Salek e agahî ji Gulistan Dokû nayê girtin

  • jin
  • 09:02 4 Çile 2021
  • |
img

DERSIM – Di nava salekê de di lêpirsîna Gulistan Dokû de tu pêşveçûn çênebû. Derbarê bersûcê sereke Zaynal Abarakov de tu kirarî nehat kirin. Jinan bertek nîşanî vê rewşê da û banga çalakiyên roja 5’ê çileyê kirin.

Ji 5’ê çileya 2020’an ve agahî ji Xwendekara Zanîngeha Dersimê Gulistan Dokû ya 21 salî naye girtin. Di ser windakirina Dokû re salek derbas bû. Di nav vê salê de di lêpirsîna ku ji aliye Serdozgeriya Komarê ya Dersimê ve hatibû destpêkirin de tu peşveçûn çênebû. Bersûcê sereke Zaynal Abarakov ku derbarê wî de tu kirarî nehat destpêkirin jî nehatiye girtin û berdayî ye.
 
LÊGERÎNÊN JI BO DOKÛ
 
Serdozgerî, lêpirsînê li ser ihtîmala “întîharê” kûr kir. Di vê çarçoveyê de li ser îhtîmala ku xwe ji ser Pira Dînarê avêtibe Bendava Ûzûnçayirê, di 7’ê çileya 2020’an de li bendavê xebatên lêgerîna Dokû hatin destpêkirin. Ev xebat di 6’ê tîrmeha 2020’an de hat rawestandin. Li ser daxwaza malbata Dokû, di 7’ê tebaxê de ava bendavê hat kêmkirin û careke din xebatên lêgerîna Dokû hatin destpêkirin. Ev xebat jî di 18’ê tebaxê de hatin bidawîkirin. Di 15’ê cotmehê de cara sêyemîn xebatên lêgerîna Dokû hatin destpêkirin. Tu encam ji vê xebatê jî nehat derxistin. Li ser vê yekê di 23’ê mijdarê de bi temamî xebatên lêgerîna Dokû hatin bidawîkirin.
 
ANGAŞTA ‘ÎNTÎHARÊ’ TÊK ÇÛ
 
Buroya Krîmînala Neteweyî, rapor kir ku tu tişt ji ser Pira Dînarê neketiye Bendava Ûzûnçayirê. Bi vê raporê re angaşta ‘întîharê’ jî têk çû. Derket holê ku kesên lêpirsîn li ser “întîharê” beralî dikin, zirbavê bersûc Abarakov ê polis û polisê bi navê Engîn Yuce ku paşê weke bersûc li dosyayê hat zêdekirinin. Piştre derket holê ku kesê “nameya întîharê” ya Dokû di 14’ê çileya 2020’an de bi çapameniyê re parve kiriye Engîn Yuce ye. Ji ber ku nepeniya dosyayê bin pê kiriye, di meha mijdarê de Yuce ji kar hat girtin û doza cemaweriyê lê hat vekirin. Bi daneyên ku derketin holê gumanên kuştina Dokû di nav rayagiştî de zêde bûn.
 
‘KÎ ZAYNAL DIPARÊZE?’
 
Heval Dokû ya zanîngehê Kadriye Gengeç, derbarê rewşa Dokû de axivî û ev tişt got: “Ji ber ku em nizanin li kuder e û di çi rewşê de ye, gelek xemgîn in. Dema ku em bi hevalên xwe yên din re diaxivin, tunebûna Gulistan dibe sedema valabûneke mezin. Ji destpêkê ve me digot ku Gulistan întîhar nekiriye, lê rayedaran hewl dide bi me bidin bawerkirin ku Gulistan întîhar kiriye. Dizanin ku ji Gulistan çi bûye û hewl didin Zaynal derxin paqijiyê. Herkes dizane ku herî dawî Gulistan bi Zaynal re hevdîtin kiriye. Kî ji bo çi Zaynal diparêze? Dema me gotin da zextê li me kirin. Zexta ku li me kirin heke li Zaynal kiribûna niha şopek hatibû dîtin. Her tiştê xerab ku li jinekê tê kirin dibe ku li Gulistan jî hatibe kirin. Em hemû jin di yekemîn salvegera windakirina wê de ji bo Gulistan deng derxin.”
 
‘WÊ HESAB BÊ DAYÎN’
 
Hevala Dokû Melek Aka jî ev tişt got: “Me her car got ku weke tê xwestin lêpirsîn nayê kirin. Heke roja destpêkê delîl bihatina berhevkirin û bersûc bihatina lêpirsînkirin wê aqûbeta hevala me derketine holê. Her tiştê ku divê be gotin hatiye gotin. Divê êdî rayedar bibin bersiv. Ew xwe ker dikin lê em ê xwe ker nekin. Saleke em dibêjin, ‘çi bû ji Gulistan?’ Zihniyeta baviksalarî di salekê de êşên gelek giran da jiyandin. Ji bo Gulistan û her jina ku hatiye qetilkirin wê hesab bê dayîn.”
 
‘ZAMAN KAZANILDI’
 
Endama Platforma Jinan a Dersimê Raîfe Yilmaz, diyar kir ku timik di bendavê de ji bo Gulistan legerîn hat kirin û wiha got: “Bi awayekî micid hat xwestin ku be qebûlkirin Gulistan întîhar kiriye. Weke platform di serî de me got, ‘Li her derê li Gulistan bigerin’ û bang kir ku danekirinan deynin ser Zaynal û zirbavê wî û lêkolînên pêwîst bikin. Tunekirina delîlan ji bo pêvajoyê bû dem. Tu kirariyeke qanûnî pêk nehat. Bang li hemû jinên li bajar dikim k udi 5’ê çileyê de ji bo Dokû bibin deng.”
 
‘EM BIBIN DENG’
 
Seroka Milên Jinan a CHP’ê ya Çewlikê Hatîce Ayşîn, diyar kir ku di windakirina Dokû de berpiryariya rayedaran jî heye û wiha axivî: “Di vê bûyerê de çavê herkesî li Dersimê ye. Divê jin li dijî van windakirinan dengê xwe derbixin. Ji bo Gulistan em di 5’ê çileyê de bibin deng.”
 
‘JIN WINDA NABIN TÊN WINDAKIRIN’
 
Hevseroka HDP’a Dersimê Nûrşat Yeşîl jî got ku ji serî ve lepirsîneke bibador nehatiye kirin û ev tişt anî ziman: “Jineke ciwan hatiye windakirin û derbarê aqûbeta wê de tu delîl li holê tunene. Weke jinên Dersimê me gotibû ku em ê bibin şopdarê vê lêpirsînê. Em dizanin ku li vê herêmê jin winda nabin tên windakirin. Ji ber vê yekê em ê di 5’ê çileyê de ji bo Gulistan Dokû li qadan bin. Em li bendê ne ku hemû gelê me yê hestiyar li Qada Seyît Riza bin. Em dixwazin bûyera Gulistan bi dawî bibe.”
 
VEXWENDINA KUÇEYAN
 
Endama Komîsyonên Edaletê yên ji bo Gulistan Dokû Helîn Yagmûr Ûcî, da zanîn ku heta îro jinan bi hêz û vîna xwe xeteke piştevaniyê nexşandine û wiha got: “Em careke din tînin ziman ku em ê bi tu awayî bêdeng nebin. Di salvegera yekemîn de jî em ê ne li malên xwe bin û bêdeng nemînin. Li hemû kuçeyan em ê dengê Gulistan biqîrin. Ji bo hesabpirsînê em hemû jinan vedixwînin kuçeyan.”
 
