AMED - Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dê mal û milkên şaredariyê ji bo şaredariyên AKP'î ya Samosad û Çêrmûgê xerc bike.
Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dê bi pereyê şaredariyê ji bo Şaredariya Navçeya Samosad a Semsûrê ya AKP'î "Karê Çêkirina Eywana Dawet û Konferansê" û ji bo Şaredariya Navçeya Çêrmûg a Amedê ya AKP'î jî "Karê Çêkirina Avahiya Xizmetê û Çêkirina Çarşî Kolan û Kuçeyan" çêbike.
ŞAREDARITA SAMOSADÊ
Şaredarê Şaredariya Samosad a AKP'î ji bo Eywana Dawet û Konferansê çêbike, nivîsek ji Serokatiya Karên Fenê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê re şand. Meclîsa şaredariyê ya ku ji karmendan û pêk tê jî di 18'ê Kanûna 2020'an de ji bo vê daxwazê li hev kom bû.
Di civîna meclîsê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de, daxwaza Şaredariya Samosadê hat qebûlkirin.
ŞAREDARIYA ÇÊRMÛGÊ
Her wiha Şaredariya Çêrmûgê ya AKP'î jî ji bo çêkirina avahiya xizmetê û selihandina çarşî, kuçe û kolanan nivîsek ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê re şandin. Piştî vê nivîsê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin di 16'ê Kanûna 2020'an de li hev kom bû û bi yek dengî daxwaza Şaredariya Çêrmûgê ya AKP'î qebûl kir.
MIZRAKLI DEYNÊN QEYÛM AŞKERE KIRIBÛ
Derbarê maliyeta çêkirina kar û barên Şaredariya Samosad û Şaredariya Çêrmûgê de agahî bi dest nekirin. Lê belê Hevşaredar Selçûk Mizrakli gava ku di 31'ê Adara 2019'an de hatibû hilbijartin, ragihandibû ku qeyûm di du sal û nîvan de 759 milyona TL deyn xistiye stuyê Şaredariya Bajarê Mezin ku di Mijdara 2016'an de deynê wê tune bû.
MA / Cahît Ozbek