ŞIRNEX – Walîtiya Şirnexê, li seranserê bajar 15 herêman heta salekê weke “herêma ewlehiyê ya taybet a demkî” îlan kir û ji sivîlan re qedexe kir.
Walîtiya Şirnexê, 15 herêmên girêdayî navend û navçeyên Silopiya, Cizîr, Basa, Qileban û Elkê heta dawiya salê weke “herêma ewlehiyê ya taybet a demkî” îlan kir û ji sivîlan re qedexe kir. Walîtiyê, di daxuyaniya xwe ya têkildarî mijarê de ji welatiyan xwest ku bêyî destûr neçin herêmên ku ji bo operasyonên leşker qedexe kirine.