Dadgehê bi biryara 'taybet' Ayşe Gokkan girt

img
NAVENDA NÛÇEYAN - 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê, sedema biryara girtina Berdevka Tevgêra Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, tevlêbûna xebatên siyasî û daxuyaniyên ji raya giştî re nîşan da. Dadgehê got “Hebûna sedemên girtina taybet" heye û biryara girtinê da.    
 
Di 14'ê Hezîrana 2017'an de polîsan bi fermana Dozgeriya Komarê ya Amedê li dijî endam û rêveberên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgêra Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) operasyon pêk anîbû. Di vê operasyonê de Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan hatibû binçavkirin û girtin. Ayşe Gokkan di 2'emîn danişîna 27'ê Mijdara 2017'an de li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê de serbest hatibû berdan. Herî dawî di 27'ê çileya 2021'an de 18'emîn danişîna Gokkan hat dîtin. Heyetê der barê Gokkan de biryara girtinê da. Gokkan li ser biryara dadgehê di heman rojê de hat binçavkirin û di 28'ê Çile de hat girtin. 
 
DADGEHÊ HEMÛ XEBAT SÛC HESIBAND
 
Dadgehê di biryara girtina Gokkan de hemû xebatên Gokkan suc hesiband. Dadgehê hem xebatên TJA'yê sûc dît û hem jî îfadeyên 5 şahidên nepen û hemjî îfadeya 2 şahidên aşkere esas girt. Heyetê dîsa tevlêbûna Ayşe ya xebatên Yekîtiya Neteweya Kurd a bi partiyên Kurdan re, daxuyaniya der barê çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a greva birçîbûnê, daxuyaniya der barê şewata di 27'ê Sibata 2020’an de li Girava Îmraliyê derket de, daxuyaniya bernameya Xebatên Îtîfaqa Kurdistanî û Neroza 2020'an, daxuyaniya Komeleya Jinan a Rosa ya li dijî Zagona  Înfazê, nîşeyên der barê xebatên jinan de û kovara Jineolojî wekî sûc hesiband. 
 
JI HEMAN DOZGERÎ DU DAXWAZÊN CUDA 
 
Dozger ewil xwest dosya lêpirsîna hêjmar 2020/34121'an ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê dimeşîne û dosya lêpirsîna hêjmar 2014/1265'an ku Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê dimeşîne bibin yek û ji bo vê yekê parastin bê kirin. Dozger xwest li benda encama lêpirsîna dosya Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê bê sekinandin û tedbîrên bi kontrol bên girtin. 
 
Piştî dadgehê der barê Gokkan de biryara girtinê da, heman dozger daxwaza xwe guhert. Dozger, vê carê dema Gokkan sewqî dagehê kir bi hinceta "Şika Gokkan bireve heye" xwest li şûna kontrola edlî, der barê Gokkan de biryara girtinê bê dayîn. 
 
DADGEHÊ: BIRYARA GIRTINA TAYBET
 
Lê heyeta dadgehê îdea kir ku delîlên şênber û şikên bi hêz ên sûc der barê Gokkan de hene. Heyetê got “Hebûna sedemên girtina taybet" heye û ji ber vê yekê kontrola edlî têr nake. Heyetê di biryarê de got "Kontrola edlî têr nake, îdeayên sûcê der barê wê de ku teqez bibin, wê fêdeya wê li kes û civakê nebe û dê nîzama cemaweriyê xera bike. Ji ber vê yekê biryara girtinê bi pîvan e." û der barê Gokkan de biryara girtinê da. 
 
BEŞTAŞ: BI FIKRÊN SIYASÎ BIRYAR DANE
 
Wekîla Serokên Komê ya HDP'ê Meral Danış Beştaş, bertek nîşanî girtina Gokkan da û wiha got: "Biryara dadgehê da, biryara girtina Hevseroka KCD'e Leyla Guven anî bîra me. Heman dadgehê der barê 2 jinên siyasetmedar de heman biryar da. Ev ne li gorî pratîka darizandina asayî ye. Ev biryar li gorî fikr û helwesta siyasî hatiye dayîn. Hinceta biryara girtinê sosret e. Di hiqûqa darizandina ceza de rêgezek wisa tune ye. Ji xwe darizandinê bi awayekî serbest berdewam dikir. Navnîşan û cihê Ayşe Gokkan sabît û diyar bû. Heta niha 83 caran hatiye binçavkirin. Li gel vê yekê neçûye welatekî din. Dadgehê hêj der barê doza wê de biryar nedaye biryara girtina Gokkan dide. Ev girtin nîşan dide ku biryarek taybet e."
 
