3 sal in tenê di hucreyê de ye

  • rojane
  • 09:08 31 Çile 2021
  • |
img
AGIRÎ - Sarya Ozbay ku birayê wê Fîrazpîr Ozbay 3 sal in di Girtîgeha Nevşehîr a Tîpa E'yê de bi tena serê xwe di hucreyekê de ye, anî ziman ku ji ber tahdeyê derûniya birayê wê xirab bûye. 
 
Xwendekarê zanîngehê Fîrazpîrê 25 salî 3 sal in di Girtîgeha Nevşehîr a Tîpa E'yê de bi tena serê xwe di hucreyekê de ye. Ozbay, di sala 2016'an de tevî rêvebirên HDP'a Spartayê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin û di sala 2018'an de jî 7 sal û 6 meh ceza lê hat birîn. Ozbay, demekê di Girtîgeha Panos a Agiriyê ya Tîpa L'yê de maye û di 4'ê Kanûna 2017'an de jî sewqî Girtîgeha Nevşehîrê hatiye kirin. Lê belê bi hinceta ku qawîşa siyasî" tune ye wî xistine hucreyeke yek kesî. Malbatê herî dawî di Sibata 2020'an de çûye girtîgehê. Malbatê ragihand ku di warê derûnî de tahde li kurê wan tê kirin. Xwişka wî Sarya Ozbay, bal kişand ser tahdeya ku li birayê wê tê kirin. 
 
TAHDEYA DERÛNΠ
 
Ozbay, anî ziman ku gava birayê wê di Girtîgeha Panosê de bûye moralê wî baş bûye. Ozbay, diyar kir ku lê piştî li girtîgehê boriya gazê teqiyaye birayê wê sirgûn kirine û got: "Lê belê beriya teqîna gazê wî sirgûn kiribûn. Lê girtîgehê ev kiriye hincet. Ji ber ku li Nevşehîrê qawîşa girtiyên siyasî tune ye wî xistine hucreyekê. Gelek caran bi nivîskî pirsgirêkên li wir ragihandin. Di warê derûnî de tahde lê tê kirin û jê re gotine 'terorîst î' lê jopan lêxistine. Gava diaxife an jî distrê jê re dibêjin' gere neaxifî'. An jî gefan lê dixwin ku dê nikaribe derkeve hewşê." 
 
‘EV DER NE AGIRÎ YE' 
 
Ozbay, anî ziman ku bi mehan kinc nedane birayê wî û di dema hevdîtinê de cendrimeyan zêde tahde li wan kiriye. Ozbay got: "Gava em çûn, cendirmeyan berê çekan dan me. Her cara ku em diçin em nêzîkatiyên xirab re rû bi rû dimînin. Piştî serdêr giş derdiketin me dibirin cihê hevdîtinê. Gava li Agiriyê bû û em diçûn hevdîtinê me hev du hemêz dikir. Lê gava li Nevşehîrê min ew hemêz kir, ji min re got 'Ev der ne Agirî ye.' Ev yek da der ku bê tahdeyek çawa tê kirin." 
 
Ozbay, destnîşan kir ku herî dawî birayê wê di telefonê de gotiye ên girtîgehê tif dikin navxwarinê. Ozbay, bilêv kir ku ji bo ku tahdeya derûnî zêde nebe û gef lê neyên xwarin ev yek bi raya giştî re parve nekiriye, lê belê di nameya xwe ya dawî de gotiye: "Êdî bêzar bûm." Ozbay, da zanîn ku birayê wê êdî diçe cem derûnas, lê belê derûnas henekê xwe pê dike. 
 
BANGAWAZΠ
 
Ozbay, destnîşan kir ku gelek caran ji bo sewqkirinê serlêdan kirine lê belê tiştek nehatiye kirin û got: "Ji birayê min re dibêjin 'me daxwaznameya te wergirt, lê ma çavê te lê ye em ê te bişînin.' Berê her cara ku telefon dikir digot, ji bo sewqî ez ku derê binivîsim. Lê ji nişkave êdî hew doz kir. Ez dibêjim di binî vê de tiştek heye. Ev ne tiştekî normal e." Ozbay, ji ber tahdeya li birayê wê tê kirin bang li raya giştî kir. 