MA / Ayşe Surme

Sernavên din

05/01/2021
09:09 Girtiyê îdamê yê berê: Em deng bidin greva birçîbûnê
09:09 Xelk ji ber bihabûnê bi gazinc e û bêzar bûye
09:09 Prz. Aslan: Kesên di greva birçîbûnê de pêkanîna qanûnan dixwazin
09:09 Rêvebera TAJÊ Şengalî xwest Asayîşa Êzîdxan bê naskirin
09:09 Jinên Ciwan: Em ê dengê Leyla Guven li kolanan bilind bikin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:36 Nûçegihanê me Mehmet Aslan hat binçavkirin
04/01/2021
19:58 197 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
18:23 Meclisa Tenduristiyê ya KCD'ê rapora kanûnê aşkere kir
17:14 Di doza Pinar Gultekîn de daxwaza reda dadgerî hat kirin
15:55 Wê Assange lê Amerîkayê neyê vegerandin
15:26 Xwendekarên Bogazîçiyê avahiya rektoriyê mohr kirin
14:45 Demîr, Nayir û Ûyar li Silopiya hatin bibîranîn
14:32 HDP: Em bi barîna zaman re ketin sala nû
14:04 DGF: Di 2020'an de 24 rojnameger hatin girtin
13:25 Çeteleya tundiyê ya 2020'an a Jin Newsê: Herî kêm 332 jin hatin qetilkirin
13:16 Polîsan destûr nedan encumenên şaredariyê têkevin şaredariyê
12:54 Raporek bendewariya ciwanên kurd hat parvekirin
12:49 Wekîla HDP’ê derbarê miduriyeta polîsan de gilî kir
12:24 ‘Rêveberiya girtîgehê peyama 'hûn nikarin hilberînin' dide me'
11:55 DÎB: Wê li dijî zilma desthilatê têkoşîna me bidome
11:20 Îtîraza li dijî berdana Aydemîr hat redkirin
10:56 Pelosi ji nûve bû Seroka Meclîsa Nûneran
10:46 Wezareta Bazirganiyê 20 hezar 953 tl ceza li Evrenselê birî
10:27 Li Enqereyê jinek hat kuştin
10:20 Derbarê Fîkrî Saglar de lêpirsîn hat destpêkirin
09:02 Salek e agahî ji Gulistan Dokû nayê girtin
09:02 Esnafên Beyoglûyê: Çavê xwe vekin û birçîbûnê bibînin
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 39'emîn de dewam dike
09:02 Girtiyên siyasî yên Gumuşhaneyê nikarin bêhn bistînin
09:02 Dozger tevlîbûna Alaca ya daxuyaniya Bûldan sûc hesiband
09:02 Başaran: Îqtîdar li dîwarê berxwedana jinê qelibî
09:02 'Daxwazên girtiyan daxwazên me ne'
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:12 Di 3 salan de li Efrînê 674 sivîl hatin kuştin
03/01/2021
20:30 Hejmara miriyên vîrûsa koronayê derket 21 hezar û 488 kesan
16:27 Cenazeyê jina winda hat dîtin
14:06 Li Rihayê ciwanê winda mirî hat dîtin
12:50 Dikanderên ceyran û ava wan hatin birîn: Cihekê em biçînê tuneye
12:17 Çalakiya Mexmûriyan a li dijî tecrîdê didome
11:43 Hêjmara Xwebûn a 55'an derket
10:40 Ji bo qedexeya 5 sal in li Wanê didome korona kir hincet
10:38 Midurê qeyûm şaredarî barkir mala xwe
10:08 Walîtiya Meletiyê tecawiza li dijî zaroka astengdar derewand
09:47 Li Qeyseriyê xebatkarê tenduristiyê mir
09:46 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 38'emîn de ye
09:45 Şêniyên Şengalê 33 roj in li dijî peymanê nobetê digirin
09:11 Esnaf îflas dikin
09:10 Unsal: AKP'ê bi salan peywir neda jinên sergirtî
09:09 ‘Ocalan azad bibe dê aştî çêbe û zarokên me nemirin'
09:08 CÎSST: Di pandemiyê de xetereya greva birçîbûnê du qat zêdetir e
09:05 Muhsîn Osman: A girîng ne mezinbûna dijmin e, yekîtiya me ye
09:04 Qeyûmê Îdirê pereyên şaredariyê ji bo eskeriyê xerç dike
09:02 Sê hevrêyên berxwedêr: Sêvê, Pakîze û Fatma
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2021'AN
02/01/2021
21:03 Daxuyaniya Şaredariya Artûklûyê ya derbarê tabeleyan de
19:13 202 kes mirin, 11 hezar û 180 kes jî pê ketin
17:13 Di teqîna Serêkaniyê de 5 kes mirin
17:05 Dijminantiya AKP'ê ya li dijî zimanê kurdî: Tîpên X,W û Q ji lewheyan bir
16:42 Daxuyaniya qeyûm a têkildarî karkerên ji kar avêtin: Karkerên demsalî bûn
15:59 Di teqîna li Hesekê de 2 kes mirin
15:42 KCDP: Di 2020'an de 300 jin hatin kuştin 171 jin jî mirî hatin dîtin
15:34 Di Rûniştina F de hat xwestin ku girtî Kadriye bê berdan
14:51 'Demildest Koyuncu serbest berdin
13:39 Dayikên Şemiyê: Bila sala 2021'an bibe sala dîtina windayan
13:33 Li Somaliyê êrîşê eskerên Tirk kirin
13:13 Komîsyonên Edaletê yên Gulistan Dokû rapora salekê belav kir
12:43 Înîsiyatifa Ji Girtiyan re Azadî: Girtiyê nexweş Fîlîz berdin
11:52 Qeyûmê Qersê navên ‘mor’ guhert!
11:42 Kurê Kaya yê 85 salî: Em ne taloqkirinê, beraeta wî dixwazin
11:32 Berdevka HDP’ê Gunay: Ji bo çûyîna îqtîdarê roj tên jimartin
11:10 Cendirmeyan 26 sal berê Tekîn winda kirin
10:41 Du kesan ji ber dûmana sobê jiyana xwe ji dest dan
10:41 3 ciwan li Enqereyê mirî hatin dîtin
10:17 Yuksekdag: Dê 2021'an bibe sala gelan û ciwanan
10:07 Polîsan astengî ji nexweşa atiyê re derxist!
09:38 Hêjmara 10'emîn a Zrîngê di sala nû de li benda we ye
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 37'emîn de didome
09:12 Li eskeriyê îşkence: Cixare li ser canê wî tefandin
09:11 Li sînor guleyên ku dipengizin hemû li kurdan dikevin!
09:11 Qeyûm dê bi pereyê şaredariyê karê şaredariyên AKP'î bike
09:10 Li girtiyên ku binpêkirinên mafan protesto kirin, ceza birîn
09:10 ‘Naveroka tayinkirina qanûna qeyûman wekî navê xwe ne xêrxwaz e'
09:09 'Divê berteka civakî bê bilindkirin'
09:08 Li Geverê dengê komekê olan dide: Koma Dengda
09:08 Gursucû: Peymana Parîsê ne çareseriya avhewayê ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2021'AN
01/01/2021
20:09 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 21 hezar û 93
16:11 Walîtiya Colemêrgê: Di êrîşa hişyariyê de birîndar bû
14:52 Jinan binçavkirina Buse Uçer şermezar kirin
14:07 El-Ebid: Tirkiyê armanc dike ku Kerkûk û Mûsilê kontrol bike
13:31 Cenazeyê dayika 4 zarokan li nava kuçeyê hat dîtin
13:19 Vaye lîsteya pirtûkên kurdî yên di 2020'an de hatine çapkirin
12:22 Hejmara nû ya Newaya Jinê derket
12:15 Qeyûm 84 karker ji kar avêtin
11:47 Jinên çalakger: Bila tu kes rehet li paldanka xwe rûnenên
11:20 'Em amadene li dijî tecrîdê her bedelî bidin’
11:16 Li Edeneyê 3 welatî hatin girtin
10:58 Uçer a bertek nîşanî qetilkirina jinan da hat binçavkirin
10:33 Berteka kuçeyê ya li dijî bihayê asgarî: Ji Qesrê re heye ji me re tuneye