‘Hêza yekitiyê dê tecrîdê bişkîne'

  • rojane
  • 15:08 25 Çile 2021
  • |
img
ÊLIH - Şandeya KCD, TJA, DBP Û HDP’ê ku di çarçoveya xebatên yekitiya netewî de dest bi xebatan kir, wê di 29’ê çileyê de hevdîtineke girseyî li dar bixe. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, diyar kir ku dê hêza xebatên yekitiyê tecrîd ji holê rake." 
 
 
Endam û rêveberên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azan (TJA), Partiya Heremên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), piştî ku di çarçoveya yekitiya neteweyî ya Kurd de li Sêrtê esnaf û rêxistinên civakî ziyaret kir, li Êlihê dest bi xebatan kir. Şande piştî 5 rojan li vir xebatê bikin dê di 29’ê çile de meşeke girseyî li dar bixin. 
 
Şandeyê têkildarî çalakiyên xwe yên ku bi rêxistinên sivîl ên civakî re dê li Êlihê pêk bînin li Şaxa Genel-Îşê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, aktivîstên TJA’yê, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, parlementerên HDP’ê Hevşaredara Batmanê Songul Korkmaz û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî beşdarî civîna çapemeniyê bûn.
 
HEVDÎTINA GIRSEYÎ
 
Di civînê de ewil Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axivî û diyar kir ji bo ku yekitiya netewî pêk bê, gaveke girîng avêtin û li gelek bajaran geriyan. Bayindir, anî ziman ku daxwazên gel girtine û wiha got: “Em îro jî li Êlihê ne. Em bi gera tax, gund, navçe û bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî tirsa faşîzma AKP’ê û MHP’ê ku dixwaze ava bike têdikoşin. Li dijî polîtîkayên tecrîdê bi rûhê berxwedana gel em têdikoşin. Piştî Şirnex, Wan, Stenbol û Sêrtê niha jî em li Êlihê ne. Piştî hevdîtinên bi gel re û seredanên navçeyan em ê van xebatên xwe 29’ê mehê bi hevdîtinekê tacîdar bikin.”
 
DÊ BI YEKITIYÊ TECRÎD BIŞKÊ
 
Bayindir, çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyan ji bo tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan bê rakirin li girtîgehan dan destpêkirin bi bîr xist û anî ziman ku bi hêza ku xebatên yekitiyê dide wê tecrîd jî ji holê rabe. Serokê Şaxa Egîtîm Senê ya Êlihê Nûrettîn Şîmşek jî diyar kir ku cihê ku lê şer heyî mêtina kedê jî heye û wiha got: “Ev şer bandorê li kedkaran jî dike. Kesên ku şer derxistine çav berdane mafên kedkaran. Pereyên ku bidin kedkaran didin şer.” Şîmşek, da zanîn ku pêkhatina yekitiya netewî ji bo kurdan gelek girîng e û anî ziman ku ji bo ku yekitî pêk were divê herkes tişta bikeve berê wî bike.
 
‘XEBAT BI WATE NE’
 
Berdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê Denîz Topkan jî diyar kir ku weke pêkhateyan xebatên heyeta ji bo yekitiya netewî hatiye avakirin bi wate dibînin û wiha axivî: “Herkes dizane ku yekitiya kurda wê hêz bide kurdan. Heke ev yekitî pêk neyê wê kurd winda bikin. Ji bo ku yekitî pêk were divê herkes destê xwe deyne binê kevir.”
 
TEVLÎBÛNA XURT
 
Hevserokê HDP’ê yê Êlihê Omer Kûlplû jî da zanîn ku her gava ji bo yekitiya kurdan tê avêtin girîng e û wiha got: “Daxwaza me ya ji gelê Êlihê ewe ku bi awayekî xurt tevlî xebatên yekitiyê bibin. Em dizanin ku tevlîbûna hevdîtina me ya Parka Ataturk a 29’ê mehê wê zêde be. Beriya vê wê pêvajoyeke 5 rojan a xebatên me çêbibe. Bi xebateke xurt em ê xûrt tevlî hevdîtinê bin.” 
 
Piştî axaftinan ji bo seredana esnafan şande derbasî navçeya Qûbînê bûn.
 

