Başaran: Îqtîdar li dîwarê berxwedana jinê qelibî

img

STENBOL - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, anî ziman ku îqtidarê ji serê salê heta binê salê şewba vîrûsê ji bo xwe kir mertal û jinên salwext li qadan li ber xwe dan kir hedefa xwe. Başaran, destnîşan kir ku îqtîdar li diwarê têkoşîna aştiyê yê ku jinan li dijî şer ava kiribûn qelibî.

Di sala 2020'an de îqtîdarê herî zêde jin kirin hedef. Li dijî êrîş û zextên îqtîdarê jî herî zêde jin daketin qadan û li ber xwe dan. Jinan ji bo mafê xwe biparêzin kampanya dan destpêkirin û li gelek bajaran bi çalakî û daxuyaniyan bertek, nerazibûn û daxwazên xwe anîn ziman. Îqtîdarê di nava salê de xwest Peymana Îstanbul  betal bike. Lê ji ber bertekên jinan zêde bû, peyman rawestandin. Li gorî raporan di sala 2020'an de 300 jin bi destê mêr hatin kuştin. 170 jin jî bi awayekî guman mirî hatin dîtin. Bi sedan jinên siyasetmedar hatin girtin. Herî dawî Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ceza kirin û şandin girtîgehê. Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, anî ziman ku tevî hemû êrîşên îqtîdarê, jinan her tim ala berxwedanê bilind kir û danexist xwarê. 
 
ÎQTÎDARÊ ŞEWB JI BO XWE KIR FIRSEND
 
Başaran, destnîşan kir ku îqtîdarê şewba vîrûsa Covît-19 ji bo xwe kir firsend û mertal û wiha got: "Di çarçoveya tedbîrên hatin girtin de banga 'Li malê bimîne' kirin. Lê ji bo jinan cihê ewle ava nekirin. Di nava salê de jin li malê bi tundiya zilam re rû bi rû man. Dîsa îqtîdar xwest Peymana Îstanbul betal bikin û destkeftiyên jinan ji destê wan bigirin. Bi vê yekê xwest rê li pêşiya tundiyê vekin. Vîna jinan nehesibandin. Bi hinceta şewbê zagona înfazê di meclîsê re derbas kirin. Xwestin jinên xweparastinê dikin ji vê zagonê sûdê negirin. Şewb kirin firsend û qatilê jinan serbest berdan. Îqtîdarê bi berdana kujeran dîsa rê li pêş kuştinên nû yên jinan vekir. Mêrên hatin berdan dîsa gelek sûcên din kirin." 
 
SAZÎ Û RÊXISTINÊN JINAN GIRTIN
 
Başaran, da zanîn ku piştî qeyûm tayînî şaredariyan kir, qeyûm ewil sazî û rêxistinên jinan girtin û wiha berdewam kir: "Qeyûm hem ji bo demokrasiyê û hem ji bo jinan darbeyek pir mezin bû. Ji ber ku qeyûman saziyên jinan girtin. Jin bê vîn û bê tesîr hiştin. Mêr anîn ser saziyên jinan. Hemû jinên piştgiriyê didin jinan girtin û pasif kirin. Îqtîdarê destkeftiyên jinan kir hedef. 
 
ZEXTAN NEKARÎ JINAN TÊK BIBE
 
Başaran, destnişan kir ku li ruxmê hemû zext û tundiya mêr û îqtîdarê jin têk neçûn û wiha lê zêde kir: "Di sala 2020'an de heqîqetek hebû. Jinan li ber xwe dan û têkoşiyan. Tevgera Jinan a Tirkiyeyê di dîrokê de herî zêde îsal têkoşîna kolektîf pêş xist. Ji ber têkoşîna jinan a kolektif, îqtîdarê bê navber jin kir hedef. Di dawisa salê de jî Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku hemû jiyana xwe ji bo  têkoşîna jinê feda kiriye girtin û şandin girtîgehê. Lê dema Birêz Guven girtin jî, Guven peyama "Çi li derve çi li hundir emê têkoşîna xwe berdewam bikin" da. Em jî dê li her qadê ji bo parastina nasname, beden û hemû destkeftiyên xwe li dijî hemû êrîşan têbikoşin. 
 
ÎQTÎDAR LI DÎWARÊ BERXWEDANÊ QELIBÎ
 
Başaran, bal kişand ser diwarê berxwedana jinan û wiha pêde çû: "Îqtîdar li dijî berxwedana jinan bê çare ma. Ji ber wê li aliyekî tevgera jina kurd kir hedefa xwe. Li aliyê din jî xwest tevgera Jinên Tirkiye marjinal bike. Lê îqtîdar di polîtikayên xwe de bi ser neket. Îqtîdar li dijî berxwedana jinê bêçare ma. Li dîwarê berwedanê yê jinê qelibî. Îqtîdara ku ji vîdîwarî tirsiya bêtir êrîşî jinan kir. 
 
