AMED - Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, derbarê 84 karkerên ji kar avêtibûn de daxuyanî da û îdîa kir ku kesên mijara gotinê ne “karkerên demsalîne.”
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku dibin rêveberiya qeyûm de ye, 84 karkerên Daîreay Tenduristiya ji kar avêtin. Ajansa me derbarê mijarê de, nûçeya bi ser navê “Qeyûm 84 karker ji kar avêtin” di rojên derbas bûyî de serwîs kiribû. Qeyûm derbarê nûçeya me de daxuyanî da.
Di daxuyaniya hat dayîn de wiha hat gotin: “Karkerên mijara gotinê ne, di çarçoveya qedexeya derxistina ji kar derxistinê ya pêvajoya pandemiyê de cih nagirin. Hin dezgehên medyayê, nûçeya bi ser navê ‘Qeyûm 84 karker ji kar derxistin’ serwîs kirin. Ev îdîa ne raste. Kesên ji kar hatin derxistin, karkerên demsalî bûn. Ev karker di çarçoveya Qanûna Kar a Hejmara 4857’an de, di karên dermankirina bajarê me de, ji bo demekê dixebitîn. Ji ber ku demê kar ê van karkeran tije bûn, ji ber wê ji kar hatin derxistin.
BI TELEFONÊ DAWÎ LI KARÊ WAN ANÎN
Derbarê van îdîayên qeyûm de, me hevdîtin bi karkerên ji kar hatibûn avêtin re kir û wiha jî ev agahî dan: “Ji 9 mehan zêdetire ku em di şaredariyê de, dixebitin. Dema ku Selçûk Mizrakli yê HDP’î di hilbijartina herêmî ya sala2019’an de bi ser ket, me dest bi kar kir. Dema ku em ji kar derxistin, belgeyek nivîskî jî, ji bo me ne şandin. Bi telefonê li me geriyan û bi devkî gotin hûn ji kar hatine derxistin.”