Sernavên din

26/01/2021
09:08 Mexdûrên erdhejê: Birînên me necebirandin
09:07 Cîgirê qeyûm keça xwe kir şêwirmend
09:07 Hefteyê 4 jin ji ber tahdeyê serî li Rosayê didin
09:06 Bajarê ku kuçe, kolan, çiya, zozan û mêrgên wê qedexekirî
09:05 Yerlîkaya: Di warê derzîkirinê de jî pêvajoyeke nepêbawer tê birêvebirin
09:05 Genç: KCD, hêviya jiyana bi hev re ye
09:00 ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:38 Malbatan piştî 8 rojan cenazeyên kolberan ji bin aşûtê derxistin
08:13 Gokhan Guneş hat berdan
25/01/2021
20:14 137 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:59 Malbatan xwe gihand cenazeyê kolberekî ku di bin aşûtê de mabû
16:53 Li Rihayê bav û kur hatin binçavkirin
16:46 Dayik Guneş: Dewlet cihê kurê min dizane
16:35 Li Licê 27 kes hatin girtin
16:31 Zaroka ku bi awayekî guman mir gilî kiriye ku êrîşa zayendî lê hatiye kirin
16:11 4 fezleke pêşkêşî meclisê hatin kirin
16:11 HDK û pêkhateyên wê: Şenoglû serbest berdin
15:57 Kalê 70 salî yê maşîneya zirxî lê qelibî bi ser hişê xwe ve hat
15:50 Kanar: Serdegirtina HDP'ê li dijî AYM'ê ye
15:10 DAD’ê ajansa me ziyaret kir
15:08 ‘Hêza yekitiyê dê tecrîdê bişkîne'
13:57 ÎHD: Tanboga û Guler serbest berdin
13:29 Siyasetmedarên kurd Taniş û Denîz hatin bîranîn
13:17 Ew qas erebeyên zirxî bi kîve diçin?
12:54 Ji meşa piştevaniyê ya Guvenê re daxwaza ceza
12:53 TUHAY-DER: Daxwazên girtiyan pêk bînin
12:45 Ji bo qeyûm û burokratên îthalê torpîla meaş
12:17 Ji DÎB’ê biryara konferansa demokrasiyê
11:15 Li Çewlikê resmê xizaniyê
11:04 Danişîna rojnameger Suren hat taloqkirin
11:00 78 girtiyan xwest sewqî Îmraliyê bibin
10:53 ‘Zanîngeha Jinan’ wê newekheviyan kûrtir bike'
10:20 Li Esenyûrtê mirinek bi guman
10:17 DAIŞ'ê qetilkirina hevserokên jin girt ser xwe
09:34 Siyasetmedarê Kurd Metîn Adûgît hat definkirin
09:34 Çalakiya greva birçîbûnê du meh li pey xwe hiştin
09:11 Di bûyerên revandinê de tenê reng û marqeya wesayîtan guherî
09:10 ‘Stenbol dengê wan dibihîze lê Serokkomar na
09:10 Kurkçu: Tecrîdkirina Ocalan li hemû civakê belav dibe
09:04 Penaberên ceyrana wan hatiye birîn: Ji ber tunebûna êzingan em kincan dişewitînin
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2021'AN
24/01/2021
21:08 Hejmara miriyên Kovid-19’ê 25 hezaran derbas bûn
16:27 Leşkerê pêl mayinê kir jiyana xwe ji dest da
16:25 Faîlê tecawizê hat girtin
15:35 Katircioglû: Nîşa serkeftinê li dijî desthilata ku jana dayikan bi kar tîne ye
15:27 ÎHD û Baroya Amedê: Biryara DMME’yê bi cih bînin
14:26 Midurê Polisan soza radestkirina Guneş da malbata wî
13:55 Avci: Wêneyê Esenyûrtê yên beriya 6 mehan e
13:37 Ji bo kolberên di bin aşûtê de xebatên lêgerînê dest pê kirin
13:17 Cenazeyê Adûgît ji bo otopsiyê birin Erziromê
12:59 Li Wanê kesek binçav kirin
11:58 Bi banga HDP'ê nûnerên 160 rêxistinên sivîl li hev civiyan
11:49 Ji bo Serhedê hişyariya cemed û aşûtê
