NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 212 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan û testa 12 hezar û 203 kesên din jî pozîtîf derket.
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên hatine parvekirin li Tirkiyeyê îro 212 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan û 12 hezar û 203 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin. Her wiha hejmara kesên ku heya niha ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane jî bû 21 hezar û 93 û hejmara kesên heya niha testa wan pozîtîf derketiye jî bû 2 milyon û 220 hezar û 855.