Hevjîna Hadî Yalçin: Ji ber zilmê jiyana xwe ji dest

  • rojane
  • 10:50 23 Çile 2021
  • |
img

ŞIRNEX - Girtiyê nexweş Hadî Yalçin, di 8'ê Çileyê de, li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê jiyana xwe ji dest dabû. Hevjina wî Zehra Yalçin, anî ziman ku hevjînê wê nehatiye tedawîkirin û got: "Ji ber zilmê jiyana xwe ji dest da." 

Hadî Yalçin ê 21 salan di Îdareya Av û Kanalîzasyon Şaredariya Şirnexê de xebitibû, di sala 2016'an de, di dema qedexeyên derketina derve yên li Silopiyê de bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" hatibû binçavkirin û girtin. Yalçin ê 2 salan di Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê de dimîne, dûre ji derveyî vîna wî sewqî Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê kirin. Ji bo Yalçin 15 sal cezayê girtîgehê dihat xwestin. Yalçin ê hatibû girtin, di nava 3 mehan de teşhîsa pençeşêra mîdê ji bo wî hat danîn. Yalçin ji ber nexweşiya xwe ya mîdê ararot vedixwarin. Parêzerên Yalçin ji bo bê berdan serî li Saziya Tipa Edlî (ATK) da bûn. ATK'ê di encama venêrîna kir de, rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" dide Yalçin.
 
Malbat û parêzerê Yalçin, rapora wî ji 16'emîn Daîreya ATK'ê Dadgeha Bilind re dişînin û daxwaza berdana wî dikin. Daîreya Dadgeha Bilind jî, di 04'ê Çileyê de biryara berdana Yalçin da. Yalçin rojek piştî berdanê, sewqî Nexweşxaneya Fakulteyê ya Tipa Zanîngeha Trakyayê tê kirin. Yalçin di 8'ê Çileyê de li nexweşxanê jiyana xwe ji dest dide. Rapora otopsiyê ya Yalçin bi hinceta "hîna derneketiye" teslîmî malbatê nehat kirin.
 
Hevjîna Hadî Yalçin Zehra Yalçin, derbarê rewşa hevjînê xwe de axivî û diyar kir ku berî hevjînê wê bê girtin, tu nexweşiyeke wî tune bûn. 
 
'ÇAV VEKIRÎ ÇÛ'
 
Yalçin, anî ziman ku bêbextî li hevjînê wê hatibû kirin û ji ber vê hatibû girtin. Yalçin, bi bîr xist ku 4 zarokên wan hene û wiha axivî: "Hadî 21 salan di şaredariyê de xebitî. Her kesî jê hez dikir. Min qet nebihîstiye kesî derbarê wî de bi nebaşî axifiye. Tu zirara wî negihişte tu kesî. Di pêvajoya qedexeyan de bêbextî lê hat kirin û bi îdiaya 'xendek kolandine' hatibû girtin. Hadî, di jiyana xwe de nedizanî ajokariyê bike. Ajokariya wî tune bû. Lê guh nedan vî tiştî û ceza lê birîn. Di dema qedexeyên derketina derve yên li Sîlopiyê de hat girtin. Ewilî wî birin Girtîgeha Şirnexê. Ji ber qedexeyan nedihiştin ku em biçin hevdîtinê û 3-4 mehan me hev nedît. Pişt re sirgûnî Girtîgeha Edîrneyê kirin. Piştî ku birin Edîrneyê êdî em çend mehan carekê diçûn hevdîtinê. Heftiyek me di rê de derbas dibû. Dema em dihatin malê zarokên min gelek pê bandor dibûn. Bavê wî, diya wî û zavayê wî jiyana xwe ji dest dan, lê nehiştin ku tevlî merasîma cenazeyên wan bibe."
 
'DI BIN ZILMÊ DE JIYANA XWE JI DEST DA'
 
Yalçin, diyar kir ku tu nexweşîneke hevjînê wê tune bû û wiha bilêv kir: "Herî dawî em di meha Adarê de çûbûn hevdîtinê, tu pirsgirîkên wî yên tenduristiyê nebûn. Rewşa wî ya tenduristiyê gelek baş bû. Tu caran nedigot nexweşiyeke min heye. Bêbextî lê hat kirin û di bin zilmê de jiyana xwe ji dest da. Ev tiştên ku hatin serê wî heq nekiribûn. Beriya girtinê rojekê jî nediçû nexweşxaneyê. Di warê tenduristiyê de gelek baş bû. Çawa ku ket girtîgehê nexweşî lê peyda bûn. Ew sê meh bûn ev nexweşî lê peyda bibû. Wî nebirin nexweşxaneyê û nehat tedawîkirin. Di cih de mudexele nekirin. Roja çarşemê li min geriya û got, 'ji min re gotine nexweşiya penceşêrê li te peyda bûye.' Min jî jê re got, 'xem nake tu yê ji heq wê derkevî.' Pişt re êdî me tu agahî jê negirtin."
 
'TU SÛCÊ WÎ TUNE BÛ'
 
Zehra Yalçin, dest nîşan kir ku hevjînê wê ne bi nexweşiyê, ji ber zilmê jiyana xwe ji dest da û wiha bertek nîşan da: "Heta ku ez sax bim, ez ê kesên ku bûne sedema mirina Hadî efû nekim. Çawa dibe ku di 3 mehan de nexweşiyek mirovekî di cih de bikuje? Gumanên me hene. Hadî ketibû greva birçîbûnê. Heta piştî vê çalakiyê jî tu pirsgirîkên wî yên tenduristiyê nebûn. Ez naxwazim heqê Hadî li erdê bimîne. Bila her kes bizane ku tu sûcê wî tune bû. Bêsûc ev qas ceza kişand. Ne min û ne jî zarokên, me wî têr nedît. Ez ê vê neheqiyê û zilmê tu caran jibîr nekim."
 
MA / Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

26/01/2021
09:08 Mexdûrên erdhejê: Birînên me necebirandin
09:07 Cîgirê qeyûm keça xwe kir şêwirmend
09:07 Hefteyê 4 jin ji ber tahdeyê serî li Rosayê didin
09:06 Bajarê ku kuçe, kolan, çiya, zozan û mêrgên wê qedexekirî
09:05 Yerlîkaya: Di warê derzîkirinê de jî pêvajoyeke nepêbawer tê birêvebirin
09:05 Genç: KCD, hêviya jiyana bi hev re ye
09:00 ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:38 Malbatan piştî 8 rojan cenazeyên kolberan ji bin aşûtê derxistin
08:13 Gokhan Guneş hat berdan
25/01/2021
20:14 137 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:59 Malbatan xwe gihand cenazeyê kolberekî ku di bin aşûtê de mabû
16:53 Li Rihayê bav û kur hatin binçavkirin
16:46 Dayik Guneş: Dewlet cihê kurê min dizane
16:35 Li Licê 27 kes hatin girtin
16:31 Zaroka ku bi awayekî guman mir gilî kiriye ku êrîşa zayendî lê hatiye kirin
16:11 4 fezleke pêşkêşî meclisê hatin kirin
16:11 HDK û pêkhateyên wê: Şenoglû serbest berdin
15:57 Kalê 70 salî yê maşîneya zirxî lê qelibî bi ser hişê xwe ve hat
15:50 Kanar: Serdegirtina HDP'ê li dijî AYM'ê ye
15:10 DAD’ê ajansa me ziyaret kir
15:08 ‘Hêza yekitiyê dê tecrîdê bişkîne'
13:57 ÎHD: Tanboga û Guler serbest berdin
13:29 Siyasetmedarên kurd Taniş û Denîz hatin bîranîn
13:17 Ew qas erebeyên zirxî bi kîve diçin?
12:54 Ji meşa piştevaniyê ya Guvenê re daxwaza ceza
12:53 TUHAY-DER: Daxwazên girtiyan pêk bînin
12:45 Ji bo qeyûm û burokratên îthalê torpîla meaş
12:17 Ji DÎB’ê biryara konferansa demokrasiyê
11:15 Li Çewlikê resmê xizaniyê
11:04 Danişîna rojnameger Suren hat taloqkirin
11:00 78 girtiyan xwest sewqî Îmraliyê bibin
10:53 ‘Zanîngeha Jinan’ wê newekheviyan kûrtir bike'
10:20 Li Esenyûrtê mirinek bi guman
10:17 DAIŞ'ê qetilkirina hevserokên jin girt ser xwe
09:34 Siyasetmedarê Kurd Metîn Adûgît hat definkirin
09:34 Çalakiya greva birçîbûnê du meh li pey xwe hiştin
09:11 Di bûyerên revandinê de tenê reng û marqeya wesayîtan guherî
09:10 ‘Stenbol dengê wan dibihîze lê Serokkomar na
09:10 Kurkçu: Tecrîdkirina Ocalan li hemû civakê belav dibe
09:04 Penaberên ceyrana wan hatiye birîn: Ji ber tunebûna êzingan em kincan dişewitînin
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2021'AN
24/01/2021
21:08 Hejmara miriyên Kovid-19’ê 25 hezaran derbas bûn
16:27 Leşkerê pêl mayinê kir jiyana xwe ji dest da
16:25 Faîlê tecawizê hat girtin
15:35 Katircioglû: Nîşa serkeftinê li dijî desthilata ku jana dayikan bi kar tîne ye
15:27 ÎHD û Baroya Amedê: Biryara DMME’yê bi cih bînin
14:26 Midurê Polisan soza radestkirina Guneş da malbata wî
