan hatin birîn: Cihekê em biçînê tuneye
12:17 Çalakiya Mexmûriyan a li dijî tecrîdê didome
11:43 Hêjmara Xwebûn a 55'an derket
10:40 Ji bo qedexeya 5 sal in li Wanê didome korona kir hincet
10:38 Midurê qeyûm şaredarî barkir mala xwe
10:08 Walîtiya Meletiyê tecawiza li dijî zaroka astengdar derewand
09:47 Li Qeyseriyê xebatkarê tenduristiyê mir
09:46 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 38'emîn de ye
09:45 Şêniyên Şengalê 33 roj in li dijî peymanê nobetê digirin
09:11 Esnaf îflas dikin
09:10 Unsal: AKP'ê bi salan peywir neda jinên sergirtî
09:09 ‘Ocalan azad bibe dê aştî çêbe û zarokên me nemirin'
09:08 CÎSST: Di pandemiyê de xetereya greva birçîbûnê du qat zêdetir e
09:05 Muhsîn Osman: A girîng ne mezinbûna dijmin e, yekîtiya me ye
09:04 Qeyûmê Îdirê pereyên şaredariyê ji bo eskeriyê xerç dike
09:02 Sê hevrêyên berxwedêr: Sêvê, Pakîze û Fatma
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2021'AN
02/01/2021
21:03 Daxuyaniya Şaredariya Artûklûyê ya derbarê tabeleyan de
19:13 202 kes mirin, 11 hezar û 180 kes jî pê ketin
17:13 Di teqîna Serêkaniyê de 5 kes mirin
17:05 Dijminantiya AKP'ê ya li dijî zimanê kurdî: Tîpên X,W û Q ji lewheyan bir
16:42 Daxuyaniya qeyûm a têkildarî karkerên ji kar avêtin: Karkerên demsalî bûn
15:59 Di teqîna li Hesekê de 2 kes mirin
15:42 KCDP: Di 2020'an de 300 jin hatin kuştin 171 jin jî mirî hatin dîtin
15:34 Di Rûniştina F de hat xwestin ku girtî Kadriye bê berdan
14:51 'Demildest Koyuncu serbest berdin
13:39 Dayikên Şemiyê: Bila sala 2021'an bibe sala dîtina windayan
13:33 Li Somaliyê êrîşê eskerên Tirk kirin
13:13 Komîsyonên Edaletê yên Gulistan Dokû rapora salekê belav kir
12:43 Înîsiyatifa Ji Girtiyan re Azadî: Girtiyê nexweş Fîlîz berdin
11:52 Qeyûmê Qersê navên ‘mor’ guhert!
11:42 Kurê Kaya yê 85 salî: Em ne taloqkirinê, beraeta wî dixwazin
11:32 Berdevka HDP’ê Gunay: Ji bo çûyîna îqtîdarê roj tên jimartin
11:10 Cendirmeyan 26 sal berê Tekîn winda kirin
10:41 Du kesan ji ber dûmana sobê jiyana xwe ji dest dan
10:41 3 ciwan li Enqereyê mirî hatin dîtin
10:17 Yuksekdag: Dê 2021'an bibe sala gelan û ciwanan
10:07 Polîsan astengî ji nexweşa atiyê re derxist!
09:38 Hêjmara 10'emîn a Zrîngê di sala nû de li benda we ye
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 37'emîn de didome
09:12 Li eskeriyê îşkence: Cixare li ser canê wî tefandin
09:11 Li sînor guleyên ku dipengizin hemû li kurdan dikevin!
09:11 Qeyûm dê bi pereyê şaredariyê karê şaredariyên AKP'î bike
09:10 Li girtiyên ku binpêkirinên mafan protesto kirin, ceza birîn
09:10 ‘Naveroka tayinkirina qanûna qeyûman wekî navê xwe ne xêrxwaz e'
09:09 'Divê berteka civakî bê bilindkirin'
09:08 Li Geverê dengê komekê olan dide: Koma Dengda
09:08 Gursucû: Peymana Parîsê ne çareseriya avhewayê ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2021'AN
01/01/2021
20:09 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 21 hezar û 93
16:11 Walîtiya Colemêrgê: Di êrîşa hişyariyê de birîndar bû
14:52 Jinan binçavkirina Buse Uçer şermezar kirin
14:07 El-Ebid: Tirkiyê armanc dike ku Kerkûk û Mûsilê kontrol bike
13:31 Cenazeyê dayika 4 zarokan li nava kuçeyê hat dîtin
13:19 Vaye lîsteya pirtûkên kurdî yên di 2020'an de hatine çapkirin
12:22 Hejmara nû ya Newaya Jinê derket
12:15 Qeyûm 84 karker ji kar avêtin
11:47 Jinên çalakger: Bila tu kes rehet li paldanka xwe rûnenên
11:20 'Em amadene li dijî tecrîdê her bedelî bidin’
11:16 Li Edeneyê 3 welatî hatin girtin
10:58 Uçer a bertek nîşanî qetilkirina jinan da hat binçavkirin