STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê di çalakiya "Rûniştina F" de xwestin girtiyê felç û 77 salî Ahmet Silik serbest berdin.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê bi boneya balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 461'an de çalakiya "Rûniştina F" ji ber şewba vîrûsa Covît-19 bi rêya vîdeo li ser medya civakî parve kirin. Komîsyonê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê 77 salî yê felç Ahmet Silik ê ku li Girtîgeha Sêrtê girtî ye. Endama Komîsyonê Meral Nergis Şahîn daxuyanî da û anî ziman ku li ser girtiyan tecrîd û îşkenceya bi rêk û pêk heye. Şahîn, da zanîn ku tecrîd li ser tenduristiya girtiyan bandorek pir xerab dike û wiha got: "Tecrîd êrîşek bi pergal û plan e. Tecrîda giran a li Girtîgeha Îmraliyê dest pê kir, îro li hemû girtîgehan belav bûye. Girtiyên siyasî ji 27'ê Mijdara 2020'an ve li dijî tecrîdkirinê di çalakiya greva birçîbûnê de ne. "
Şahîn, bibîr xist ku Silik 77 salî ye û li Girtigeha Sêrtê tê girtin û wiha axivî: "Piştî Silik girtin û şandin girtîgeha Sêrtê dîsa felç bû. Êdî Silik nikare biaxive û tev bigere. Bi nexweşiya tansiyon, alzheimer û prostatê ye. Li gel felç û damarê mejî û dil hatine girtin jî Silik hêj girtî ye. Nikare bimeşe û bi balpişta bi teker dimeşe. Silik li gel rapora ATK'ê ya "Nikare li girtîgehê bimîne" jî dîsa nayê berdan "
Şahîn xwest Silik û hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan.