WAN – 14’emîn Miduriyeta Herêmê ya Meteorolojiyê, ji bo Wan, Bedlîs, Mûş û Colemêrgê hişyariya cemed û aşûtê da.
14’emîn Miduriyeta Herêmê ya Meteorolojiyê, ji bo sir û seqema li bajarên Wan, Bedlîs, Mûş û Colemêrgê yên herêma Serhedê daxuyaniyeke nivîskî weşand û hişyariya cemed û aşûtê da. Miduriyetê de di daxuyaniyê de xwest ku welatî li dijî talûkeya aşût, cemed û astengiyê trafîqê tevdîrên xwe bigirin û baldar tevbigerin.