NAVENDA NÛÇEYAN - Di 24 saetên dawî de, 128 kesên din ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dan û 6 hezar û 562 kesên din bi vîrûsê ketin. Bi vî awayekê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan, derket 25 hezar û 993'yan.
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên derbarê şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) de parve kirin. Li gorî danayên 24 saetên dawî, li Tirkiyeyê 128 kesan ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dan û 6 hezar û 562 kes jî bi vîrûsê ketin. Bi vî awayekê, ji ber pandemiyê, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 25 hezar û 993'yan û hejmara kesên bi vîrûsê ketin jî, derket 2 mîlyon, 477 hezar û 463'yan.