Sernavên din

01/02/2021
16:01 Ji HDP’ê serdana Serokê Meclîsê: Me jê xwest ku piştevaniya siyaseta demokratîk bike
15:08 Pêkhateyên Ked û Demokrasiyê xwest sendîka têkevin tevgerê
14:32 Li Çewlikê jinekê bi aweyekî guman jiyana xwe ji dest da
14:28 VAOB: Zagona qeyûman darbeya demokrasiyê ye
14:22 Doza siyasetmedarên jin ji ber mutaleyê taloq bû
14:09 Wê li Îzmîrê erdhej berdewam bikin
13:56 Karker ji bo mafê xwe 15 roj in li ber xwe didin
12:59 Dadgehê bi biryara 'taybet' Ayşe Gokkan girt
12:54 Ji bo zimanê kurdî daxwaza statûya fermî
12:43 Guzel avahiya li ser hemama dîrokî tê lêkirin bir rojeva meclisê
12:33 Li Îzmîrê bi pîleya 5.2 erdhej çêbû
12:25 DMME’yê ji Tirkiyê parastina Demîrtaş xwest
12:18 Haber-Sen û BTS bi pênç milan ve dê bimeşin Enqereyê
12:03 Dadgehê 4 sal ceza li nûçegîhanê me Sayilgan birî
11:47 Platforma Jinên Kurd ên Yekgirtî: Em li cem Ayşe Gokkan in
11:40 'Tirkiye ji bo êrişî Şengal û Dêrikê bike dîplomasî dimeşîne’
10:51 Kesek li Wanê hat girtin
10:21 Silavkirina Taşdemîr a Guven sûc hat hesibandin
09:56 Li Egeyê 3 caran li dû hev erd hejiya
09:47 Li Myanmarê darbeya leşkerî pêk hat
09:33 Hejmara meha Sibatê ya Newaya Jin derket
09:20 Greva birçîbûnê di roja 67'an de dewam dike
09:11 Berdana girtiyan li gorî kêfa girtîgehan ma ye
09:10 Girtiyan li ser hev ceza dikin
09:07 Serokê MHP’î xurdeyê bi 200 hezarî dizî, lê bi du yewmiyan ser bûyerê girtin
09:07 Niştecihên TOKI’yê ji neçarî kuleka sobê di xaniyên xwe de vekirin
09:06 Dayika girtî Arat: Çav û guhên xwe negirin
09:00 ROJEVA 1'SIBATA 2021'AN
31/01/2021
20:30 128 kesan jiyana xwe ji dest dan
20:19 Li Îranê bi pileya 4.9 erd hejiya
20:09 Li Ezaz û Babê du teqînên mezin rû dan
16:43 Dadger biryara girtina Hevserokê HDP'a Esenyurtê da
15:50 Tirkiye û Sûriye herêma Şehba û Hesekê bombe dikin
15:17 40 rêxistinên civakî: Em bi hevre Şengal û Rojava biparêzin
14:56 Çîçek: Divê guh bidin biryara DMME' ya ji bo Demirtaş
13:04 Cara yekem e jinek bû cîgira Waliyê Silêmaniyê
12:39 Bê hincet 2'emîn Serokê TTB'ê ji payvirê girtin
12:15 TÎHV'ê ji bo bo doza Ozgur Gundemê bang kir
11:42 Hevserokên HDP'ê yên Esenyurtê sewqî edliyê kirin
11:14 Oldar û Serokeşîrên Şengalê bang kirin: Li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê rabin
10:40 Hêjmara Nû ya Kovara Modernîteya Demokratîk derket
09:32 Girtî li dijî tecrîdê 66 roj in li ber xwe didin
09:14 Kesên Çaprazê birîndar kirin dê cardin bên lêpirsînkirin
09:13 'Bibin dengê girtiyên berxwedêr'
09:11 Taşdemîr: Heta tecrîdkirina civakê neyê şikandin pirsgirêk dê bidome
09:09 Karkerên Mîgrosê: Dengê me bibihîsin
09:08 3 sal in tenê di hucreyê de ye
09:04 81 salî ye, 26 sal in girtiye
09:01 Berf bû xêliya dîrokê
09:00 ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:38 Dadgehê 2 xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî girt
30/01/2021