‘BI GIRTINA GOKKAN DIXWAZIN XEBATÊN JINAN ASTENG BIKIN' 
 
Beştaş, anî ziman ku bi girtina Gokkan dixwazin xebatên jinan asteng bikin û wiha lê zêde kir: "Bi armanca xebatên Ayşe Gokkan tar û mar bikin biryara girtina wê dan. Di demên dawî de der barê TJA’yê de di îdeanameya Kobanê de jî û di îdeanameyên din de jî tawanbarî heye. Wekî rêxistina sûc tê pênasekirin. Bi vî şiklî hişekî ava dikin. Vê yekê bi zanebûn dikin. Wekî KCD'ê heman tiştî li TJA ji dikin. TJA jî yek ji Platformên Jinan ên Tirkiyeyê ye. TJA li Tirkiye ji bo mafê jinê, azadiya jinê têdikoşe. Li vî welatî rojê 3 jin tên qetilkirin. Bi girtina Gokkan dijminantiya li dijî jinê nîşan didin." 
 
Beştaş, herî dawî bibîr xist ku bi vê biryarê nîşan didin ku ji têkoşîna jinan a azadiyê bêzar in û dixwazin jinan ji siyasetê û têkoşîna azadiyê dûr bixin. 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

03/02/2021
11:40 Li Wanê 7 kes hatin girtin
11:36 Meclîsa Jinan a HDP'ê wê li qadan bin
Ji bo parastina jiyanê dê serhildanê mezin bikin
11:29 Malpera înternetê ya Gazete Alinterî hat astengkirin
11:28 Melîh Bûlû yê AKP’î: Nafikirim ku îstifa bikim
11:28 Qeyûm bi serokê AKP’ê re derket kontrolê
11:18 Koç: Destûra bingehîn a AKP-MHP’ê wê bi kêrî civakê neyê
10:13 Li Enqere 83 kesên binçavkirî hatin berdan
10:08 76 kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:04 Nameya rojnameger Ugur bi 'fikare' dîtin
09:39 'Yên ku dibêjin komplo bi ser ket bila li Rojava binêrin bes e’
09:38 OHD wê li dijî dirêjkirina ceza doz veke
09:09 Greva birçîbûnê di roja 69'an de dewam dike
09:08 Endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê Akdag û Ertaş hatin girtin
09:01 Piştî gaz biha bû, eleqeya ji bo sergîn û tepikan jî zêde bû
09:01 262 roj in ji bo karê xwe li ber xwe didin
09:01 Rêwiyên rêya di bin aşûtê de ma: Em xatir ji malê û hevalên xwe dixwazin...
09:01 Jinên ku tevli atolyeyên xweparastinê bûn: Em xwe bihêztir û ewletir hîs dikin
09:01 Çar hawirdorê Mexmûrê di bin dorpêçê de ye
09:01 Çalakiyên karkeran ên li çar hawidorê Tirkiyeyê belav bûne
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2021'AN
02/02/2021
23:49 Cezayê hepsa malê li 10 xwendekaran hat birîn
22:34 Xwendekaran li dijî êrîşên polîsan li ber xwe dan
19:59 Walîtiya Wanê dema qedexeya ji bo çalakiyan 15 rojên din jî taloq kir
19:42 120 kesên din jî mirin û 7 hezar û 795 kesên din jî pê ketin
19:26 Gelê Hol û Serêkaniyê li dijî êrîşen Tirkiye meşiyan
19:13 Di teqîna li Babê de herî kêm 2 kes mirin
17:36 Baş: Ev berxwedan dê pêşeroja welat diyar bike
16:58 13 girtiyên ku cezayê wan xelas bûne nayên berdan
16:54 Dozger ji Melek a parastina cewherî kir cezayê muebetê dixwaze
16:47 Dozger ji Melek a parastina cewherî kir re cezayê muebetê dixwaze
16:38 TJA’yê Vîyan Soran bi bîr anî
16:20 Başaran ji Wezîrê Dadê pirsî: Tecrîd li gorî we çiye?
16:19 Li Îzmîrê lehî rabû û welatiyekî jiyana xwe ji dest da
16:09 Qaymeqamê Kadikoyê heta 7 rojan çalakiyan qedexe kir
15:46 Xwendekarên jin tundiya polîsan vegot
15:23 Welatiyê deyndar hewl da xwe bikuje
15:10 JI Riha û Edeneyê bang kirin: Heke hûn reforman bixwazin divê hûn tecrîdê rakin
14:51 Piştevaniya ji bo Bogazîçî mezin dibe
14:25 Li dijî sirgun û îxracan sendîkayan dest bi meşa ber bi Enqereyê ve kirin
14:24 Akademîsyen û xwendekaran êriş û binçavkirin protesto kirin
14:09 Rêxistina Efûyê: Zeynep Celaliyan berdin
14:08 Li Edeneyê mireneke bi guman a jinekê
13:53 Xwendekarên hatin binçavkirin: Hûn nikarin serê me bitewînin
13:42 Teqandina boriya qenalîzasyonê kolanê wergerand golê
13:25 Midurê Karên Nivîsê yê ajansa me di danişîna ewil de beraet kir
13:15 Soylû careke din xwendekarên ku ji wan re gotibû “jirêderketî” hedef nîşan da
13:13 Doza Şahîn Oner 3 deqîqe berdewam kir
13:12 Parastvanên maf: Demildest xwendekaran berdan
12:14 Ne girtîgeh navenda îşkenceyê ye!
12:13 Polîsan di bin çavan de îşkence li xwendekarên Bogazîçî kirin
11:37 Jinên Belçîkayê dest bi grevê dikin
11:04 98 xwendekarên Bogazîçiyê hatin berdan
10:43 Li Edeneyê notirvanan zarokekî 17 salî derp kirin
10:09 Kesên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:08 DEDAŞ’ê saetên ceryanê derxist ser dîrekan: Talûke mezin e
09:56 Greva birçîbûnê di roja 68'an de dewam dike
09:23 Dayika Aktaş: Dixwazim kurê xwe bibînim
09:01 ‘Çavkaniyên gel pêşkêşî hin kesan dikin'
09:01 Malbata Bîrdalê ku 142 rojan di greva birçîbûnê de ma: Bibin dengê grevên birçîbûnê
09:01 Armanca girtina Ayşe Gokkan pêşîlêgirtina tevgera jinê ye
09:01 Ji ber qedexekirina zozanan rêya wan 10 qat dirêj dibe
09:01 Îdianameya derbarê nûçegihanê me Aslan de hat amadekirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2021'Ê
00:11 Xwendekarên Bogazîçî li dijî qeyûm li ber xwe dan
Polîs ketin zanîngehê û 159 xwendekar binçav kirin
01/02/2021
23:51 Li Amedê bijîşkek ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest da
21:17 124 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
18:59 Aramê kurmanciya 'Dewran' û 'Leylan' a Demîrtaş çap kir
18:16 Xwendekarên Bogazîçî li dijî Rektorê Qeyûm têdikoşin
Polîsan nêzî 100 xwendekar binçav kirin
18:09 Ji bo çalakiya greva birçîbûnê meşiyan
17:03 Li Êlihê 6 zarok hatin berdan
16:12 Jina ku mîksera betonê wê eciqand jiyana xwe ji dest da
16:11 Hêzên Têkoşîna Yekgirtî starta xebatên xwe dan
16:01 Ji HDP’ê serdana Serokê Meclîsê: Me jê xwest ku piştevaniya siyaseta demokratîk bike
15:08 Pêkhateyên Ked û Demokrasiyê xwest sendîka têkevin tevgerê
14:32 Li Çewlikê jinekê bi aweyekî guman jiyana xwe ji dest da
14:28 VAOB: Zagona qeyûman darbeya demokrasiyê ye
14:22 Doza siyasetmedarên jin ji ber mutaleyê taloq bû
14:09 Wê li Îzmîrê erdhej berdewam bikin
13:56 Karker ji bo mafê xwe 15 roj in li ber xwe didin
12:59 Dadgehê bi biryara 'taybet' Ayşe Gokkan girt
12:54 Ji bo zimanê kurdî daxwaza statûya fermî
12:43 Guzel avahiya li ser hemama dîrokî tê lêkirin bir rojeva meclisê
12:33 Li Îzmîrê bi pîleya 5.2 erdhej çêbû
12:25 DMME’yê ji Tirkiyê parastina Demîrtaş xwest
12:18 Haber-Sen û BTS bi pênç milan ve dê bimeşin Enqereyê
12:03 Dadgehê 4 sal ceza li nûçegîhanê me Sayilgan birî
11:47 Platforma Jinên Kurd ên Yekgirtî: Em li cem Ayşe Gokkan in
11:40 'Tirkiye ji bo êrişî Şengal û Dêrikê bike dîplomasî dimeşîne’
10:51 Kesek li Wanê hat girtin
10:21 Silavkirina Taşdemîr a Guven sûc hat hesibandin
09:56 Li Egeyê 3 caran li dû hev erd hejiya
09:47 Li Myanmarê darbeya leşkerî pêk hat
09:33 Hejmara meha Sibatê ya Newaya Jin derket
09:20 Greva birçîbûnê di roja 67'an de dewam dike
09:11 Berdana girtiyan li gorî kêfa girtîgehan ma ye
09:10 Girtiyan li ser hev ceza dikin
09:07 Serokê MHP’î xurdeyê bi 200 hezarî dizî, lê bi du yewmiyan ser bûyerê girtin
09:07 Niştecihên TOKI’yê ji neçarî kuleka sobê di xaniyên xwe de vekirin
09:06 Dayika girtî Arat: Çav û guhên xwe negirin
09:00 ROJEVA 1'SIBATA 2021'AN