Di 3 salan de li Efrînê 674 sivîl hatin kuştin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê diyar kir ku ji sala 2018’an heta niha 674 sivîl hatine kuştin û 7343 sivîl jî hatine revandin.
 
Rêxistina Mafên Mirovan a Efîrnê bi daxuyaniyekê bilançoya sûcên TSK û OSO li dijî şêniyên kantona Efrînê ji destpêka dagirkirina bajêr ve, eşkere kir.  Rêxistinê daxuyanî li pêşiya navenda xwe ya li kampa Serdema ya kantona Şehbayê, da û tê de eşkere kir ku piştî koçberkirina zêdetirî 300 hezar kes ji şêniyên Efrînê yên resen, 400 hezar kesên ji herêmên şer ên Sûriyeyê li gund û navçeyên Efrînê hatin bicihkirin.
 
NAVÊ QADAN GUHERTIN
 
Rêxistinê bal kişand ser demografiya Efrînê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve hat guhertin bi rêya guhertina navên gundan, cihên sereke li bajêr, kir. Rêxistinê diyar kir ku navê Qada “Azadî” veguheriya Qada Ataturk, çerxerêya “Newroz” bûye çerxerêya Selaheddîn, çerxerêya Wetenî bûye çerxerêya 18`ê Adarê û çerxerêya Kawayê Hesnikar jî bûye çerxerêya Çiqila Zeytûnê.
 
Rêxistinê wiha domand: “Di çarçoveya guhertina navên gundan de, dagirkeriya Tirk navê gundê Qestel Miqdad veguherand Silcûq Obasî, gundê Kotana veguherand Zafir Obasî û gundê Kurzêlê veguherand Cefer Obasî.”
Rêxistinê anî ziman ku di çarçoveya guhartina demografiyê de, dagirkeriya Tirk şêniyên Sûriyeyê neçar kirine ku nasnameyên Tirkî derbixin.
 
Rêxistina Mafên Mirovan teqez kir ku di nava sê salên ji dagirkeriyê, 7 hezar û 343 sivîl hatin revandin û çarenûsa piraniya wan hîna ne diyar e, her wiha sivîlên Kurd jî her tim têne revandin û li hemberî berdana wan, pere dixwazin.
 
DI 3 SALAN DE 82 KES BI ÊŞKENCEYÊ HATIN KUŞTIN
 
Rêxistinê destnîşan kir ku di nava sê salan de, 604 sivîl hatin kuştin, ji wan 498 sivîl bi topbarana dagirkeriya Tirk û çeteyên wê hatin kuştin û 82 kes jî di bin êşkenceyê de hatin kuştin.
 
Rêxistinê diyar kir ku 70 jin hatin kuştin, ji wan 5 bûyerên xwekuştin û 68 jin jî destdirêjî li ser wan hate kirin.
 
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê bilêv kir ku 696 sivîl jî di encama topbarana hêzên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê birîndar bûn, ji wan 303 zarok in û 213 jî jin birîndar bûn. Di heman demê de, ji ber mayîn û erebeyên teqemeniyê jî 207 kes birîndar bûn.
 
BI SED HEZARAN DARÊN ZEYTÛNAN HATIN BIRÎN
 
Rêxistinê piştrast kir ku zêdetirî 314 hezar û 400 darên zeytûnê û darên din da ku bazirganiya êzingan pê bikin, hatin birîn û zêdetirî 11 hezar darên zeytûnê û darên din û 11 hêktar ji erdên çandinyê hatin şewtandin.
 
Der barê cihên dîrokî rêxistinê gorî Midûriyeta Şûnwarî ya Efrînê diyar kir ku li herêma Efrînê zêdetirî 75 girên dîrokî hene, her wiha dagirkeriya Tirk û çeteyên wê hemû girên şûnwarî kolandine.
 
Rêxistinê ku agahiyê xwe dispêre Midûriyeta Şûnwarî ya Efrînê ragihand ku zêdetirî 28 cihên dîrokî û depo, 15 cihên olî hatin wêrankirin. Li aliyekî din gelek goristan hatin rûxandin û li şûnê sûka dewaran vekirin.
 
Rêxistinê piştrast kir ku dagirkeriya Tirk xeta tirênê ya navbera Meydan Ekbes a li navçeya Reco û El-Mare ya li navçeya Kefer Cenê û Qetmê ya li navçeya Şera vekir û firotin bazirganên Ezazê.
 
BÎLANÇOYA 2020'AN
 
Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriyeyê bîlançoya sûcan di sala 2020'an de eşkere kir û piştrast kir ku 58 kes di nav de 8 jin hatine kuştin û 987 kes di nav de 92 jin hatine revandin.
 
Li gorî rêxistinê, 50 cihên dîrokî hatin talankirin û wêrankirin. Her wiha di encama vekirina rêya navbera navçeya Cindirêsê û Hatay zêdetirî 72 hezar darên zeytûnan hatin birîn û bi hezaran jî hatin hilkirin.
 
Li gorî rêxistinê, nêzî 250 mal hatin desteserkirin û 39 teqîn pêk hatin di encamê de zêdetirî 170 kesî birîndar bûn û hatin kuştin.
 
Rêxistinê di daxuyaniya xwe de bang li rêxistinên navnetewî yên hiqûqî û mirovahî, di serî rêxistinên Neteweyî Yekbûyî, Rêxistina Mafên Mirovan, UNICEF û UNESCO kirin ku erka xwe ya exlaqî û mirovahî bi cih bînin.
 
Her wiha rêxistinê bang li wan kir ku zext li Tirkiyeyê bike da ku hemû hêzên xwe ji axa Sûriyeyê vekşîne û rê li ber koçberan re vekin da ku vegerin malên xwe. Her wiha bang lu rêxistinên hiqûqî û mirovahî û dezgehên çapemeniyê kir ku bikevin herêma Efrîn û sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li dijî sivîlan belge bikin.

Sernavên din

05/01/2021
09:09 Girtiyê îdamê yê berê: Em deng bidin greva birçîbûnê
09:09 Xelk ji ber bihabûnê bi gazinc e û bêzar bûye
09:09 Prz. Aslan: Kesên di greva birçîbûnê de pêkanîna qanûnan dixwazin
09:09 Rêvebera TAJÊ Şengalî xwest Asayîşa Êzîdxan bê naskirin
09:09 Jinên Ciwan: Em ê dengê Leyla Guven li kolanan bilind bikin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:36 Nûçegihanê me Mehmet Aslan hat binçavkirin
04/01/2021
19:58 197 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
18:23 Meclisa Tenduristiyê ya KCD'ê rapora kanûnê aşkere kir
17:14 Di doza Pinar Gultekîn de daxwaza reda dadgerî hat kirin
15:55 Wê Assange lê Amerîkayê neyê vegerandin
15:26 Xwendekarên Bogazîçiyê avahiya rektoriyê mohr kirin
14:45 Demîr, Nayir û Ûyar li Silopiya hatin bibîranîn
14:32 HDP: Em bi barîna zaman re ketin sala nû
14:04 DGF: Di 2020'an de 24 rojnameger hatin girtin
13:25 Çeteleya tundiyê ya 2020'an a Jin Newsê: Herî kêm 332 jin hatin qetilkirin
13:16 Polîsan destûr nedan encumenên şaredariyê têkevin şaredariyê
12:54 Raporek bendewariya ciwanên kurd hat parvekirin
12:49 Wekîla HDP’ê derbarê miduriyeta polîsan de gilî kir
12:24 ‘Rêveberiya girtîgehê peyama 'hûn nikarin hilberînin' dide me'
11:55 DÎB: Wê li dijî zilma desthilatê têkoşîna me bidome
11:20 Îtîraza li dijî berdana Aydemîr hat redkirin
10:56 Pelosi ji nûve bû Seroka Meclîsa Nûneran
10:46 Wezareta Bazirganiyê 20 hezar 953 tl ceza li Evrenselê birî
10:27 Li Enqereyê jinek hat kuştin
10:20 Derbarê Fîkrî Saglar de lêpirsîn hat destpêkirin
09:02 Salek e agahî ji Gulistan Dokû nayê girtin
09:02 Esnafên Beyoglûyê: Çavê xwe vekin û birçîbûnê bibînin
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 39'emîn de dewam dike
09:02 Girtiyên siyasî yên Gumuşhaneyê nikarin bêhn bistînin
09:02 Dozger tevlîbûna Alaca ya daxuyaniya Bûldan sûc hesiband
09:02 Başaran: Îqtîdar li dîwarê berxwedana jinê qelibî
09:02 'Daxwazên girtiyan daxwazên me ne'
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:12 Di 3 salan de li Efrînê 674 sivîl hatin kuştin
03/01/2021
20:30 Hejmara miriyên vîrûsa koronayê derket 21 hezar û 488 kesan
16:27 Cenazeyê jina winda hat dîtin
14:06 Li Rihayê ciwanê winda mirî hat dîtin
12:50 Dikanderên ceyran û ava wan hatin birîn: Cihekê em biçînê tuneye
12:17 Çalakiya Mexmûriyan a li dijî tecrîdê didome
11:43 Hêjmara Xwebûn a 55'an derket
10:40 Ji bo qedexeya 5 sal in li Wanê didome korona kir hincet
10:38 Midurê qeyûm şaredarî barkir mala xwe