21:41 Yekem kovara wêneromanî ya zarokan a kurdî GOG derket
20:33 129 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:45 RMM'ê sûcên Tirkiye yê li Efrînê aşkere kir
Zêdetirî 300 hezar darên zeytûnan birîn
Talankirin, tecawiz kuştin didome
16:23 Li Efrînê teqîneke mezin çêbû
16:22 ‘Girtiyê nexweş Kocaturk nayê tedawîkirin’
15:54 Ji ber temen û nexweşiyên wî berdana Altinmakas hat xwestin
15:31 Karaman a bi koronayê ket hat girtin
15:17 Zaroka ku kekê wê tecawizî wê kir pitik welidand
14:59 Gelê Şengalê 2 meh in di nobetê de ne
14:52 Li Êlihê 3 welatî hatin berdan
13:54 Li daristanê du kes qerisî hatin dîtin
13:43 Dayikên Şemiyê: Kujerên Taniş û Denîz diyar in
13:12 Ji bo girtiyê nexweş Kiliç banga lezgîn a tehliyeyê kirin
12:55 Li Samsûnê karkerekî jiyana xwe ji dest da
12:33 Ji xwendekarên Bogazîçiyê yek hat berdan
12:31 Li bendê ye li herêmê berf bibare
12:30 27 sal in agahî ji Taşdemîr nayê girtin
11:45 Dozger li wekîlên tev li meşê bûn lêpirsîn vekir
10:56 Parêzerên Ayşe Gokkan: Dixwazin dîl bigirin
09:35 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 65’emîn de didome
09:19 Sariyildiz: Ji bo şikandina tecrîdê divê em ên derve daxilî nav berxwedanê bibin
09:18 Qeyûm cerdevan kirine ajovanê mînîbusên şaredariyê
09:18 ‘Em ê têkoşîna Leyla Guven û Ayşe Gokkan ji cihê mayî bidomînin'
09:17 Xwendekar dixwazin deynê krediyê yê KYK'ê bên xerakirin
09:16 Sûcdar û parêzerê wan bi mirinê gef li parêzer xwarin
09:16 ''Ên din' divê ji bo pêşeroja xwe mil bidin milê hev du û têbikoşin'
09:15 Heya ku tecrîd hebe dê grev jî hebe
09:13 Tê gotin dê cihê Termînala Otobêsan a Amedê bê guherandin
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÇILEYA 2021'AN
29/01/2021
22:10 Li Geverê li depoyekê 2 cenaze hatin dîtin
20:15 Li Colemêrgê dema qedexeya ji bo çalakiyan 15 rojên din jî hat taloqkirin
19:55 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 25 hezar û 736
19:51 Di meşa yekîtiya neteweyî de 23 kes hatin binçavkirin
17:47 Rojnamevanê girtî Ûgûr: Ji ber xwarinê jehrî bûm
16:38 Daxwaza yekîtiya neteweyî û rakirina tecrîdê guh neda astengiya polîsan
16:34 Ciwanan li Okmeydaniyê ji bo grevên birçîbûnê nivîs nivîsandin
16:18 Li Dersimê rêya du hereman hat girtin
15:48 Li Dîlokî jinek hat kuştin
15:29 ÎHD: 658 mafên penaberan îhlal kirin
15:01 Rêxistinên demokratîk bi hev re ji bo greva birçîbûnê bang kirin
14:47 Dozger rojên binçavkirina 8 ciwanên HDP’î dirêj kir
14:26 Malbatê 5 meh şûnde cenazeyê Acar ê HPG’î defin kirin
14:04 Nûner ji bo Yekîtiya Neteweyiya Kurd meşiyan
14:01 Kedkarên tenduristiyê daxwazên xwe eşkere kirin
13:44 Tacîza li navenda etûdê: Bersûc cara duyemîne dike
13:28 Dozger di doza Berkîn Elvan de biryara xwe da
12:29 Li Wanê 6 kes hatin binçavkirin
12:24 Malbat ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
11:53 Endamê Meclîsa Şaredariya HDP’ê Akdogan beraet kir