SALA 2021'AN DÊ BIBE SALA BERXWEDANÊ
 
Başaran, bal kişand ser sala 2021'an û wiha got: "Sala 2021'an dê li dijî tundiya mêr bibe sala berxwedanê. Em bi mîrateya xwe ya dîrokî hene. Jinan bi bedelên mezin ev destkeftî bi dest xistin. Hebûna me ya di nava partiyên siyasî de, pergala hevserokatiyê û nûnertiya wekhev a jin û mêr ne lutfufa mêr û dewletê ye. Encama têkoşîna jinê ye. Em carek din diyar dikin ku jin dê di vê têkoşînê de gavan paşve navêje. Serhildan û raperîna jinan her ku diçe mezin dibe. Pergala Azadiya Jinê di heman demê de ji bo pergla kapitalizmê hilweşîne ji bo gelên cîhanê dibe rêyên alternatîf. Jin li dijî siyaseta şer, rêyê siyaseta aştiyê vedike. Ez bawer dikim ku li Kurdistan, Tirkiye û cihanê piştevaniya jinan a enternasyonal dê pergala kapitalist hilweşine. Em bawer dikin ku dê sala 2021’an bibe sala jinên cîhanê. Ji ber vê yekê divê em zanibin ku em alternatif in. Divê em pîvan û pergala xwe ava bikin. Em li dijî siyaseta perçekirinê bibin yek, em dikarin holek jîndar ava bikin. Ji ber vê yekê divê em bêtir bi destê hev bigirin û têkoşîna hevpar xurt bikin." 
 