10:08 Walîtiya Meletiyê tecawiza li dijî zaroka astengdar derewand
09:47 Li Qeyseriyê xebatkarê tenduristiyê mir
09:46 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 38'emîn de ye
09:45 Şêniyên Şengalê 33 roj in li dijî peymanê nobetê digirin
09:11 Esnaf îflas dikin
09:10 Unsal: AKP'ê bi salan peywir neda jinên sergirtî
09:09 ‘Ocalan azad bibe dê aştî çêbe û zarokên me nemirin'
09:08 CÎSST: Di pandemiyê de xetereya greva birçîbûnê du qat zêdetir e
09:05 Muhsîn Osman: A girîng ne mezinbûna dijmin e, yekîtiya me ye
09:04 Qeyûmê Îdirê pereyên şaredariyê ji bo eskeriyê xerç dike
09:02 Sê hevrêyên berxwedêr: Sêvê, Pakîze û Fatma
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2021'AN
02/01/2021
21:03 Daxuyaniya Şaredariya Artûklûyê ya derbarê tabeleyan de
19:13 202 kes mirin, 11 hezar û 180 kes jî pê ketin
17:13 Di teqîna Serêkaniyê de 5 kes mirin
17:05 Dijminantiya AKP'ê ya li dijî zimanê kurdî: Tîpên X,W û Q ji lewheyan bir
16:42 Daxuyaniya qeyûm a têkildarî karkerên ji kar avêtin: Karkerên demsalî bûn
15:59 Di teqîna li Hesekê de 2 kes mirin
15:42 KCDP: Di 2020'an de 300 jin hatin kuştin 171 jin jî mirî hatin dîtin
15:34 Di Rûniştina F de hat xwestin ku girtî Kadriye bê berdan
14:51 'Demildest Koyuncu serbest berdin
13:39 Dayikên Şemiyê: Bila sala 2021'an bibe sala dîtina windayan
13:33 Li Somaliyê êrîşê eskerên Tirk kirin
13:13 Komîsyonên Edaletê yên Gulistan Dokû rapora salekê belav kir
12:43 Înîsiyatifa Ji Girtiyan re Azadî: Girtiyê nexweş Fîlîz berdin
11:52 Qeyûmê Qersê navên ‘mor’ guhert!
11:42 Kurê Kaya yê 85 salî: Em ne taloqkirinê, beraeta wî dixwazin
11:32 Berdevka HDP’ê Gunay: Ji bo çûyîna îqtîdarê roj tên jimartin
11:10 Cendirmeyan 26 sal berê Tekîn winda kirin
10:41 Du kesan ji ber dûmana sobê jiyana xwe ji dest dan
10:41 3 ciwan li Enqereyê mirî hatin dîtin
10:17 Yuksekdag: Dê 2021'an bibe sala gelan û ciwanan
10:07 Polîsan astengî ji nexweşa atiyê re derxist!
09:38 Hêjmara 10'emîn a Zrîngê di sala nû de li benda we ye
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 37'emîn de didome
09:12 Li eskeriyê îşkence: Cixare li ser canê wî tefandin
09:11 Li sînor guleyên ku dipengizin hemû li kurdan dikevin!
09:11 Qeyûm dê bi pereyê şaredariyê karê şaredariyên AKP'î bike
09:10 Li girtiyên ku binpêkirinên mafan protesto kirin, ceza birîn
09:10 ‘Naveroka tayinkirina qanûna qeyûman wekî navê xwe ne xêrxwaz e'
09:09 'Divê berteka civakî bê bilindkirin'
09:08 Li Geverê dengê komekê olan dide: Koma Dengda
09:08 Gursucû: Peymana Parîsê ne çareseriya avhewayê ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2021'AN
01/01/2021
20:09 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 21 hezar û 93
16:11 Walîtiya Colemêrgê: Di êrîşa hişyariyê de birîndar bû
14:52 Jinan binçavkirina Buse Uçer şermezar kirin
14:07 El-Ebid: Tirkiyê armanc dike ku Kerkûk û Mûsilê kontrol bike
13:31 Cenazeyê dayika 4 zarokan li nava kuçeyê hat dîtin
13:19 Vaye lîsteya pirtûkên kurdî yên di 2020'an de hatine çapkirin
12:22 Hejmara nû ya Newaya Jinê derket
12:15 Qeyûm 84 karker ji kar avêtin
11:47 Jinên çalakger: Bila tu kes rehet li paldanka xwe rûnenên
11:20 'Em amadene li dijî tecrîdê her bedelî bidin’
11:16 Li Edeneyê 3 welatî hatin girtin
10:58 Uçer a bertek nîşanî qetilkirina jinan da hat binçavkirin
10:33 Berteka kuçeyê ya li dijî bihayê asgarî: Ji Qesrê re heye ji me re tuneye