11:39 Hevserokên HDP’a Esenyûrtê hatin berdan
10:56 Polisan bi ser avahiyê HDP’ê ya Esenyûrtê de girtin
10:55 Di rapora leşkerê kurd de gumana ‘cînayetê’
09:28 'Di şexsê parêzeran de civak tê tepisandin'
09:27 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 59’emîn de berdewam dike
09:26 Li Şirnexê 15 herêm heta salekê hatin qedexekirin
09:25 Paylan: Heya pirsgirêka kurd çareser nebe dê aborî baş nebe
09:24 'Bi cezayê hepsa malê muxalifan ji civakê dûr dixin'
09:23 Halê çandinî û sewalvaniyê ne tu hal e: Bila qedexekirina mêrgan bê betalkirin
09:21 Biryara derbarê cezakirina rojnamevan de: Weşanên dijî dewletê
09:20 ‘Divê îşkenceya tecrîdê ya Îmraliyê bi dawî bibe'
09:08 Di tapo kadastroyê de derbarê 4 hezar û 628 kesî de lêpirsîna bertîlstendinê
09:07 '20 sal in em li bendê ne ku dê derî lê bikeve û wê bavê min bê'
09:04 'Em vê hişmendiya qedexekir û neqanûnî şermezar dikin'
09:02 Nûnerên Jin: Bi 'Zanîngeha Jinan' jinan tecrîd dikin
09:00 Di 2020'an de 2 hezar û 427 karker bûn qurban
09:00 ROJEVA 24'Ê ÇILEYA 2021'AN
23/01/2021
20:22 Îro 144 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:24 Xwişk: Em destûr nadin birayê me bê windakirin
16:23 Ji bo demboriya doza Mûsa Anter 18 meh man
15:56 Li Sêrt û Êlihê 66 herêm heya dawiya salê hatin qedexekirin
15:43 2 jê zarok 3 welatiyên Til Rifatê di êrîşa Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dan
15:05 Zêdeyî 800 zarok bi dayikên xwe re girtî ne
14:52 Ciwanên HDP'î: Ji Birêz Ocalan re azadî
14:15 Banga ‘Bila Meclîs ji bo komkujiyên jinan bi lezgînî kom bibe’
14:15 'Girtiyê felç ê 77 salî Silik serbest berdin'
14:02 Dayikên Şemiyê pirsa faîlên Ayşenûr Şîmşek kirin
13:44 Lêpirsin ne li heqaretê, li nîşaneya serkeftinê vekirin
13:27 Ji bo girtiyê nexweş Guler ê 81 salî banga berdanê
12:33 Şaredariya Ebaxê ji bo gora Adûgît kepçe neda
12:08 Kerevan Îrmez 25 salin windaye
12:07 Parêzerê Dokû: Sehî bû ku polîs Yucel kesê herî girîng e
10:51 Li Çiyayê Agiriyê operasyona eskerî dest pê kir
10:50 Hevjîna Hadî Yalçin: Ji ber zilmê jiyana xwe ji dest
10:43 Stêra Rojhilata Navîn Heleb ditefe
10:14 Xizmên kolberîn dibin aşûtê de: Qîrîniya me bibihîsin
09:25 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 58’emîn de berdewam dike
09:04 Girtiyê nexweş Îsmaîl Tanboga bû 38 kîlo
09:04 Ji ber ziwabûnê berdarî kêm bûye, lêçûn zêde bûye
09:04 KADES, pêşî li ber tahdeyê digire yan na?
09:04 Armanca Zanîngeha Jinan, ferzkirina tecrîda li ser tecrîdê ye
09:04 'Em li dijî tecrîd û tundiyê xwe diparêzin'
09:04 ‘Rojeva derbarê mafên heywanan de hewldaneke nûkirina makyajê ye'
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2021'AN
22/01/2021
22:33 Êrîş birin ser xebatkarê tenduristiyê
20:36 Hin deverên Bedlîsê heta dawiya salê hatin qedexekirin
19:55 149 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin