Çeteleya tundiyê ya 2020'an a Jin Newsê: Herî kêm 332 jin hatin qetilkirin

  • jin
  • 13:25 4 Çile 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî çeteleya qetilkirin û tundiya li dijî jinan a Jin Newsê, di sala 2020'an de herî kêm 332 jin û 33 zarok hatin qetilkirin. 110 jin jî, bi awayekê bi guman jiyana xwe ji dest dan û 49 zarok jî, hatin tacîzkirin û tecawîzkirin.

 
Mîna li tevahiya cîhanê, li Tirkiyeyê jî di sala 2020'an de, ji ber şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) tundiya zilam-dewlet zêdetir bû. Li gorî çeteleya qetilkirin û tundiya li dijî jinan a Ajansa Jin Newsê, di sala 2020'an de herî kêm 332 jin hatin qetilkirin. Rayedarên hukumetê yên banga "li mal bimînin" dikirin û bersûc dişandin mala xwe ji bo parastina jinê tu polîtîka pêş nexistin. Berovajî vê yekê bi sazkirina înfazê bersûc ji girtîgehan derxist û Peymana Stenbolê jî kir mijara nîqaşan. Di bin siya van pêkanînên neyînî de li gor daneyên Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin di 2020'an de 300 jin hatin qetilkirin û 171 jin jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Li gor îktidarê jî daneyên qetilkirina jinan li gor 2019'an ji sedî 21 kêm bûye. 
 
ZILAM TUNDIYA XWE ZÊDE KIR 
 
Li Dêrsimê di 5'ê Çileya 2020'an de, Gulîstan Doku hat windakirin li dijî vê yekê jinan têkoşîna xwe mezintir kirin. Di 2020'î de pirsa 'Gulîstan Doku li ku ye?' hat kirin û gelek jin hat qetilkirin û bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Li Mûşê Fatma Altinmakas ji ber li dadgehê tercumantiya ji bo zimanê kurdî jê re nehat kirin nikaribû tecawiza lê hatiye kirin rave bike û ji aliyê mêrê pê re zewicî  Kazım Altınmakas ve hat kuştin. Zeynep Şenpinar jî ji ber  Ahmet Selim Kemaloglu red kir hat qetilkirin. Pinar Gultekin jî ji ber Cemal Metin Avci red kir hat qetilkirin. Îpek Er jî ji aliyê Çawişê Pispor Mûsa Orhan ve bi tecawizê rû bi rû hat hiştin. Ev mînakana tabloya 2020'an radixîne pêş çavên me. 
 
332 JIN HATIN QETILKIRIN
 
Me wekî Jin Newsê hewil dan ku em tundiya mêr-dewletê ya li ser çapemeniyê derket pêş bi raya giştî re parve bike. Li gor daneyên ajansa me kom kir di 2020'an de mêran herî kêm 332 jin qetil kirin. Ji 42 jinên ku hatin qetilkirin bersûcên wan nehatin dîtin. 290 jin jî ji aliyê kesên nêzî van ve hatin qetilkirin. Di nava vê salê de 110 jinî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. 
 
ZILAMAN XWESTIN 83 JINAN QETIL BIKIN 
 
Di nava salekê de 83 jin hatin  xwestin bên qetilkirin 94 jin destdirêjî li dijî van hatin kirin û tundî li wan hatin kirin. 
 
33 ZAROK HATIN KUŞTIN
 
Di 2020'an de jî êrişa zayendî û tundiya li zarokan hat kirin her wiha komkujiya zarokan zêde bûn. Di salekê de herî kêm 33 zarok hatin qetilkirin û li 14 zarokî tundiya fizîkî hat kirin. Li 49 zarokî êrişa zayendî hat kirin û 33 zarokî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. 
 
PÊŞEROJA BERSÛCAN HAT FIKIRIN
 
 Di nava salê de gelek dozên tundîtiya mêran hatin dîtin. Çalakîyên jinan ên li ser medyayê û bûyîna wan li dadgehê her ciqas li ser biryaran bandorek kiribe jî ji ber biryarên wek “ rewşa baş”, “ tahrik” û “ parzinandin” ê pêşeroja mêran hat fikirandin û ev yek jî ji bo wan bû wek xelatekê. Di nava salê de herî kêm ji bo bersûcên 36 dozan daxistina rewşa baş hat bikaranîn.
 
Sala borî hema bibêje li her bajarên li tirkiyeyê qetla jinan rû da, di nav van bajaran de jî herî zêde li Stenbolê bûyerên qetil û mirnên bi şik rû dan. Li Stenbbolê 49 jin hatin qetilkirin û 19 jin jî bi awayekî şikbar hatin kuştin.
 
BI ÛNÎFORMAYAN XWE PARASTIN
 
Mijara sereke ya di sala borî de qetlîem û tecawiza bi destên mêrên bi unîforma bû. Yek ji bûyerên ku jina berteka xwe li dijî wê nîşan da jî destdirêjiya Mûsa Orhan a li dijî Îpek Er  bû. Dîsa li Cizîrê destdirêjiya Çawişê Pispor Alapslan A. a li dijî zarokekê û li Wanê destdirêjîya Çawişê Pispor  Tufan A. a li dijî zarokekê wek mijarên sereke derketin pêş. Di nav sala bihurî de 12 jin bi destên mêrên bi unîforma hatin qetilkirin.
 
Devleta heyî rê li ber çekgirtina takekesî nagire loma em dibînin ku mirinên herî zêde îsal qewimîn bi çekê bûn. Di nava vê salê de 148 jin bi çekê hatin qetilkirin. Jinên din  bi amûrên wek kêr û îşkenceyê hatin qetilkirin.
 
20 JIN QETIL KIRIN
 
Li gorî cetwela me ya tundiyê di meha kanûnê de jî 20 jin hatin qetilkirin, mirina bi şik a 8 jinan rû da. Bi taybetî di dawîya salê de mirina Akademîsyen Aylîn Sozer, Selda Taş, Vesîle Donmez û Betul Tugluk ku di heman rojê de hatin qetilkirin bû sedem ku jin biherikin qadan. Jinên ku derketin qadan li dijî tundiya mêr- dewletê banga piştgiriyê kirin. 
 
 

Sernavên din

05/01/2021
09:09 Girtiyê îdamê yê berê: Em deng bidin greva birçîbûnê
09:09 Xelk ji ber bihabûnê bi gazinc e û bêzar bûye
09:09 Prz. Aslan: Kesên di greva birçîbûnê de pêkanîna qanûnan dixwazin
09:09 Rêvebera TAJÊ Şengalî xwest Asayîşa Êzîdxan bê naskirin
09:09 Jinên Ciwan: Em ê dengê Leyla Guven li kolanan bilind bikin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:36 Nûçegihanê me Mehmet Aslan hat binçavkirin
04/01/2021
19:58 197 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
18:23 Meclisa Tenduristiyê ya KCD'ê rapora kanûnê aşkere kir
17:14 Di doza Pinar Gultekîn de daxwaza reda dadgerî hat kirin
15:55 Wê Assange lê Amerîkayê neyê vegerandin
15:26 Xwendekarên Bogazîçiyê avahiya rektoriyê mohr kirin
14:45 Demîr, Nayir û Ûyar li Silopiya hatin bibîranîn
14:32 HDP: Em bi barîna zaman re ketin sala nû
14:04 DGF: Di 2020'an de 24 rojnameger hatin girtin
13:25 Çeteleya tundiyê ya 2020'an a Jin Newsê: Herî kêm 332 jin hatin qetilkirin
13:16 Polîsan destûr nedan encumenên şaredariyê têkevin şaredariyê
12:54 Raporek bendewariya ciwanên kurd hat parvekirin
12:49 Wekîla HDP’ê derbarê miduriyeta polîsan de gilî kir
12:24 ‘Rêveberiya girtîgehê peyama 'hûn nikarin hilberînin' dide me'
11:55 DÎB: Wê li dijî zilma desthilatê têkoşîna me bidome
11:20 Îtîraza li dijî berdana Aydemîr hat redkirin
10:56 Pelosi ji nûve bû Seroka Meclîsa Nûneran
10:46 Wezareta Bazirganiyê 20 hezar 953 tl ceza li Evrenselê birî
10:27 Li Enqereyê jinek hat kuştin
10:20 Derbarê Fîkrî Saglar de lêpirsîn hat destpêkirin
09:02 Salek e agahî ji Gulistan Dokû nayê girtin
09:02 Esnafên Beyoglûyê: Çavê xwe vekin û birçîbûnê bibînin
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 39'emîn de dewam dike
09:02 Girtiyên siyasî yên Gumuşhaneyê nikarin bêhn bistînin
09:02 Dozger tevlîbûna Alaca ya daxuyaniya Bûldan sûc hesiband
09:02 Başaran: Îqtîdar li dîwarê berxwedana jinê qelibî
09:02 'Daxwazên girtiyan daxwazên me ne'
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:12 Di 3 salan de li Efrînê 674 sivîl hatin kuştin
03/01/2021
20:30 Hejmara miriyên vîrûsa koronayê derket 21 hezar û 488 kesan
16:27 Cenazeyê jina winda hat dîtin
14:06 Li Rihayê ciwanê winda mirî hat dîtin
12:50 Dikanderên ceyran û ava wan hatin birîn: Cihekê em biçînê tuneye
12:17 Çalakiya Mexmûriyan a li dijî tecrîdê didome
11:43 Hêjmara Xwebûn a 55'an derket
10:40 Ji bo qedexeya 5 sal in li Wanê didome korona kir hincet
10:38 Midurê qeyûm şaredarî barkir mala xwe
10:08 Walîtiya Meletiyê tecawiza li dijî zaroka astengdar derewand
09:47 Li Qeyseriyê xebatkarê tenduristiyê mir
09:46 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 38'emîn de ye
09:45 Şêniyên Şengalê 33 roj in li dijî peymanê nobetê digirin
09:11 Esnaf îflas dikin
09:10 Unsal: AKP'ê bi salan peywir neda jinên sergirtî
09:09 ‘Ocalan azad bibe dê aştî çêbe û zarokên me nemirin'
09:08 CÎSST: Di pandemiyê de xetereya greva birçîbûnê du qat zêdetir e
09:05 Muhsîn Osman: A girîng ne mezinbûna dijmin e, yekîtiya me ye
09:04 Qeyûmê Îdirê pereyên şaredariyê ji bo eskeriyê xerç dike
09:02 Sê hevrêyên berxwedêr: Sêvê, Pakîze û Fatma
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2021'AN
02/01/2021
21:03 Daxuyaniya Şaredariya Artûklûyê ya derbarê tabeleyan de
19:13 202 kes mirin, 11 hezar û 180 kes jî pê ketin
17:13 Di teqîna Serêkaniyê de 5 kes mirin
17:05 Dijminantiya AKP'ê ya li dijî zimanê kurdî: Tîpên X,W û Q ji lewheyan bir
16:42 Daxuyaniya qeyûm a têkildarî karkerên ji kar avêtin: Karkerên demsalî bûn
15:59 Di teqîna li Hesekê de 2 kes mirin
15:42 KCDP: Di 2020'an de 300 jin hatin kuştin 171 jin jî mirî hatin dîtin
15:34 Di Rûniştina F de hat xwestin ku girtî Kadriye bê berdan
14:51 'Demildest Koyuncu serbest berdin
13:39 Dayikên Şemiyê: Bila sala 2021'an bibe sala dîtina windayan
13:33 Li Somaliyê êrîşê eskerên Tirk kirin
13:13 Komîsyonên Edaletê yên Gulistan Dokû rapora salekê belav kir
12:43 Înîsiyatifa Ji Girtiyan re Azadî: Girtiyê nexweş Fîlîz berdin
11:52 Qeyûmê Qersê navên ‘mor’ guhert!
11:42 Kurê Kaya yê 85 salî: Em ne taloqkirinê, beraeta wî dixwazin
11:32 Berdevka HDP’ê Gunay: Ji bo çûyîna îqtîdarê roj tên jimartin
11:10 Cendirmeyan 26 sal berê Tekîn winda kirin
10:41 Du kesan ji ber dûmana sobê jiyana xwe ji dest dan
10:41 3 ciwan li Enqereyê mirî hatin dîtin
10:17 Yuksekdag: Dê 2021'an bibe sala gelan û ciwanan
10:07 Polîsan astengî ji nexweşa atiyê re derxist!
09:38 Hêjmara 10'emîn a Zrîngê di sala nû de li benda we ye
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 37'emîn de didome
09:12 Li eskeriyê îşkence: Cixare li ser canê wî tefandin
09:11 Li sînor guleyên ku dipengizin hemû li kurdan dikevin!
09:11 Qeyûm dê bi pereyê şaredariyê karê şaredariyên AKP'î bike
09:10 Li girtiyên ku binpêkirinên mafan protesto kirin, ceza birîn
09:10 ‘Naveroka tayinkirina qanûna qeyûman wekî navê xwe ne xêrxwaz e'
09:09 'Divê berteka civakî bê bilindkirin'
09:08 Li Geverê dengê komekê olan dide: Koma Dengda
09:08 Gursucû: Peymana Parîsê ne çareseriya avhewayê ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2021'AN
01/01/2021
20:09 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 21 hezar û 93
16:11 Walîtiya Colemêrgê: Di êrîşa hişyariyê de birîndar bû
14:52 Jinan binçavkirina Buse Uçer şermezar kirin
14:07 El-Ebid: Tirkiyê armanc dike ku Kerkûk û Mûsilê kontrol bike
13:31 Cenazeyê dayika 4 zarokan li nava kuçeyê hat dîtin
13:19 Vaye lîsteya pirtûkên kurdî yên di 2020'an de hatine çapkirin
12:22 Hejmara nû ya Newaya Jinê derket
12:15 Qeyûm 84 karker ji kar avêtin
11:47 Jinên çalakger: Bila tu kes rehet li paldanka xwe rûnenên
11:20 'Em amadene li dijî tecrîdê her bedelî bidin’
11:16 Li Edeneyê 3 welatî hatin girtin
10:58 Uçer a bertek nîşanî qetilkirina jinan da hat binçavkirin
10:33 Berteka kuçeyê ya li dijî bihayê asgarî: Ji Qesrê re heye ji me re tuneye