Dayika ku 8 sal in lawê xwe nabîne: Li dijî vê zilmê derkevin

  • rojane
  • 11:33 29 Çile 2021
  • |
img

SÊRT - Tulîn Çelepkolû, diyar kir ku 8 sal in nikare biçe hevdîtina lawê xwe Abdulah Çelepkolû yê cara duyêmîne dikeve çalakiya greva birçîbûnê û wiha got: “Divê em li her derê li dijî zilmê derkevin. Em dikarin bi xwedî derketina çalakiyên greva birçîbûnê vê zilmê têk bibin.”   

 
Çalakiya greva birçîbûnê ya ku girtiyan li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan di 27’ê Mijdarê de dan destpêkirin, di roja 64’emîn de berdewam dike. Abdulah Çelepkolû yê ku niha li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Bandirmaya Balikesirê dimîne, pirsgirêkên ku dijîn û rewşa çalakiya greva birçîbûnê ya dawî, bi telefonê ji malbata xwe re ragihand. Çelepkolû, bal kişand ser zextên li girtîgehan û got, ji roja destpêka çalakiya grevê heta niha zêxtên li girtîgehan zêdetir bûne. Dayika Çelepkolû, Tulîn Çelepkolû ya 70’î salî, diyar kir ku kurê wê bi îdeayên bêbingeh hatiye girtin û anî ziman ku girtinên bêhiqûqî li girtîgehan veguherîne pêkanînên îşkenceyê.
 
LI DIJÎ ŞEWBÊ BERGIRÎ NÎNE
 
Çelepkolû, da zanîn ku kurê wê 10 sal in girtiye û wiha axivî: "8 sal in nikarim biçim hevdîtina wî. 10 salin kurê min girtiye. 4 zarokên wî hene. Ji xwe hevdîtinên girtî û vekirî demekî dirêje nînin. 8 sal in nikarin kurê xwe bibînim. Tenê dikarim bi telefonê dengê wî bibihîsim. Hem ji ber nexweşiya xwe hem jî ji ber ku cihê lê girtî ye dûr e nikarim biçim hevdîtina wî." 
 
Çelepkolû, destnîşan kir ku ji girtiyan heqê av û ceyranê zêde digirin û wiha got: “Pirsgirêka xwarin, ne dayîna pirtûk, rojname û ragihandinê didomin. Malzemeyên paqijiyê nadin girtiyan. Her tim pere lazim dibe. Rayedarên girtîgehê hema bêje hertiştî bi pereyan difiroşin. Qeyrana heyî, li girtîgehan veguherandine fersendê. Bergiriyên şewbê nayên girtin. Bi her awayî zextan li girtiyan dikin.”
 
HESTÊN TOLHILDANÊ
 
Çelepkolû, derbirî ku kurê wê bi neheqî di girtîgehê de tê girtin û wiha rêz kir: “Dozgerê wê demê ji me re got, ‘bi tecawiz, dizî û tiryakê werin pêşberî min, lê bi tiştekî siyasî neyên pêşberî min. Ez efû nekim.'" Çelepkolû, diyar kir ku kurê wê bi îdeanameya ku dozger bi hestên tolhildanê amade kir hat girtin û anî ziman ku esas dozger sûc kiriye, divê niha dozger di girtîgehê de bûya.
 
CARA DUYEMÎN DI ÇALAKIYÊ DE YE
 
Çelepkolû, destnîşan kir ku li dijî zextan girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin û bi bîr xist ku kurê beriya niha jî, 80 rojan ketiye çalakiya greva birçîbûnê. 
 
Dayik Tulîn Çelepkolû, da zanîn ku li derve jî li hundir jî zilm heye û wiha bi dawî kir: “Divê em li her derê li dijî vê zilmê derkevin. Em dikarin bi xwedîderketina çalakiyên greva birçîbûnê vê zilmê têk bibin. Bi fikirin, bavê 4 zarokan qurbanî neyariya dozgerekê û polîtîkayên qirêj ên rêveberiya girtîgehê hatiye kirin. Bi dehan mînakên weke vê hene. Kesên ku xwedî wijdan bin, divê ji vê yekê re dengê xwe derxînin û ji çalakiya greva birçîbûnê re bibin deng.”
 

Sernavên din

01/02/2021
23:51 Li Amedê bijîşkek ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest da
21:17 124 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
18:59 Aramê kurmanciya 'Dewran' û 'Leylan' a Demîrtaş çap kir
18:16 Xwendekarên Bogazîçî li dijî Rektorê Qeyûm têdikoşin
Polîsan nêzî 100 xwendekar binçav kirin
18:09 Ji bo çalakiya greva birçîbûnê meşiyan
17:03 Li Êlihê 6 zarok hatin berdan
16:12 Jina ku mîksera betonê wê eciqand jiyana xwe ji dest da
16:11 Hêzên Têkoşîna Yekgirtî starta xebatên xwe dan
16:01 Ji HDP’ê serdana Serokê Meclîsê: Me jê xwest ku piştevaniya siyaseta demokratîk bike
15:08 Pêkhateyên Ked û Demokrasiyê xwest sendîka têkevin tevgerê
14:32 Li Çewlikê jinekê bi aweyekî guman jiyana xwe ji dest da
14:28 VAOB: Zagona qeyûman darbeya demokrasiyê ye
14:22 Doza siyasetmedarên jin ji ber mutaleyê taloq bû
14:09 Wê li Îzmîrê erdhej berdewam bikin
13:56 Karker ji bo mafê xwe 15 roj in li ber xwe didin
12:59 Dadgehê bi biryara 'taybet' Ayşe Gokkan girt
12:54 Ji bo zimanê kurdî daxwaza statûya fermî
12:43 Guzel avahiya li ser hemama dîrokî tê lêkirin bir rojeva meclisê
12:33 Li Îzmîrê bi pîleya 5.2 erdhej çêbû
12:25 DMME’yê ji Tirkiyê parastina Demîrtaş xwest
12:18 Haber-Sen û BTS bi pênç milan ve dê bimeşin Enqereyê
12:03 Dadgehê 4 sal ceza li nûçegîhanê me Sayilgan birî
11:47 Platforma Jinên Kurd ên Yekgirtî: Em li cem Ayşe Gokkan in
11:40 'Tirkiye ji bo êrişî Şengal û Dêrikê bike dîplomasî dimeşîne’
10:51 Kesek li Wanê hat girtin
10:21 Silavkirina Taşdemîr a Guven sûc hat hesibandin
09:56 Li Egeyê 3 caran li dû hev erd hejiya
09:47 Li Myanmarê darbeya leşkerî pêk hat
09:33 Hejmara meha Sibatê ya Newaya Jin derket
09:20 Greva birçîbûnê di roja 67'an de dewam dike
09:11 Berdana girtiyan li gorî kêfa girtîgehan ma ye
09:10 Girtiyan li ser hev ceza dikin
09:07 Serokê MHP’î xurdeyê bi 200 hezarî dizî, lê bi du yewmiyan ser bûyerê girtin
09:07 Niştecihên TOKI’yê ji neçarî kuleka sobê di xaniyên xwe de vekirin
09:06 Dayika girtî Arat: Çav û guhên xwe negirin
09:00 ROJEVA 1'SIBATA 2021'AN
31/01/2021
20:30 128 kesan jiyana xwe ji dest dan
20:19 Li Îranê bi pileya 4.9 erd hejiya
20:09 Li Ezaz û Babê du teqînên mezin rû dan
16:43 Dadger biryara girtina Hevserokê HDP'a Esenyurtê da
15:50 Tirkiye û Sûriye herêma Şehba û Hesekê bombe dikin
15:17 40 rêxistinên civakî: Em bi hevre Şengal û Rojava biparêzin
14:56 Çîçek: Divê guh bidin biryara DMME' ya ji bo Demirtaş
13:04 Cara yekem e jinek bû cîgira Waliyê Silêmaniyê
12:39 Bê hincet 2'emîn Serokê TTB'ê ji payvirê girtin
12:15 TÎHV'ê ji bo bo doza Ozgur Gundemê bang kir
11:42 Hevserokên HDP'ê yên Esenyurtê sewqî edliyê kirin
11:14 Oldar û Serokeşîrên Şengalê bang kirin: Li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê rabin
10:40 Hêjmara Nû ya Kovara Modernîteya Demokratîk derket
09:32 Girtî li dijî tecrîdê 66 roj in li ber xwe didin
09:14 Kesên Çaprazê birîndar kirin dê cardin bên lêpirsînkirin
09:13 'Bibin dengê girtiyên berxwedêr'
09:11 Taşdemîr: Heta tecrîdkirina civakê neyê şikandin pirsgirêk dê bidome
09:09 Karkerên Mîgrosê: Dengê me bibihîsin
09:08 3 sal in tenê di hucreyê de ye
09:04 81 salî ye, 26 sal in girtiye
09:01 Berf bû xêliya dîrokê
09:00 ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:38 Dadgehê 2 xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî girt
30/01/2021
21:41 Yekem kovara wêneromanî ya zarokan a kurdî GOG derket
20:33 129 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:45 RMM'ê sûcên Tirkiye yê li Efrînê aşkere kir
Zêdetirî 300 hezar darên zeytûnan birîn
Talankirin, tecawiz kuştin didome
16:23 Li Efrînê teqîneke mezin çêbû
16:22 ‘Girtiyê nexweş Kocaturk nayê tedawîkirin’
15:54 Ji ber temen û nexweşiyên wî berdana Altinmakas hat xwestin
15:31 Karaman a bi koronayê ket hat girtin
15:17 Zaroka ku kekê wê tecawizî wê kir pitik welidand
14:59 Gelê Şengalê 2 meh in di nobetê de ne
14:52 Li Êlihê 3 welatî hatin berdan
13:54 Li daristanê du kes qerisî hatin dîtin
13:43 Dayikên Şemiyê: Kujerên Taniş û Denîz diyar in
13:12 Ji bo girtiyê nexweş Kiliç banga lezgîn a tehliyeyê kirin
12:55 Li Samsûnê karkerekî jiyana xwe ji dest da
12:33 Ji xwendekarên Bogazîçiyê yek hat berdan
12:31 Li bendê ye li herêmê berf bibare
12:30 27 sal in agahî ji Taşdemîr nayê girtin
11:45 Dozger li wekîlên tev li meşê bûn lêpirsîn vekir
10:56 Parêzerên Ayşe Gokkan: Dixwazin dîl bigirin
09:35 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 65’emîn de didome
09:19 Sariyildiz: Ji bo şikandina tecrîdê divê em ên derve daxilî nav berxwedanê bibin
09:18 Qeyûm cerdevan kirine ajovanê mînîbusên şaredariyê
09:18 ‘Em ê têkoşîna Leyla Guven û Ayşe Gokkan ji cihê mayî bidomînin'
09:17 Xwendekar dixwazin deynê krediyê yê KYK'ê bên xerakirin
09:16 Sûcdar û parêzerê wan bi mirinê gef li parêzer xwarin
09:16 ''Ên din' divê ji bo pêşeroja xwe mil bidin milê hev du û têbikoşin'
09:15 Heya ku tecrîd hebe dê grev jî hebe
09:13 Tê gotin dê cihê Termînala Otobêsan a Amedê bê guherandin
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÇILEYA 2021'AN
29/01/2021
22:10 Li Geverê li depoyekê 2 cenaze hatin dîtin
20:15 Li Colemêrgê dema qedexeya ji bo çalakiyan 15 rojên din jî hat taloqkirin
19:55 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 25 hezar û 736
19:51 Di meşa yekîtiya neteweyî de 23 kes hatin binçavkirin
17:47 Rojnamevanê girtî Ûgûr: Ji ber xwarinê jehrî bûm
16:38 Daxwaza yekîtiya neteweyî û rakirina tecrîdê guh neda astengiya polîsan
16:34 Ciwanan li Okmeydaniyê ji bo grevên birçîbûnê nivîs nivîsandin
16:18 Li Dersimê rêya du hereman hat girtin
15:48 Li Dîlokî jinek hat kuştin
15:29 ÎHD: 658 mafên penaberan îhlal kirin
15:01 Rêxistinên demokratîk bi hev re ji bo greva birçîbûnê bang kirin
14:47 Dozger rojên binçavkirina 8 ciwanên HDP’î dirêj kir