NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 153 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan û testa 6 hezar û 289 kesên din jî pozîtîf derket. Hejmara kesên heya niha ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane bû 24 hezar û 640.
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên hatine parvekirin li Tirkiyeyê îro 153 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan û 6 hezar û 289 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin. Her wiha hejmara kesên ku heya niha ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane jî bû 24 hezar û 640 û hejmara kesên heya niha testa wan pozîtîf derketiye jî bû 2 milyon û 412 hezar û 505.