AMED - Li navçeya Gêl a Amedê eskeran maşina zirxî li Şukru Gunay ê 70 salî qeliband û bi giranî birîndar kir. .
Li Taxa Dere ya navçeya Gêl a Amedê, wesayîta eskeran li welatiyê bi navê Şukru Gunay ê 70 salî qelibî. Gava gunay ji navenda Gêlê diçû Taxa Kazanliyê wesayîta eskeran lê qelibî û bi giranî birîndar bû. Tenduristkarên hatin cihê bûyerê, Gunay rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Gêlê û ji wir jî wî sewqî Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê kirin.
Hat hînbûn ku rewşa Gunay xedar e.