MÊRDÎN - Şaredariya Artûklûyê ya AKP'î, derbarê tabelayên navên gundan ên bi kurdî de daxuyanî da. Şaredariya AKP'î, di navên gundan de tîpên X,W û Q'yê bi kar neanîbû û ev yek bûbû cihê bertekên mezin.
Şaredariya Artûklû ya Mêrdînê ya AKP'î, di tabeleyên navên gundan li ser de tîpên X, W û Q bi kar neanîbû. Ev yek bûbû cihê bertekên mezin. Piştî van bertekan şaredariyê li ser hesabê xwe yê medyaya cvivakiyî daxuyanî da û got: "Heger di tabelayên me de şaşî hebin, em ê wan rast bikin."