WAN – Ji bo 5 kolberên ku li ser sînorê Îranê di dibin aşûtê de mabûn û agahî ji wan nayê girtin xebatên lêgerînê dest pê kirin.
Di 18’ê çileyê de li mezraya Dirîşkê ya gundê Xaşkan ê navçeya Elbakê ya Wanê, li ser sînorê di navbera Îran û Tirkiyeyê de aşût pêk hatibû û 9 kolber di bin vê aşûtê de mabûn. Ji van kolberan 4 jê bi derfetên xwe ji bin aşûtê derketibûn û 5 kolber jî 6 roj in agahî ji wan nayê girtin. Hat hînbûn ku ji bo dîtina kolberan duh xebatên lêgerînê dest pê kirine.
Hat diyarkirin ku li 3 herêman aşût pêk hatiye û xebatên lêgerîna kolberan didome. Ji ber şertên hewayê xebatên tên rawestandin û îro danê sibehê careke din xebatan dest pê kir û bi helîkopteran li herêmên aşûtê xebatên tên kirin.