13:55 Avci: Wêneyê Esenyûrtê yên beriya 6 mehan e
13:37 Ji bo kolberên di bin aşûtê de xebatên lêgerînê dest pê kirin
13:17 Cenazeyê Adûgît ji bo otopsiyê birin Erziromê
12:59 Li Wanê kesek binçav kirin
11:58 Bi banga HDP'ê nûnerên 160 rêxistinên sivîl li hev civiyan
11:49 Ji bo Serhedê hişyariya cemed û aşûtê
11:39 Hevserokên HDP’a Esenyûrtê hatin berdan
10:56 Polisan bi ser avahiyê HDP’ê ya Esenyûrtê de girtin
10:55 Di rapora leşkerê kurd de gumana ‘cînayetê’
09:28 'Di şexsê parêzeran de civak tê tepisandin'
09:27 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 59’emîn de berdewam dike
09:26 Li Şirnexê 15 herêm heta salekê hatin qedexekirin
09:25 Paylan: Heya pirsgirêka kurd çareser nebe dê aborî baş nebe
09:24 'Bi cezayê hepsa malê muxalifan ji civakê dûr dixin'
09:23 Halê çandinî û sewalvaniyê ne tu hal e: Bila qedexekirina mêrgan bê betalkirin
09:21 Biryara derbarê cezakirina rojnamevan de: Weşanên dijî dewletê
09:20 ‘Divê îşkenceya tecrîdê ya Îmraliyê bi dawî bibe'
09:08 Di tapo kadastroyê de derbarê 4 hezar û 628 kesî de lêpirsîna bertîlstendinê
09:07 '20 sal in em li bendê ne ku dê derî lê bikeve û wê bavê min bê'
09:04 'Em vê hişmendiya qedexekir û neqanûnî şermezar dikin'
09:02 Nûnerên Jin: Bi 'Zanîngeha Jinan' jinan tecrîd dikin
09:00 Di 2020'an de 2 hezar û 427 karker bûn qurban
09:00 ROJEVA 24'Ê ÇILEYA 2021'AN
23/01/2021
20:22 Îro 144 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:24 Xwişk: Em destûr nadin birayê me bê windakirin
16:23 Ji bo demboriya doza Mûsa Anter 18 meh man
15:56 Li Sêrt û Êlihê 66 herêm heya dawiya salê hatin qedexekirin
15:43 2 jê zarok 3 welatiyên Til Rifatê di êrîşa Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dan
15:05 Zêdeyî 800 zarok bi dayikên xwe re girtî ne
14:52 Ciwanên HDP'î: Ji Birêz Ocalan re azadî
14:15 Banga ‘Bila Meclîs ji bo komkujiyên jinan bi lezgînî kom bibe’
14:15 'Girtiyê felç ê 77 salî Silik serbest berdin'
14:02 Dayikên Şemiyê pirsa faîlên Ayşenûr Şîmşek kirin
13:44 Lêpirsin ne li heqaretê, li nîşaneya serkeftinê vekirin
13:27 Ji bo girtiyê nexweş Guler ê 81 salî banga berdanê
12:33 Şaredariya Ebaxê ji bo gora Adûgît kepçe neda
12:08 Kerevan Îrmez 25 salin windaye
12:07 Parêzerê Dokû: Sehî bû ku polîs Yucel kesê herî girîng e
10:51 Li Çiyayê Agiriyê operasyona eskerî dest pê kir
10:50 Hevjîna Hadî Yalçin: Ji ber zilmê jiyana xwe ji dest
10:43 Stêra Rojhilata Navîn Heleb ditefe
10:14 Xizmên kolberîn dibin aşûtê de: Qîrîniya me bibihîsin
09:25 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 58’emîn de berdewam dike
09:04 Girtiyê nexweş Îsmaîl Tanboga bû 38 kîlo
09:04 Ji ber ziwabûnê berdarî kêm bûye, lêçûn zêde bûye
09:04 KADES, pêşî li ber tahdeyê digire yan na?
09:04 Armanca Zanîngeha Jinan, ferzkirina tecrîda li ser tecrîdê ye
09:04 'Em li dijî tecrîd û tundiyê xwe diparêzin'
09:04 ‘Rojeva derbarê mafên heywanan de hewldaneke nûkirina makyajê ye'
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2021'AN
22/01/2021
22:33 Êrîş birin ser xebatkarê tenduristiyê
20:36 Hin deverên Bedlîsê heta dawiya salê hatin qedexekirin
19:55 149 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin