AMED – Hat hînbûn ku kalê 70 salî Sabrî Guney ku li navçeya Gêlê maşîneya zirxî li qelibîbû û giran birîndar bûbû, bi ser hişê xwe ve hat.
Di 23’ê çileyê de li navçeya Gêlê maşîneya zirxî li kalê 70 salî Sabrî Guney qelibîbû û giran birîndar bûbû û rakiribûn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê. Hat hînbûn ku Guney li nexweşxaneyê bi ser hişê xwe ve hatiye û tedawiya wî li beşa lênêrîna zêde ya nexweşxaneyê didome.