MA / Berfin Karaman 
 

Sernavên din

05/01/2021
09:09 Girtiyê îdamê yê berê: Em deng bidin greva birçîbûnê
09:09 Xelk ji ber bihabûnê bi gazinc e û bêzar bûye
09:09 Prz. Aslan: Kesên di greva birçîbûnê de pêkanîna qanûnan dixwazin
09:09 Rêvebera TAJÊ Şengalî xwest Asayîşa Êzîdxan bê naskirin
09:09 Jinên Ciwan: Em ê dengê Leyla Guven li kolanan bilind bikin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:36 Nûçegihanê me Mehmet Aslan hat binçavkirin
04/01/2021
19:58 197 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
18:23 Meclisa Tenduristiyê ya KCD'ê rapora kanûnê aşkere kir
17:14 Di doza Pinar Gultekîn de daxwaza reda dadgerî hat kirin
15:55 Wê Assange lê Amerîkayê neyê vegerandin
15:26 Xwendekarên Bogazîçiyê avahiya rektoriyê mohr kirin
14:45 Demîr, Nayir û Ûyar li Silopiya hatin bibîranîn
14:32 HDP: Em bi barîna zaman re ketin sala nû
14:04 DGF: Di 2020'an de 24 rojnameger hatin girtin
13:25 Çeteleya tundiyê ya 2020'an a Jin Newsê: Herî kêm 332 jin hatin qetilkirin
13:16 Polîsan destûr nedan encumenên şaredariyê têkevin şaredariyê
12:54 Raporek bendewariya ciwanên kurd hat parvekirin
12:49 Wekîla HDP’ê derbarê miduriyeta polîsan de gilî kir
12:24 ‘Rêveberiya girtîgehê peyama 'hûn nikarin hilberînin' dide me'
11:55 DÎB: Wê li dijî zilma desthilatê têkoşîna me bidome
11:20 Îtîraza li dijî berdana Aydemîr hat redkirin
10:56 Pelosi ji nûve bû Seroka Meclîsa Nûneran
10:46 Wezareta Bazirganiyê 20 hezar 953 tl ceza li Evrenselê birî
10:27 Li Enqereyê jinek hat kuştin
10:20 Derbarê Fîkrî Saglar de lêpirsîn hat destpêkirin
09:02 Salek e agahî ji Gulistan Dokû nayê girtin
09:02 Esnafên Beyoglûyê: Çavê xwe vekin û birçîbûnê bibînin
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 39'emîn de dewam dike
09:02 Girtiyên siyasî yên Gumuşhaneyê nikarin bêhn bistînin
09:02 Dozger tevlîbûna Alaca ya daxuyaniya Bûldan sûc hesiband
09:02 Başaran: Îqtîdar li dîwarê berxwedana jinê qelibî
09:02 'Daxwazên girtiyan daxwazên me ne'
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:12 Di 3 salan de li Efrînê 674 sivîl hatin kuştin
03/01/2021
20:30 Hejmara miriyên vîrûsa koronayê derket 21 hezar û 488 kesan
16:27 Cenazeyê jina winda hat dîtin
14:06 Li Rihayê ciwanê winda mirî hat dîtin
12:50 Dikanderên ceyran û ava wan hatin birîn: Cihekê em biçînê tuneye
12:17 Çalakiya Mexmûriyan a li dijî tecrîdê didome
11:43 Hêjmara Xwebûn a 55'an derket
10:40 Ji bo qedexeya 5 sal in li Wanê didome korona kir hincet
10:38 Midurê qeyûm şaredarî barkir mala xwe
10:08 Walîtiya Meletiyê tecawiza li dijî zaroka astengdar derewand
09:47 Li Qeyseriyê xebatkarê tenduristiyê mir
09:46 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 38'emîn de ye
09:45 Şêniyên Şengalê 33 roj in li dijî peymanê nobetê digirin
09:11 Esnaf îflas dikin
09:10 Unsal: AKP'ê bi salan peywir neda jinên sergirtî
09:09 ‘Ocalan azad bibe dê aştî çêbe û zarokên me nemirin'
09:08 CÎSST: Di pandemiyê de xetereya greva birçîbûnê du qat zêdetir e
09:05 Muhsîn Osman: A girîng ne mezinbûna dijmin e, yekîtiya me ye
09:04 Qeyûmê Îdirê pereyên şaredariyê ji bo eskeriyê xerç dike
09:02 Sê hevrêyên berxwedêr: Sêvê, Pakîze û Fatma
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2021'AN
02/01/2021
21:03 Daxuyaniya Şaredariya Artûklûyê ya derbarê tabeleyan de
19:13 202 kes mirin, 11 hezar û 180 kes jî pê ketin
17:13 Di teqîna Serêkaniyê de 5 kes mirin
17:05 Dijminantiya AKP'ê ya li dijî zimanê kurdî: Tîpên X,W û Q ji lewheyan bir
16:42 Daxuyaniya qeyûm a têkildarî karkerên ji kar avêtin: Karkerên demsalî bûn
15:59 Di teqîna li Hesekê de 2 kes mirin
15:42 KCDP: Di 2020'an de 300 jin hatin kuştin 171 jin jî mirî hatin dîtin
15:34 Di Rûniştina F de hat xwestin ku girtî Kadriye bê berdan
14:51 'Demildest Koyuncu serbest berdin
13:39 Dayikên Şemiyê: Bila sala 2021'an bibe sala dîtina windayan
13:33 Li Somaliyê êrîşê eskerên Tirk kirin
13:13 Komîsyonên Edaletê yên Gulistan Dokû rapora salekê belav kir
12:43 Înîsiyatifa Ji Girtiyan re Azadî: Girtiyê nexweş Fîlîz berdin
11:52 Qeyûmê Qersê navên ‘mor’ guhert!
11:42 Kurê Kaya yê 85 salî: Em ne taloqkirinê, beraeta wî dixwazin
11:32 Berdevka HDP’ê Gunay: Ji bo çûyîna îqtîdarê roj tên jimartin
11:10 Cendirmeyan 26 sal berê Tekîn winda kirin
10:41 Du kesan ji ber dûmana sobê jiyana xwe ji dest dan
10:41 3 ciwan li Enqereyê mirî hatin dîtin
10:17 Yuksekdag: Dê 2021'an bibe sala gelan û ciwanan
10:07 Polîsan astengî ji nexweşa atiyê re derxist!
09:38 Hêjmara 10'emîn a Zrîngê di sala nû de li benda we ye
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 37'emîn de didome
09:12 Li eskeriyê îşkence: Cixare li ser canê wî tefandin
09:11 Li sînor guleyên ku dipengizin hemû li kurdan dikevin!
09:11 Qeyûm dê bi pereyê şaredariyê karê şaredariyên AKP'î bike
09:10 Li girtiyên ku binpêkirinên mafan protesto kirin, ceza birîn
09:10 ‘Naveroka tayinkirina qanûna qeyûman wekî navê xwe ne xêrxwaz e'
09:09 'Divê berteka civakî bê bilindkirin'
09:08 Li Geverê dengê komekê olan dide: Koma Dengda
09:08 Gursucû: Peymana Parîsê ne çareseriya avhewayê ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2021'AN
01/01/2021
20:09 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 21 hezar û 93
16:11 Walîtiya Colemêrgê: Di êrîşa hişyariyê de birîndar bû
14:52 Jinan binçavkirina Buse Uçer şermezar kirin
14:07 El-Ebid: Tirkiyê armanc dike ku Kerkûk û Mûsilê kontrol bike
13:31 Cenazeyê dayika 4 zarokan li nava kuçeyê hat dîtin
13:19 Vaye lîsteya pirtûkên kurdî yên di 2020'an de hatine çapkirin
12:22 Hejmara nû ya Newaya Jinê derket
12:15 Qeyûm 84 karker ji kar avêtin
11:47 Jinên çalakger: Bila tu kes rehet li paldanka xwe rûnenên
11:20 'Em amadene li dijî tecrîdê her bedelî bidin’
11:16 Li Edeneyê 3 welatî hatin girtin
10:58 Uçer a bertek nîşanî qetilkirina jinan da hat binçavkirin
10:33 Berteka kuçeyê ya li dijî bihayê asgarî: Ji Qesrê re heye ji me re tuneye